Zekî Bedran
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan diyar kir ku “vekişîna demildest ya QSD’ê ji herêmên ku piranî Ereb lê dijîn, şerta herî sereke ye û divê gava yekem be. Ev hîn nehatiye bicîhanîn. Her kes li bendê ye ku ev pirsgirêk çareser bibe. Ger çareser nebe, dibe ku pevçûnên pir cidî derkevin holê.” her wiha Fîdan teqez kir ku “QSD’ê ji bo paqijkirina endamên PKK’ê ji Tirkiye, Iraq an Îranê tu nexşerêyek pêşkêşî Tirkiyê nekiriye… PKK’ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye û hêzek dagirker û kolonyal e.” Ev daxuyanîyên wisa awayekî zelal wekî amadekariyên êrîş û komkujiyê li dijî gelê Kurd in. Li ser bingeha xerabkirina biratiya qaşo Kurd ûTirk in. Ew îdia dikin ku dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Rêber Apo ji bo vê yekê gavên dîrokî avêt û şer û têkoşîna çekdarî bi dawî kir. Hebûn û têkoşîna çekdarî ya PKK’ê bi dawî bû. Lê ew berdewam dikin ku PKK’ê wekî hincetek ji bo berdewamiya dagirkirina Sûriyê, taybet jî zext û gefên li ser Kurdan zêde bikin. Bêyî PKK’ê, ti hincetek wan ji bo şer û pevçûnê li Sûriyê tine ye. Divê ew bi eşkere dijminatiya xwe ya li hember Kurdan ragihîn in. Ev ne hincetek e ku li tevahî cîhanê bê pejirandin. Ew berdewam dikin ku hemî kiryarên xwe yên xerab bi PKK’ê û qaşo têkoşîna li dijî terorê rewa bikin.
Gotinên ku dibêjin divê QSD’ê tavilê ji herêmên ku piraniya wan Ereb in vekişe, nîşan dide ku li ser deskeftiyên Kurdan çi plansaziyên xêrab tê meşandin. Ew dixwazin nîjadperestiya Ereb gûr bikin û Ereb û Kurdan li dijî hev bidin şerkirin. Rejîma Baasê jî heman kiryar pêkdianî. Li Dêrazorê, hin komên çekdar hatin rêxistinkirin û hewl dan ku alozîyan derbixin. Hin ji wan wekê qaşo milîs li ser navê dewleta Îranê tevdigerin. Kesên ku di tometbarên sucên cûda ji herêmê reviyan û li cem rejîmê bi cîh bûn. Niha, dewleta Tirk van koman jî sazûman dike, û HTŞ’ê jî piştgiriyê dide wan. Wan ev komên çete û dagirker wekî eşîrên Ereb ên ku li dijî QSD’ê şer dikin nîşan dan, û ew vê yekê hîna jî didomîn in. Bi daxwaza ku QSD ji herêmên Ereban vekişe, dewleta Tirk hewl dide ku yekîtî û aramiya di navbera pêkhateyên Ereb û Kurdan de xerab bik e. Lê ji nîvê zêdetir şervanên QSD jixwe pêkhateyên Ereb pêktên. QSD’ê nûnertiya gelê tevahiya Sûriyê dik e. Çima ew ê dev ji gel û axa xwe berdin? Wekî din, QSD razî bûye ku tevlî artêşa Sûriyê bibe. Danûstandinên li ser vê mijarê berdewam dikin. Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10’ê Adarê de li Şamê bi Rêveberiya Xweser re peymanek îmze kirin. Li gorî vê yekê, amadekarîyên pêkanîn û hevkariyê didomin. Hêzên mîna DYA jî hewldanên xwe ji bo pêşxistina pêvajoyê didomînin. Ji bo vê armancê li Parîsê civînek hatibû plankirin. Divîyabû DYA, Fransa û NY beşdar bibin û wekî garantor tevbigerin. Lê dewleta Tirkiyê ev yek asteng kir. Wan zext li ser HTŞ’ê avakir, wan jî xwe hevdîtinan vekişand. Wan nexwest ku raya giştî û hêzên navnetewî wekî çavdêr an navbeynkar tevlî bibin. Ew hewl didin ku pêşî li deskeftîyên Kurdan bigirin ku nebin mijara danûstandin û peymanên navnetewî.Gelê Kurd sedsala 20’an bê statû derbas kirin, û dixwazin di sedsala 21’an de jî wisa bimînin. Ev bûye stratejiyeke domdar ya dewleta Tirkiyê.
Dewleta Tirkiyê gelek caran jî li ser HTŞ’ê jî zext ava dik e. Mîna ku HTŞ artêş û dewletek hevgirtî ava kiribe û Kurd astengiyê wê bikin. Armanca sereke ya HTŞ’ê ne aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ew di navbera xwede lihevkirin e Bêyî destwerdana dewleta Tirkiyê, QSD, Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz ya Şamê dê pirsgirêkên xwe zûtir çareser bikin. Tirkiye israr dike ku roleke navendî bilîze ne ku bibe navbeynkar. Ew her wiha hêzên mîna DYA û Fransayê jî asteng dike. Wezîrê derve yê Tirkiyê bi PKKê ve mijûl e û bi berdewamî balê dikişîne ser kesên ku beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê dibin. Ma çi hevkariya Kurdan bi hewr e xwezayîtir e? Ew her tim dibêjin ku yên ku ne welatiyên Sûriyê ne divê ji Sûriyê derkevin. Ew baş dizanin ku Kurdên ji beşên din ên Kurdistanê li Sûriyê ne mayînde ne. Gelek ji wan jixwe vegeriyane. Yên ku mane baş in û kes nabêje ku ew ê neçin. Rêveberiya Xweser û QSD xwe bi xwe birêve dibin. Di vê yekê de ti pirsgirêk tine, lê Tirkiyê ye ku pirsgirêkan ava dike. Pirsgrêka rastîn li Sûriyê bi hezaran niştecihên Asyaya Navîn, Efxanî û Afrîkî ne. Piraniya wan ji bingeha xwe ji DAIŞ û El Qaîdeyê ne û hîn jî heman bîrdoziyê re xebat dikin. Tevahiya cîhanê ji wan bêzar e. Lê hikûmeta Tirkiyê vê rastiyê paşguh dike. Berevajî vê, ew dixwaze ku ew li Sûriyê bimînin û HTŞ’ê xurt bikin. Tirkiyê ti nerazîbûnek li hember beşdarbûna van çeteyên qirker ya di na desthiladariya Şamê de nîşan nade. Divê gelê Sûriyê û kesên ku piştgirîya demokrasî û aştiyê dikin bizanin ku Tirkiye şerekê dagirker û qirker dimeşîne. Ew bi xwe dibêjin ku ev şer dê pir dijwar be. Weke herêmên Durzî, ew şerekî bê pîvan û xwînrêj di bin qaşo bingeha eşîrên çekdar de plan dikin ku li dijî QSD’ê şer bikin. Divê were fêmkirin ku Tirkiye gurkirina alozî û gengeşiya herêmê de roleke diyarker dilîze.






