Ronahî Sadûn/Qamişlo
Her bajarek ji bajarên Kurdistanê dîrokeke wê ya lehengiyê heye, lê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dîroka xwe ji nû ve bi destên Şervan, Egîd û Arînan nivîsand ku cîhan ji tirseke mezin a çeteyên hov DAIŞ’ê rizgar kir. Kobanê bi wêrekiya xwe bû cîhanî û 1’ê Mijdarê bû “Roja Kobanê ya Cîhanî.”
Li Deraa ya li başûrê Sûriyê, gel di 15’ê Adara 2011’an de li dijî hikûmetê dest bi xwepêşandanan kirin. Ev xwepêşandan piştre belavî bajarên din ên welat jî bû, hikûmeta Eseed a têkçûyî ji bo çewisandina serhildanê li dijî gel dest bi tundiyê kir. Bi taybetî Ehrar El Şam, eniya El Nusra û gelek çeteyên din ên ku piştgiriya xwe bi taybetî ji dewleta Tirk û hin dewletên din ên herêmê digirin, li ser bajarên Rojava dest bi êrişan kirin. Êrişa destpêkê li dijî bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hate kirin. Bi berxwedana mezin a ciwanên Kurd, hemû êrişên çeteyan hatin têkbirin. Gelê Rojava li aliyekî li dijî êrişên çeteyên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin têkoşîneke bê hempa meşand û li aliyê din jî xebatên xwe yên ji bo Rêveberiya Xweser didomand.
Çirûzka Şoreşê ‘Kobanê’
Li Kobanê di 23’yê Sibata 2012’an de meclisa gel dest bi xebatên xwe kir. Têkildarî vê yekê, xebatên mala jin, saziya zimanê Kurdî jî bilez hatin meşandin. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de, li Kobanê ya ku navê xwe weke sembola berxwedanê derbasî dîrokî kir, çirûska destpêkê ya şoreşê hate vêxistin. Xelkê Kobanê dest danî ser saziyên girêdayî hikûmeta berê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê ragihandin. Çirûska ku li Kobanê vêketî, li herêma Efrîn û Cizîrê dewam kir.
Hisabê DAIŞ’ê têk çû
Çeteyên DAIŞ’ê di Hizêrana 2014’an de bajarê herî mezin ê Mûsilê tenê di 6 rojan de desteser kir. Di meha Sibatê ya heman salê de çeteyên DAIŞ’ê yên ku êrişî Şengalê kirin, êdî tirs belavî hemû cîhanê kiribûn. DAIŞ’ê li Sûriyê bajarê Reqa ji xwe re weke paytext diyar kir. Bi sedan jinên Şengalî yên ji Şengalê revandibûn, li meydanan difirotin. Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êriş birin ser gundê Serzûrî yê ku 37 kîlometre ji Kobanê dûr e. Hesab dikirin ku gundê Serzûrî ya ku ji bo herêmê di rewşeke stratejîk de ye, bigirin û Kobanê bikin du parçe, bi vî rengî wê dagirkeriyê hîn hêsantir bikin. Lê belê tiştek hebû ku çeteyên DAIŞ’ê hesab nekiribû. Kobanê ne mîna Mûsil, ne Reqa û ne jî Şengalê bû. Li wir 12 şervanên fedayî yên xwedî ruhê azad disekinîn. Berxwedana ku 12 ciwanên Kurd ên fedayî li Serzûriyê raber kirî, nexşerêya berxwedana ku ji vir û şûnde bê dayîn jî diyar kirin.
Berxwedana Kobanê sînorên Kurdistanê derbas kir
Xelkê Kobanê û şervanên wê bi derfetên xwe yên kêm li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke dîrokî ya 134 rojan, raber kir. Ev berxwedana ku roj bi roj dewam kirî, pêl bi pêl belavî hemû parçeyên Kurdistanê bû. Bi taybetî ji Bakurê Kurdistanê bi hezaran ciwan herikîn Kobanê. Gel sînor derbas kir û hewl da derbasî Kobanê bibe. Dewleta Tirk ku piştevanê herî mezin ê çeteyên DAIŞ’ê ye, li ser sînor ji bo astengkirina gel êriş dikir. Lê belê nekarîn yek gavê jî bi ciwan, jin, kal û zarokên Kurd bidin avêtin. Her roj hejmara kesên piştgiriyê didin berxwedana Kobanê, zêde dibû. Hingî ku li Kobanê berxwedan bilind dibû, berxwedana Kobanê êdî sînorên Kurdistanê jî derbas dikir û pêl bi pêl belavî hemû cîhanê dibû. Li her devera cîhanê Kurd û dostên wan, li ser piyan bûn.
Têkçûn DAIŞ’ê li kobanê destpê kir û li baxozê bi encam bû
Dema ku li seranserê cîhanê hêrsa li hemberî DAIŞ’ê ya berxwedana Kobanê afirandî mezin dibû, di heman demê de kîn û hêrsa dewleta Tirk a piştevaniya DAIŞ’ê dikir ya li hemberî gelê Kurd û şoreşa Rojava jî mezin dibû. Rewş giha asteke wisa ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan êdî piştevaniya xwe ya ji bo DAIŞ’ê bi awayekî eşkere îfade kir. Erdogan di 7’ê Cotmeha 2014’an de li Dîlokê got ku ‘dike ku Kobanê bikeve.’ Piştî vê axaftina Erdogan hêrsa gelê Kurd weke volkanekî teqiya. Di van serhildanan de ku weke ‘Çalakiyên 6-8’ê Cotmehê’ derbasî dîrokê bûn, di encama êrişên kontrayên Tirk de 50 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li Kobanê di 26’ê Kanûna Paşîn 2015’an de yekem têkçûna ku dawiyê li DAÎŞ’ê bîne, hate ragihandin. Piştî Kobanê şervanên YPG, YPJ û QSD’ê ji bo hebûna DAIŞ’ê ya li ser xakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin, dest bi pêngavên xwe kirin. Berxwedana ku li Kobanê desrtpêkirî, li Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê berdewam kir. Li Baxozê jî bi encam bû ku Baxoz weke keleha dawî ya DAIŞ’ê dihat pênasekirin.
Cîhan bi metirsiya DAIŞ’ê hişyar bû
Gelên cîhanê asta xetereya ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Kobanê kontrol bikin, fêm kirin. Di vê çaçoveyê de li 93 welatên cîhanê mîna Arjantîn, Japan, Afganistan, Misir, Fas û Tirkiyê û piraniya welatên Ewropayê, bi mîlyonan kes daketin qadan û bang li hikumetên welatên xwe kirin tavilê bikevin tevgerê. Hemwextê xwepêşandanên li welatên cîhanê, bi dehan şervanan taxên Kobanê diparastin ku hindik mabûn bikeve destê çeteyan.
Roja Cîhanî ya Kobanê
1’ê Mijdarê wekî rojeke cîhanî ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re hate ragihandin. Bi vê boneyê li gelek welatên mezin ên cîhanê, xwepêşandan li rêyên sereke, balafirgeh û pêşiya balyozxaneyên Tirkiyê hatin lidarxistin. Xwepêşandêrên ku piştgirî dan berxwedana Kobanê, piştgiriya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ′ê re şermezar kirin.
Herwiha seferberiya giştî ya ku Rêber Apo li girîgeha Îmraliyê ji bo Kobanê bang kiribû, dîsa jî banga KCK′ê ya parastina Kobanê di şerê ′çarenûsî′ yê ji bo qedera Kurdan de, xaleke girîng bû.
Li ser banga seferberiyê, ji welatên cuda yên cîhanê, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi dehan ciwan hatin Kobanê. Di heman demê de gelê Bakurê Kurdistanê li ser sînorê Kobanê mertalên zindî çêkirin û roleke girîng di rakirina dorpêça li ser şervanan de lîstin.
Cîhanî herikîn Rojava
Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ji bo gelên cîhanê bû çavkaniya têkoşîn û berxwedanê. Di berxwedana şarvanan a li Konbanê de li gelek deverên cîhanê kesên ku qet heya niha dengê kurd û Kurdistanê nebihîstine ji bo di vê têkoşîna mafdar û xwedî îrade de cih bigirin, herikîn Rojava.
Dewleta Tirk a faîst têkçûna DAIŞ’ê qebûl nake
Dewleta Tirk a faîst a têkçûna DAIŞ’ê qebûl nake, ji bo ‘tolhildanê’ zend û bendan ba dide. Di destpêkê de li hemberî kesên ku piştevaniya berxwedanê kirine, di bin navê Doza Kobanê ya Kûmpasê de dest bi binçavkirinan kir. Bi sedan kes hatin binçavkirin, girtin û bi êşkenceyê re rû bi rû man. Van yekan jî têrê nekir li hemberî Kobanê planên nû yên qirkirinê xistin dewrê. Bi hincetên cuda her roj Kobanê bombebaran kir, zarok û jin qetil kirin.
Kobanê keleha dîrokê û dîrok nayê windakirin
Dewleta Tirk di 5’ê Cotmeha 2023’an de li dijî qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişeke dijwar pêk anîbû. Di van êrişan de hemû binesazî, qadên xizmetê û qadên sivîlan hatin hedefgirtin û bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Gelê Rojava yê ku kesên di encama dagirkeriya Tirk de şehîd bûn, spartin axê berxwedana li hemberî van êrişan berdewam kirin. Herwiha di nava sala borî de bi seknên xwe yên bibiryar û berxwedêr nîşan dan ku wê li hemberî dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê serê xwe netewînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Dewleta Tirk careke din li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi êrişan kiribû. Di van êrişan de ku 4 rojan berdewam kir, dîsa qadên sivîlan, hemû binesaziya herêmê, qadên jiyanî û qadên gel ên aborî hatin hedefgirtin. Gelê Rojava dubare li hemberî êrişên dewleta Tirk li ber xwe dide.
Gelê Kobanê ê ku li hemberî êrişên DAIŞ û dagirkeriya dewleta Tirk berxwedana xwe berdewam dike û hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 1’ê Mijdarê de “Roja Kobanê ya Cîhanî” ku berxwedêran xwe bi cîhanê dayî îspatkirin, pîroz dikin.





