Hêvî Keleş/ Qamişlo
Hevserokê Sewaldariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Şêxmûs destnîşan kir ku sewaldarî beşek girîng ji aboriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji ber ku herêm ji aliyê ajalan ve dewlemend e, û ji bo gelek şêniyên herêmê çavkaniya debara jiyanê ye û wiha got: “Li herêmê yek ji girîngtirîn stûnên ewlehiya xwarinê Sewaldarî ye.”
Sewladarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di sala 2016”an de hate avakirin bi armanca parastin û rêxistina sewalan, dabînkirina pêdiviyên tenduristiyê yên civakê.
Sewaldarî li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê stûnek bingehîn pêk tîne. Ew ji bo gelek kesan li herêmê çavkaniya debara jiyanê ye û ajokerek sereke ya pêşkeftina domdar di sektora çandiniyê de ye. Sewaldarî di bidestxistina ewlehiya xwarinê û sivikkirina bandorên xizaniyê de dibe alîkar. Ew herwiha di kêmkirina lêçûnên jiyanê yên malbatên gundan û baştirkirina asta jiyanê û debara xelkê wan de dibe alîkar. Ev yek bi karanîna çend cureyên ajalan, di nav de çêlek, pez, bizin, deve, gamêş, hesp, mirîşk û masî, tê bidestxistin.

‘Hewldanên me ji bo piştgiriya sektora sewaldariyê hene’
Hevserokê sewaldariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Şêxmûs anî ziman ku Karê ku sewaldarî pê radibe yek jê birêxistinkirina klînk û embarên beyterî ye û wiha got: “Em li ser nexweşiyên sewala disekinin, herwiha li ser lîsansa û çi derman derbasî klînkên beyterî bibin li ser wan jî disekinin. Hin lawir hene nexweşin nabe bêne serjêkirin ev jî erkê me ye ji bo parastina mirovan ji nexweşiyan, nêçîra masiyan di dema zêdebûnê de em qedexe dikin ev karên ku bi giştî em dişopînin û birêxistin dikin. Her sal em bi amarên sewalan radibin, îsal jî em ê pê rabin ji bo ku li gorî wê em bibin alîkar bi xwediyê sewalan re. Hewildanên me hene ji bo ku dermanê nexweşiyên ku li herêmê belavin peyda dikin bi belaş weke alîkarî. Herwiha hewildanên me ji bo piştgiriya sektora sewalan, ku stûnek ewlehiya xwarinê li herêmê ye, di ronahiya pirsgirêkên ku ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê re rû bi rû dimîne, berdewam dikin. Li gorî salên berê, bi rêya zêdebûna projeyên çandiniyê, ku bûye sedema dabînkirina mîqdarên mezin ên ceh û hin materyalên xwarinê, lê bihayên wan heyanî astekî biha ne, başbûnek di bihayên firotina ajalên goştê wan zêde, nemaze yên nêr çêbûye, di heman demê de tevgera kirîn û firotinê li gorî salên berê baş bûye.”
‘Saktora sewalan jî ji ber ziwabûna îsal bi awayekî girîng bibandor bû’
Hevserokê sewaldariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Şêxmûs axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku sala çû gelek nexweşî belav bibûn û gelek lawir mirin, di vê salê dê me bêhtir rewşa sewalan şopandin û her demekê ji wan re têstan çêdikin, niha jî rewş dibin kontrola me de ye. Sektora sewalan jî ji ber ziwabûna îsal bi awayekî girîng bandor bû, ku bû sedema kêmbûna çêrgehan li herêmê. Ofîsa Sewladariyê ji bo hawîrdekirin û hinardekirina materyalên Beyterî destûrnameyan dide û çavdêriya belavkirina matreyela nixalê li hemû parêzgehan dike.
Yek ji sedemên sereke yên ku rewşa trajîk a sewalan li her derê xirabtir dike, hişkesalî û kêmbûna baranê ye. Îsal sewalên li Kantona Cezîrê rastî vê yekê hatin, ji ber ku kêmbûna baranê bû sedema kêmbûna çêrgehan, ji bilî girêdana bi xwarinê, ku ne tendurist û sedema sereke ya nexweşiyên ajalan tê hesibandin. Rêveberiya Xweser a Demokratîk hewl dide ku rewşa vê dewlemendiyê li gorî şiyanên xwe baştir bike. Lêbelê, rewşa bêîstîqrariyê ya li herêmê çavdêrî û baldariya mezintir a li ser sewalan asteng kiriye. Daxwaza ji bo berhemên ajalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber zêdebûna nifûsê, zêdebûna dahatan û guhertinên di şêwazên jiyanê û şêwazên xwarinê de bi lez zêde dibe. Di heman demê de, pergalên ajalan ji hêla gelek faktoran ve bandor dibin ku xwedîkirina wan sînordar dikin. Rêveberiya sewaldariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebite ku di vê demê de balê bikişîne ser vê sektorê da ku rewşa wê baştir bike û pêş bixe da ku pêşkeftina domdar bi dest bixe.”






