Farûk Sakik
Dema ku muzekereyên Îrlanda Bakur bi Peymana “Îniya Pîroz” bi dawî bûn, di hevdîtinan de George Mitchell jî cîh digirt. Gotinek wî heye:
“Nayê gotin ku alî xewnên xwe biterikînin; divê ji wan ev yek neyê xwestin. Divê çareseriyek were pêşniyarkirin ku rê bide her du aliyan da ku xewnên xwe pêk bînin. Lê bi awayek aştiyane.”
Îro ji dewlet ji Tevgera Kurdan vê yeke dixwaze. Tu Kurdek dest ji xeyalên xwe yên Kurdistanek azad bernade. Gerîla jî dema çek şewitandin, ew roj xeyalên xwe neşewitandin. Di xeyalê wan de azadiya Rêber Apo hebû. Dema azad bibuya wî yê rê li pêşiya xeyalên wan vekira.
Di 26’ê Cotmehê de, tevgera azadiyê ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîne qonaxa duyemîn, hemû hêzên xwe yên gerîla vekişand Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di heman deme de merasimek sembolîk jî hat lidarxistin.
Dewlet jî xwedî berpirsyariyek, divê demildest gavên siyasî û hiqûqî bavêje.
Di destpêkê de dive azadiya Rêber Apo ya fizikî gav werin avêtin. Ya duduyan jî ji bo gerilla vegere Bakur tevlî xebatên siyaseta demokratik bibe û kesên ji sedemên cûda bi salan e li sirgunên in vegerin, qanûn werin derxistin.
Di nav gel de guftugoyên cûda têne kirin. Gumanên wan henin. Dibêjin piştî merasima çekşewitandinê diviya dewlet gav bavêta. Lê bi tenê li meclisê avakirina komisyonek sînorkirî hişt. Ev komisyon esas mixatabê pêvajoyê Rêber Apo re hevdîtinan pêknayne, Gerîlla çima gava duyem avêt? Di nav civakê de ev deng bilindibin.
Serokê komusyona Meclisê, Nûman Kurtulmiş piştî vê merasîmê daxwiyaniyek dida û digot, êdî şer bi dawî bûye dive di dewsa çekan de fikir û raman derkevin pêş. Ev axaftina xwe jî bi gotina li Sûrî, Iraq û Îranê jî çekê şer bêdeng bibin, dawî dikir. Divê ji îro bi şûn de zimanê aştiyê were bikaranîn. Divê Kurtulmûş jî ji hişmendiya metîngeriyê derkeve. Ew heyeta ku Rêber Apo li bendeye bişîne Îmrali.
Gerîla di pêvajoyên aştiyê de berpirsyariyên xwe dizane. Ji bo pêşî li provaksiyon û êrişan bigire derbasî heremên “parastinê” dibe. Li vêderê bi tene heta ew roj were xwe diparêze.
Dema merasîmê daxwazek wan hebû: Weke dawîn banga me, di serî de ji bo jin û ciwanan ji bo hemû gelên me ye. Pêvajo ne ew pêvajo ye ku ji hinekan hin tiştan hêvî bikin, pêvajo ew pêvajo ye ku bi têkoşîna rêxistinkirî avakirin û qezenckirina jiyana azad û demokratîk e. Wê wextê her kesên ku xwe di nava vê jiyanê de dibînin, ji bo serketina ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ di asta seferberiyê de divê têbikoşin.
Têkoşînek mezin li Bakûr divê were kirin. Têkoşîna zimanê Kurdî. Rêber Apo jî di hevdîtinek xwe de digot ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê xebatê bimeşînin. Ji dibistana serete hetanî zanîngehan pêwîst e zimanê Kurdî perwerde were kirin.
Berê dihat gotin êrişên dewletê hene. Di roja me de ev êriş tunenin. Gerîla jî ji bo ew êrîş rawestin gavan davêje.
Şaredarî dikarin ji bo navê Kurdî li kolanan, li qadan, li gundan bikin xebatê bimeşînin. Dibistan werin vekirin. Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê jiyanê gereke bênavber xebat werin meşandin.
Siyaseta demokratîk ji pozisyona parastinê derkeve. AKP bi zanebûn dixwaze hertim DEM Partiyê bi hin tiştên cûda tawanbar dike da ku ew jî bi tene xwe biparêzin. Heman tiştî anî sere CHP’ê. CHP îroj bi tene di moda parastinê de ye. Erka xwe ya mixalefetê bi kar nayne. DEM Parti di vî warî de baldar be.






