Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Avakirina Komînan Bingeha Civaka Demokratîk û Azad”

28/10/2025
in NÛÇE
A A
“Avakirina Komînan Bingeha Civaka Demokratîk û Azad”
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/Qamişlo

Rêveberiya Xweser ya Kantona Cizîrê  bi dirûşmeya “Bi Avakirina Komînan Bingeha Civaka Demokratîk û Azad e” konfiransek li parka Azadî ya li bajarê Qamişlo lidar xist.

Îro, li bajarê Qamişlo Konfiransek ji bo rêxistinkirina komînan li ser asta Kantona Cezîrê ji aliyê Rêveberiya Xweser ya Kantona Cizîrê bi dirûşmeya “Bi Avakirina Komînan Bingeha Civaka Demokratîk û Azad e” de hat lidarxistin. Ev Konfirans di encama Konfiransên komînan de hat lidarxistin û herwiha di encama vê Konfiransê de jî wê di demên pêş de konfiranseke din li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê lidarxistin. Armanca lidarxistina vê Konfiransê pêşxistin û aktîvkirina pêşxistina komînan di nava civakê de ye.

Di Konfiransê de hemû saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jin, saziyên Civakî û komînên Kantona Cizîrê beşdar bûn.

 

Di destpêka Konfiransê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin, piştre ji aliyê endama Rêveberiya EkadEmiya Perwerde û Lêkolînên Stratîjîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ibtîsam Hisên ve persketîfên Rêber Abdullah Ocelan û xalên Hevpeymana Civakî hatin xwendin.

Li ser rewşa siyasî endamê Desteya Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Aldar Xelîl axivî û wiha got:“  Pêvajoya ku niha Sûrî têre derbas dibe pêvajoyeke pir hestiyare, herwiha ev  siyaseta ku niha hikûmeta veguhêz a Sûriyê dide meşandin, di heman demê de siyasteta ku li Rojhilata Navîn û li cîhanê tên meşandin her kes li gorî xwe dinirxîne. Ev zêdeyî sed salî ye ku lîstik û siyaset li ser Rojhilata Navîn tê meşandin, lê Rêber Apo her tim hewldanên xwe dike ku vê siyastê û pirisgirêka Rojhilata Navîn çareser bike.”

Piştî rewşa siyasî, mafê axaftinê ji beşdaran re hat dayîn ku li ser rola komînan di nava civakê de nîqaş bikin.

Hêjayî bibîranînê ku wê di dawiya konferansê de encamên civîn û konfiransê ku li ser asta bajaran hatin lidarxistin, bên nîqaşkirin û  pêşinyarên ku hatin kirin bibin cihê biriyardayînê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.