Îsyan Karadeniz
‘‘Pêwîste nasnameya jinê ya ku hatiya avakirin ji hêmanên zayendîperest were paqijkirin. Divê jin ji bo vê yekê lêhûrbûn bikin. Eynî wekî ku V. Woolf gotiye; divê odeyek aydê jinê bi xwe hebe. Pêwîste derbarê xwe de bifikire û karibe xwe ava bike. Rêber Apo bi van gotinan bal dikşinê ser xwebun, irade û fikrê azad a jinê. Wekê jin ketina ferqa xwe, di ferqa êrişên li ser nasnameya xwe da buyin bi zanabuyinê ve girêdayî ye.
Hewceye kû em ji xwe pirs bikin; em kengê xwe aidê xwe his dikin?
Kijan kêliyên me aidê yên me ne?
Bi rastî jî ev his, ev daxwaz yên me ne yan yê hineka ne?
Mirov dikarî van pirsan zêde bike û bersivên van bi rojan niqaş bike. Ji bo na vê jî Rêber Apo minaka Virginia Woolf dide û qadên xweser a jinan çiqasî pêwiste û bêyî vê nabe carekî din tîne ser ziman.
Jinwar bi vê rol û misyonê radibe û wekê gundekê aidê jinan ku bikaribin li vir xwe ji nû ve bi nasnameya xwe ya azad ve biafirînîn, yên aidê û yên ku li ser wê hatiye ferz kirin ji hev bineqînîn. Da ku bibin minaka şenber a xwebunê. Ji ber ku xwebun buyerekê him fikrî û him jî laş yanî cismî ye. Xwebun di hundirê xwe de hebûn, form û şekil girtinê dihewine.
Gelo hebun çi ye?
Hebunekê me ya bi çi awayî heye?
Dema em li jiyana xwe binêrin di naskirina derûnî û laşê xwe de em çiqasî xwedî agahî ne?
Em çiqasî xwe nas dikin, nasnameya xwe ya hebunê de wekê jin çiqasî xwedî lêkolin in?
Gelek caran di van aliyan de nefikrandinên me dihêlin ku hinekan li şuna me biryar bidin an ji biryarên ku em dibejin ya min e; di esasê xwe de ne ya bi aqlê jinê, bi hisê jinê ne. Ji ber ku nasnameyekê jinê ya bi hezaran salan hatiye tepisandin heye û ev jî dihêle ku jin ji nasnameya xwe ya rast dûrketinek jiyan bike. Ji ber vê aloziya ku niha di nasnameya jinê de tê jiyîn gelek kûr e û pêdiviya vê lêkolinên sosyolojik hene. Nasnameya jinê ya ku bi şewaza aqlê jinê ve di çi astê de hatiye avakirin? Em çiqasî ji van agahdar in, em meraq dikin? an jî çiqasî bala me dikişine?
Rêber Apo di vê derbarê de nameya xwe ya de wiha diyar dike; ‘‘Jîneolojiyê bi vê mebestê rêyek girîng derbas kiriye. Kedeke bi nirx hatiye dayîn. Niha pêwîste ev ked, bi pêvajoya nû re hîn zêdetir wateyê qezenç bike. Pêwîste hebûna jinê rast were pênasekirin û nasname û hebûna jinê bi rêbaza wekhevîbûnê bê nirxandin.’’
Pêdivî heye ku her jinek bi Jineolojî ve xwe bigihinê raza jiyanê,nasname û hebunê. Bi nasnamebuyin, bi lêgerin û lêkolinên zanistê jinê ve dikarê xwe bigihinê azadiya civakî û tahlilên civaknasiyê. Ji ber ku wekê ku Serokatî jî tîne ser ziman; zanista ku li derdora jin bê avakirin wê bibe gavek destpêk a ber bi sosyolojiya rast ve.






