Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Nepêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo binpêkirina pîvanên mafê mirovan e’

29/10/2025
in ROJEV
A A
‘Nepêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo binpêkirina pîvanên mafê mirovan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hiqûqnas Mihemed Emîn Neîmî destnîşan kir ku nepêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo binpêkirina pîvanên mafê mirovan e û got; “Ji bo serxistina pêngava Aştî û Civaka Demokratîk pêwîst e demildest Rêber Apo fîzîkî serbest bê berdan.”

Weke tê zanîn ji mafê her mirovekî girtî ku piştî 25’an serbest bê berdan, lê li Tirkiyê zagon û pîvanên mafên miovan tê binpêkirin bi taybet di doza Rêber Apo de ku Tirkiyê bi rengekî sîstematîk Mafê Hêviyê paşguh dike û her gavên pêkanîna wê dereng dixe. Tevî bangên domdar li ser asta cîhanî ji bo çareserkirina doza mafê hêviyê lê rayederên Tirkiyê tolaq dikin, ev yek astengiyek li pêşiya hewldanên bidawîbûna pevçûnê bi rêya diyalog û demokrasiyê ye nemaze bang û hewildanên Rêber Apo yên ji bo aştiyê û civaka demokratîk.

Derbarê pêkanîna mafê hêviyê hiqûqnas û Hevserokê Însyatîfa Parêzên Sûrî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn Neîmî ji Rojnameya me re axivî.

Hiqûqnas Mihemed Neîmîdi destpêka axaftina xwe de tekez kir ku mafê hêviyê mafekî zagonî ji bo her girtiyekî ye û wiha anî ziman: “Revandin û girtina Rêber Apo li dijî mafên miorvan bû, ji ber ku tu sûc nekiriye, biryarên ku di der heqê wî de derdikevin, binpêkirina mafê hêviyê û derengiya bicihanîna wê biryareke polotîk û siyasî ye, ne biryareke dadwerî û zagonî ye ku li gorî pîvanên mafan. Biryara girtina heta hetayê ku der heqê Rêber Apo de derket dewleta Tirk bi îşkenceyê jî girêda. Li gorî pîvanên dewleta Tirk girtina het hetayê li ser 30 salî ye, ev binpêkirineke ji pîvanên mafê mirovan e ji ber ku ev yek di hevpeymana Viyenayê de hatiye tekezkirin ku hemû zagon li ser asta navdewletî divê bêne pêkanîn. Zagona ku li Tirkiyê tê pêkanîn di derbarê Rêber Apo de li dijî pîvanê zagonên mafê mirovan e, divê zêdetirî 25 salan di girtîgehê de nemîne herwiha divê lêborîneke çêbibe û mafê hêviyê bê pêkanîn.

Rêber Apo di girtîgehê de 27 sal derbas kiriye û ketiye temenê 78’an de, zagonên mafên mirovan dibêje ku li ser 70’ê salî nema çêdibe girtî di girtîgehê de bimîne û çênabe biryara der heqê wî de bêne berdewam kirin. Dewleta Tirk di derbarê Rêbe Apo de ji sedî 100 zagonên navdewletî binpêkiriye.”

‘Di danazana mafên mirovan de mafê jiyanê mafê herî pîroz e’

Hiqûqnas Mihemed Neîmî wiha domand: “Mafê hêviyê pîroziyeke bêhempa dide jiyana mirovan. Mafê hêviyê li gorî xala sêyemîn ji Hevpeymana Mafê Sivîlî, Polotîkî, Çandî, Aborî û Civakî sala 1966’an derketiye ku dibe mûvikeke ji mûvikên herî sereke di nav zagonên navdewletî de di çarçoveya mafê hêviyê de. Ev zagon hem dijî darvekirinê ye hem li dijî girtina mirovan zêdetirî 20 salan e û tekez dike ku girtiyê temenê ser 70 salî çênabe di girtîgehê de bimîne her çend bi dozên giran jî hatibin hukim kirin.

Di heman demê de jî xala mafê jiyanê di Danazana Giştî ya Mafên Mirovan ya 1948’an jî heman yekê dibêje ku mafê jiyanê mafekî bingehîn e û çênabe kesek di girtîgehê de bimîne. Eger em vegerin binpêkirinên dewleta Tirk ku li dijî Rêber Apo pêk aniye mirov dikare dozeke dijî wê veke. Dewleta Tirk weke dijberekî ji Rêbe Apo, ji fikir û gelê wî re ye.”

‘Dewleta Tirk bi rengekî şiklî tev digere’

Hiqûqnas Mihemed Neîmî bal kişan ser banga aştiyê û wiha got: “Her kes dizane bê sîstema girava Îmraliyê çi ye, sîstema îşkence û tecrîdê bi awayekî giran li ser Rêber Apo hat ferzkirin heta gihaşt astekê ku êdî tu agahî li ser rewşa wî nedihat nas kirin. Heta ku rewş li Erogan teng bû ku xwe avêt Rêber Apo lewre hişt ku Omer Mihemed Ocalan di 23’ê mijdara 2024’an de hevdîtinê bike, êdî di 27’ê Sibata 2025’an de Rêber Apo banga Aştî û Civaka Demokratîk raghand, lê heta îro dewleta Tirk tu gavên ku baweriya mirov pê bê ne avêtiye, tenê di rengekî şiklî tev digere.

Ji bo şopdariyê ji pêngava Aştî û Civaka Demokratîk bê kirin divê Rêber Apo serbest bê berdan û bi renegkî fîzîkî rêveberiya vê projeyê bike. Tirkiyê pîvan, daxwaz û berjewendiyên wê yên veşartî hene ku naxwaze Rêber Apo bi fîzîkî azad be.”

‘Dosya Rêber Apo girêdayî dosya mafan e’

Hiqûqnas Mihemed Ehmed Neîmî wiha gotina xwe qedand: “Dosya Rêber Apo ne tenê girêdayî kesayeta wî ye lê dosya mafan pê girêda ye. Rêber Apo daxwaza wî mafê demokratîk e ku mafê kurdan di destûreke nû de bê misogerkrin li gorî pîvanê zagonên navdewletî. Em dîsa destnîşan dikin ku divê bi awayekî lez mafê hêviyê bê pêk anîn ji ber ku derengiya wê dê bandorê li ser gelan bike, ev yek jî Rêber Apo di hevdîtinên wî yên herî dawî de tekez dike. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî gelek caran bang li Tirkiyeyê kiriye ku bi awayekî yasayî mijara mafê hêviyê çareser bike, lê rayedarên Tirkiyeyê van bangan paşguh dikin.

Weke parêzerên Rêber Apo di heman demê de em kar û xebatên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serkeftina banga Aştî û Civaka Demokratîk bidest bixin li ser asta herêmî û cîhanî bi taybet di Rojava de; berdewam dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.