Nehîr pale
Di civaka zayendperest de rojane pêl rûmeta jinê dikin, işkence lê dikin û weke xizmetkaran nêzî wê dibin. Ne tenê ev yek tê kirin, ji jinê dixwazin li hemberî kesên pêl rûmeta wê dikin bêdeng bimîne. Çima jinê fêr dikin ku tehemul bike û bêdeng bimîne, çima li şûna wê jinê fêr nakin ku parastina xwe bike û bighîje rewşa bibe kujer. Saziya malbatê û dewletê fêrbûne hem zulmê li jinê bikin hem jî wê di hemû pirsgirêkan de sûcdar bikin. Qanûn ji malbatê, ol û dewletê nebaştire, li ser encamê hukim li jinê dibire û wê ceza dike. Mêrên destdirêjî li jinê dikin, işkence dikin û dikujin gelo çiqasî hesab ji wan tê têxwestin. Civaka zayendperest bi edalet nêzî pirsgirêkên jinê nabe û bi riya zagon û exlaqên ol wê qeyd dikin. Di civakê de kî bikuje, işkence bike, bidize û pirsgirêkan çêbike bila hesab jê were xwestin, lê bele civaka zayendperest tenê jinê sûcdar dike û her tiştê mêr rewa dike.
Jina ji Til-Temir bêsedem hevjînê xwe nekuştiye, ew bi xwe dibêje ev bûye 19 sal hevjînê wê rojane îhanet lê dikir û işkence li wê û 5 zarokên wê dikir. Çima pirsgirêka wê malbatê gihîştiye asta kuştine? Qanûn, ol û kevneşopiyên civakê çima ev pirsgirêk çareser nekirin û bar hemû li ser jinê hiştin. Jin hene di aliyê ruhî de rojane têne kuştin û dema fîzîkî jî werin kuştin li ser digrin û hesab ji kesî nayê xwestin.
Mafê malbat, qanûn, mêr û dewletê nîne ku jinê lêpirsîn bike yan hukim lê bibire, ji ber wan bi xwe jin anîne rewşa bidize, bukjê, madeyên hişbir bikar bîne, ji malbatê bireve û bi mêran re têkeve nava têkiliyên ne rewa. Eger di civakê de navbera jin û mêr de wekhevî hebe û bi edalet nêzî jinê bibin, jin nakeve rewşa bi rêbazên hovane hevjînê xwe bukje û tolê rabike.
Ji bo vê bûyera Til-Temir ji dada civakî têxwestin ku şensê jiyanê bide wê dayîkê û kurê wê. Jineke 19 salan tûndî tehemul kiribe divê firseta jiyanê ji bo wê were dayîn.
Li ser asta cîhanî tûndiya li ser jinê tê meşandin, berdewam dike. Tevgerên jin li hemberî zîhniyeta zayendperest û tûndiya li jinê tê kirin, têdikoşin. Mirov nikare bibêje giştî jin di nava vê têkoşînê de ne û berpirsyartiya çareserkirina pirsgirêka cinsiyetparêziyê rakirine. Jinên ku têdikoşin jî, jixwe saziya malbatê, civaka zayendperest û dewlet her tim êrîşî wan dikin û li pêşiya xebatên jin dibin asteng. Bi sedan jinên têkoşer di zîndanên Îran û Tirkiyê de ne, jinên Afxanistan jî ji ber mafên xwe dixwazin û Talîban qebûlnakin her tim têne kuştin û destdirêjî li wan tê kirin. Ji xwe rewşa jin li Îraq, Tûnis û giştî dewletên Rojhilata Navîn li ber çav e.
Jin ji bo guhertin û veguhertina zîhniyeta mêr têdikoşe lê belê pirsgirêkên jin wê jin bi xwe çareser bikin û pişta xwe nedin malbat û dewletê. Niha Kongreya Star û Meclisa Kombûna Jin a Zenûbiya bi riya komîteyên xwe berpirsyartiya çareserkirina pirsgirêkên jin rakirine. Hemû.






