Esma Mistefa/Qamişlo
Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo wefata Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman ku ji bajarê Efrînê ye û di encama nexweşiya penceşêrî de roja Sêşemê wefat bû, bi xemgîniyekê ji bo keda jina têkoşer daxuyaniyek nivîskî dan.
Hêvî Silêman jina ku di xeta têkoşîna azadiya Kurdistan û ji bo misogerkirina mafê jin, mînaka jina Kurd a serhildêr e. Li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe û malbata xwe ji bo doz û Tevgera Azadiyê herikandibû. Hêvî ji bajarê Efrînê ye û dayîkeke hêja ku xwediyê dîrokek têr û tijî ji xebatê him beriya Şoreşa Rojava û him jî di avakirina stûnên bingehîn yên şoreşê xwedî muhr e, ji komîn, saziyên civaka sivîl, partiya PYD’ê û Kongra Star û hwd ..xebat meşandibû. Dayika Şoreşger di encama têkoşîneke bêhempa bi nexweşiya penceşêrê re di 28’ê Cotmeha 2025’an de li bajarê Qamişlo koça dawî kir.
Ji bê wê Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo xwedîderketin û bîranîna keda ku di salên dur û dirêj de da ye, daxuyaniyeke nivîskî dan û daxuyanî wiha bû:
“Me bi xemgîniyeke mezin agahiya şahadeta rêhevala xwe, Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman girt. Ji beriya her tiştî em dibêjin ku rêheval Hêvî ji bo gelê Rojava, ji bo têkoşîna me a azadiya jinê her wiha ji bo gelê me ê Efrîn-Heleb windahiyeke mezin bû. Rêheval Hêvî têkoşîneke 30 sal zêdetir a bênavber, bêhinase, bêwestan, bê tereddut da meşandin. Hemû armanç û xeyalên wê ew bû ku li ser ruyê cihanê jineke bindest, jineke bê rêxistinkirî nemîne. Her wiha ji bo azadiya fîzîkî a Rêbertiya me bi hemû hêza xwe ve ew di nava têkoşînêde bû. Heta ji bo wê jî rasterast di nava komîteya azadiya fîzîkî a Rêbertîde cih girt û bi salan jî ji bo wê têkoşîn kir. Rêheval Hêvî di heman demêde li cem Serok Apo maye û di perverdeya Serok Apo re derbas bûye.
Rêheval Hêvî li kêleka kar û xebatên ji bo azadiya gelê xwe ji bo azadiya Rêberê xwe, ew di heman demêde kedkara malê bû dayîkeke pîroz bû. Di vê hêlêde jî ew mînakeke rasterast a ji bo hemû jinan bû. Her wiha li ku derê rêxistinê pêwîstî hebaya rêheval Hêvî bê tereddut diçû wê derê û bi dil û can kar û xebat dida meşandin. Di hemû bê derfetî, zor û zehmetiyan de rêheval Hêvî bi encam kar derxistiye holê. Her wiha ew mamosteya zimanê Kurdî bû. Di vê hêlêde jî Rêheval Hêvî gelekê zarok perverde kirine û erka welatparêziyeke esasî pêk aniye. Rêhevala me di xwe zanekirin, lêkolînkirin, polîtîka fêmkirinêde xwedî hewldanek û berhemekê bû, kesayeteke rewşenbîr bû. Di gelek akademiyan de bi dersên ku dayî de bi sedan insan hatin perverdekirin.
Rêheval Hêvî bi keda xwe, bi kar û xebatê xwe, bi girêdanbûyîna xwe, bi dilsoziya xwe, bi afirîneriya xweve her tim dida nîşandan ku ew mîrasa jinên têkoşer ên gelê Rojava teybet jî ê Efrînê diparêze û di her şert û mercîde ew ji sekna xwe tewîz nade. Şehîd Hêvî pêşengtî ji bo hemû jinên Rojava teybet jî jinên Efrînê kir. Ew ji çanda berxwedayîna Efrîn-Şehba hatibû. Ew zaroka koçbertiyê bû û rixmê her cûre zor û zehmetiya koçberiyê jî, rixmê hemû êşên welatê xwe bi çavê xwe jî dît lê ew ji her demê zêdetir xwe bi hêz kir û bi bersivdayîna xurtkirina têkoşînê xwest tola xwe ji dijminê xwe bigire. Şehîd Hêvî ji çanda malbateke welatparêz û xwedî şehîd hatibû. Malbata şehîd Hêvî ku di oxira azadiyêde gelek berdel dabûn û heta roja me a îro jî bi ked, fedakarî û dilnizmiya xwe tên naskirin.
Rêheval Hêvî jineke Elewî bû û her tim dixwest ku jinên Elewî li hemberê dijminê xwe, xwe rêxistin bikin, têbikoşin û şerker bin. Êşên jinan ji dil û can hîsdikir. Hemû xwesteka wê têkoşîna wê ji bo Sûriyek demokratîk ku jin têde bi xwesertî û azadiya xweve jiyan bikin bû. Bi vê bîr û baweriyê rêhevala me heta kêliya dawî jî ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe, xwesteka têkoşînê bê navber domand.
Em jina wêrek, mamosteya hêja, şoreşgera mezin, dayîka pîroz Endama Koordînasyona Kongra Star rêheval Hêvî bi dilsozî oxir dikin. Û ji Serok Apo’re, ji tevahî gelê Kurdistanêre, ji malbata me a kedkar û welatparêzre, ji gelê me ê Rojava û gelê me ê Efrîn-Helep re sersaxî dixwazin. Em rêhevala xwe weke şehîda Kongra Star îlan dikin. Emê têkoşîna şehîd Hêvî bigihijînin serkeftinê. Ji bo ku em xeyalên heval Hêvî pêk bînin emê bi hemû hêza xwe kar û xebatê xwe mezintir bimeşînin. Bila ruhê te şad be. Oxir be rêheval Hêvî…”
Koordînasyona Kongra Star
28-11-2025






