Dîlan Mulhim\Qamişlo
Koçberên Kampa Waşokanî 6 salin di nava êş û zehmetiyan de jiyan dikin, herwiha Rêveberê Kampa Waşokanî Yûsiv Şêxmûs diyar kir ku bi hatina zivistanê re pêwîstiya koçberên kamapê bi pêdiviyên sereke hene.
Di sala 2019’an de dewleta Tirk a dagirker bi aweyekî hovane êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encama êrîşan de gelên van her du bajaran neçarî koçberiyê bûn. Gelên bajarê Serêkaniyê û Girê Spî berê xwe dane herêmên bi ewleyên yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha Rêveberiya Xweser ji wan re Kampa Waşûkanî û Serêkaniyê di sala 2019’an de li bajarokê Tiwêna ku 12 km li Rojavayê bajarê Hesekê dikeve, ava kirin. Di kampê de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve binesaziya bingehîn ji gel re hat amedekirin, çadir û depoyên ava vexwarinê hatin dabînkirin, erd ji hev hat veqetand, toreya elektirîkê di kampê de hat belavkirin û kamp li ser komînan hat dabeşkirin. Di nava kampa Waşokanî de 1 hezar û 400 malbat û 17 hezar û 70 kes hene. Di heman demê de, Kampa Waşokan heta sala 2023’an jî, ji aliyê UN’ê ve ne naskirî bû û ne jî weke kampeke fermî hatibû erêkirin, ji ber vê yekê xizmetên wê, tenê bi dabînkirina hin konan sînordar bû, lê piştî çend mehan hin rêxistinan mudaxele kirin û destek dan ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji koçberan re.
Di derbarê rewşa Kampa Waşokanî de, rêveberê Kampa Waşokanî Yûsiv Şêxmûs ji Rojnameya me re axivî.

‘Bi hatina zivistanê re pêwîstiya koçberan bi pêdiviyê sereke heye’
Yûsiv Şêxmûs anî ziman ku bi hatina zivistanê re pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên sereke hene û wiha got: “Bi hatine zivistanê re pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên sereke hene û bi taybet kelûpel û pêdiviyên zivistanê. Herwiha ev şeş salin konên kampa waşokanî ne hatine guhertin, ev konin rizî û têkşûn e. Ji ber vê yekê pêwîst e her sal konên kampê bên guhertin, guhertina konên kampê ji rêxistinên navdewletî tê xwestin. Di heman demê de, heta niha tu rêxistin di mijara guhertina konan de alîkarî ne kirî ye. Her rêxistineke dibêje kel û pelên me tune û Rêveberiya Xweser jî li gorî derfetên xwe destekê dide koçberên kampa Waşokanî.”
Rêxistinên ku di nava Kampa Waşokanî de dixebitin
Şêxmûs axaftina xwe wiha berdewam kir: “Rêxistinên ku di warê tenduristî de, di nava kampa Waşokanî de kar dike, Heyva Sora Kurd e û barê herî giran li ser pişta wê ye. Herwiha rêxistinên ku di warê dabînkirina pêwîstiyên sereke de, rêxistina Rîlê, rêxistina IRC in. Ji aliyê van her du rêxistinan ve rêvebirin û çêkirina pêwendiyan ji bû dabînkirina xizmetguzariyên av û paqijiyê li kampê tê kirin, herwiha dabînkirina xwarinê jî, ji aliyê wan ve têkirin. Rêxistinên ku di aliyê parastinê de dixwebitin, mîna Rêxistina Aştiyê, Rêxistina Nûdem û Rêxistina Rîlêf ne. Di nava kampê de, Mala Jin, Weqfa Jin, Kongra Stra hene, yên ku di aliyê jinê de dixebitin. Di heman demê de, di nava kampa Waşokanî de sê dibistan hene, di wan dibistanan de minhacê Rêveberiya Xweser tê dayîn.”
‘Em li gorî derfetên Rêveberiya Xweser destekê didin koçberan’
Yûsiv Şêxmûs anî ziman ku wê ji aliyê rêxistinên di nava kampa Waşokanî de, kel û pelên serke yên zivistanê di dema bê de werin belav kirin û wiha pê de çû: “Em li gorî derfetên Rêveberiya Xweser destekê didin koçberên Kampa Waşokanî. Astengiyên ku derdikevin, ew jî mijara guhertina konên kampê ye, pêwîst e di demeke nêzê de konên kampê bên guhertin. Hin malbat hene, kel û pelên zivistanê ne gihiştine, lê em hewl didin ku di dema nêzê de wan kel û pelan ji wan re peyîda bikin.
Koçberên kampa Waşokanî ev şeş salan di nava êş û zehmetiyan de jiyan dikin, herwiha pêwîstiya kampa Waşokanî bi pêwîstiyên girîng heye, mîna guhertina kon anjî çadirênên kampê, belavkirina mazot, avakirina cihê xwaringeh û serşûştinê ji bo her kon a çadirekî pêwîst e. Di heman demê de birêxistinkirina kenalên avqirêjiyê di nava komînan de ji bo rijandina ava şûştinê. Herwiha paqijkirina dîwarê kampê, danîna batonê li binê konan û lêkirina derdora wê bi 4 rêz ji bilokan ji bo parastina konan ji baranê. Pêwîstiya her malbatekê bi cihê xwaringeh û serşûştinê yê taybet heye, ji ber piraniya pirsgirêkên kampê ji ber hevbeşbûna cihê serşûştin û xwaringehê ye. Girîngî û piştgiriya dibistanan di warê lojîstîk, qirtas û kincên yekreng de û guhertina hemû konê di kampê de.”
‘Pêwîst e bi aweyekî lezgîn mijara vegera koçberan were çareserkirin’
Rêveberê Kampa Waşokanî Yûsiv Şêxmûs axafina xwe wiha bi dawî kir: “Ruxmî ku gelên Serêkaniyê û Girê Spî kampa Waşokanî ji xwe re kirine cih, lê belê bi hêviya vegera bajar, mal û milkê xwe bi israr in. Ji sala di 2019’ an ve dewleta Tirk Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirî ye û heta niha jî di wan bajaran de, dagirkerî berdewam e. Pêwîst e hêzên navdewletî bi aweyekî lezgîn çareseriyekê ji koçberên Serêkaniyê û Girê Spî re bibîne, da ku koçberên van her du bajaran berî serê salê vegrin cih û warên xwe yên resin. Di heman demê de, em bi hêvî ne ku berî serê salê koçberên Serêkanî û Girê Spî vegerin cih û warê xwe.”






