Esma Mistefa/Qamişlo
9’mîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Navneteweyî hat lidarxistin, Endama Komîteya Amedekar a Pêşangehê Narîman Ebdikê û Endama Akademiyên Jineolojî Zehrîban Hisên dan zanîn ku îsal peşdarbûna jin di pêşangehê de ji sedî 40’e û gotin, “Di qada wêjeyê de rol, hebûn û pênûsa jin gelek pêş ketiye”.
Pêşangeha Şehîd Herekol 9 sal in li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin, ev pêşangeh di aliyê xebatên edebiyatê li Rojavayê Kurdistanê de xwedî pêşketin û girîngiyeke bi heybet e. Bi hezaran nivîskar û weşanxane di seranserî 9 salan de tê de beşdar bûn û berhemên bi nirx tê de hatine îmzekirin û pêşkîş kirin. Di dewreya xwe a 9’an de Pêşangeha Şehîd Hereko ji asta herêmî derket û bû navneteweyî. Di vê salê de bi taybet berhem û çalakiyên jin her wiha beşdariya wê di pêşangehê de gelek diyarker bû. Têkildarî beşdariya jin di giştî pêşangehê de Endama Komîteya Amedeka Narîman Ebdikê her wiha ji Akedemiya Jineolojî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zehrîban Hisên ji Rojnameya me re axivîn.

‘Di qada wêjeyê de rola jin pêş ketiye’
Narîman di destpêkê de wiha got: “Di qada wêjeyê bi giştî de rol û hebûna jin gelek pêş ketiye û gavên pîroz diavêjin. Di pêşangeha îsal de bi rastî jin bi awayekî pir xurt xwe tê de bi cih kir. Di aliyê berhemên bi pênûsa jin her wiha beşdarî û tevlîbûna wê di îsal de ji sedî 40’e ev yek jî ji salên borî zêdetir e. Her wiha di hundir Pêşangehê de jinên nivîskar hebûn ku hinekan ji wan pirtûkên xwe îmzekirin. Bi taybet şaxek a lêkolîn û berhemên ku ji aliyê Akedemiyên Jineolojiyê ve hatine amedekirin hebû. Bi giştî rojane beşdarbûna jin ji bo pêşangehê bi sedan dihat kirin, hemû jinên di sazî û dezgehan de cihê sardana pêşangehê dikirin. Di heman demê hejmarek mezin ji jinên nivîskar hene ku pirtûkên wan di pêşengehê de amede ne, ew jin ji hemû herêman berê xwe dan pêşangehê da ku berhemên xwe bibînin. Em vê yekê jî bi awayekî erênî dinirxînin”.
Beşdariya jin di pêşangehê de
Narîman di berdewamiya axaftina xwe de behsa çalakiyên jin di pêşangehê de kir û wiha got: “Ne tenê beşdar bûn her wiha hin çalakiyên jin tê de hebûn. Li ser ziman Hevseroka Desteya Perwerdê weke jin rewşa zimanê Kurdî di salên şoreşê de bi awayekî semîner nirxand, her wiha ji aliyê Akedemiya Jineolojî ve semîner derbarê nirxandina nameya ku Rêber Apo ji Akedemiya Jineolojî re şandiye de hat dayîn. Di pêşangehê de hin karên destan yên jin hatin pêşkêşkirin ku ew jî xweşikbûneke li pêşangehê zêde kir”.
Jineolojî bi 11 pirtûkan beşdar bû

Her wiha Zehrîban Hisên Endama Akademiya Jineolojî ku di pşangehê de yekem weşana jin e di derbarê tevlîbûna ji pêşangehê re de wiha anî ziman: “Weke weşanên Akedemiya Jineolojî îsal sala 3’yem e em beşdar dibin, îsal em bi 11 pirtûk û berheman amede bûn. Di dewreya 2025’an de belgeyên Konferansa 2’yem a Zanistî ya Jineolojî bi sê zimanan Tirkî, Erebî û Kurdî hatin weşandin. Her wiha pirtûkên notên dersên Jineolojî, pirtûka bingeha dîrokî û şoreşa jin bi Kurdî û Erebî, pirtûka Tezên Azadiyê ya Rêbertî bi Kurdî û Erebî, Şehîd Atakan Mahîr bi Kurdî û Erebî, pirtûka Nagîhan Akarsel bi Tirkî, destpêkek ji bo Jineolojî û pirtûkên derbarê rola jinan di Şoreşa Rojava de, bi giştî bi çavê jin li Şoreşa Rojava nêrandin pirtûkên di van derbaran de hatine weşandin”.
‘Pênûsa jin xurtir dibe’
Zehrîban xuya kir ku her roj pênûs û şoreşa jin mezintir dibe ji ber wê, wê di salên bê de hebûna jin hîn diyarkertir be û wiha domand: “Bi rêjeya ku hatiye diyarkirin, tevlîbûna jin di îsal de ji salên derbasbûyî baştir e. Bi vê yekê re tê xuyakirin ku wê di salên bê de hîn xurtir be, ji ber her roj her kêlî pênûsa jin pêş dikeve, şorşeşa jin mezintir dibe û ev dibe gavek ku jin bi raman, şêwaz, hebûn û îradeya xwe; xwe di qada wêje û nivîsandinê de pêş bixîne”.
Di heman demê de Zehrîban bal kişand ser girîngiya beşdariya Jineolojî di van çalakiyan de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di pêşangehekî weke Şehîd Herekol de ya ku bûye Navneteweyî, em dikarin bi vê wesîleyê çand û kaseyetên cuda nas bikin, her wiha weşangeh û nivîskarên cuda em nas bikin ku çawa li şoreşa me dinêrin, nêrîn, nirxandin û rexneyên wan çi ne em bizanibin. Ji wê zêdetir em dikarin van mijaran, destkeftî, bûyer û geşadanên ku di şoreşa jin de hatine qewimandin û diqewimin bi zimanekî edebî ya jin îfade bikin”.







