Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çapemeniya cihanê û ya dewletê pêngava dîrokî çawa dît

27/10/2025
in NÛÇE
A A
Çapemeniya cihanê û ya dewletê pêngava dîrokî çawa dît
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûça

Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd di civîna çapemeniyê ya li Qendîlê de ragihand ku wan dest bi vekişîna hemû hêzên xwe yên di nava Tirkiyeyê de ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve kiriye. rûxmê van gavên dîrokî jî dewleta Tirk û Çapeniya girêdayê wî bi zimaneke qirêj û dervay pêvajoy kartînin. 

Pêngav bi erêkirina Rêber Apo  di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê de hatiye avêtin. Daxuyanî di çapemeniya cîhanê de ciheke berfireh girt.

Lê rojnameyên wekî Cumhuriyet, Hurriyet, Sozcu, Yenî Şafak, Sabah û Mîlliyetê dîsa li gel ku PKK xwe fesih kiriye jî wekî rêxistina terorê pênase kir û di gotina “Terorê” de israr kir.

Pêngava Dîrokî di çapemeniya cîhanê de çawa hat dîtin

Reuters, ragihand ku PKKê “di çarçoveya pêvajoya bêçekbûnê de ji Tirkiyeyê vedikişe.” Herwiha di nûçeya xwe de cih da daxwazên Tevgera Azadiyê.

Al Jazeera, diyar kir ku PKKê ji Tirkiyeyê vekişiyaye Iraqê û merasîma îmhakirina çekan a dîrokî ya ku berê pêk hatibû, bibîr xist. Al Jazeera, got ku gavên PKK diavêjin dikarin encamên berfireh li seranserê herêmê bi xwe re bînin.

Associated Press (AP) û The Hindu, bi heman rengî daxuyaniyê bi sernavê “Şervanên PKKê ji Tirkiyeyê vedikişin Iraqê” weşandin.

Rojnameya Times of Israel, ragihand ku di daxuyaniyê de bang li Enqereyê hatî kirin ku ji bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê gavên hiqûqî bavêje û hat gotin ku şerê 40 salan bi dawî bûye.

NBC News û Barron’sê, ragihandin ku bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKKê hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişandiye Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di nûçeyê de bangên ji bo avêtina gavên hiqûqî û siyasî bêyî derengmayînê cih girtin.

AFPê jî ev pêşketina dîrokî bi van gotinan ragihand, “PKKê roja yekşemê ragihand ku ew ê tevahî hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vekişîne bakurê Iraqê û ji Enqerê xwest ku ‘bê derengmayîn’ ji bo pêvajoya aştiyê bi encam be tedbîrên hiqûqî bigire.”

Herwiha di nûçeyê de hat gotin: ‘Tirkiye vê daxuyaniyê bi dilşadî pêşwazî kir û weke ‘encameke şênber’ a hewldanên bidawîkirina şerê çil salan dinirxîne.”

Di nûçeyê de banga hevserokê KCK’ê Sabrî Ok jî ku dibêje divê komîsyona li meclîsê biçe Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar bike cih girt.

France 24, daxuyaniya dîrokî ya 26ê cotmehê weke ‘nîşaneya gihîştina siyasî ya tevgera kurd’ nirxand. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku vekişîn ji berxwedana çekdarî ber bi têkoşîna demokratîk ve gaveke diyarker e. Kanalê nivîsand ku ji bo pêvajoyê bersiveke erênî ji aliyê hikûmeta tirk ve wê ji bo aştiyê girîng be.

Bluewin.chê, ku navenda wê li Swîsreyê ye ev pêngav wekî “Beşeke binyadî ya pêvajoya aştiyê” bi nav kir û destnîşan kir ku “bersiva Enqereyê dê diyarker be.”

Rojnameya Yewnanistanê Kathimerini ev nûçe wekî “Beşek ji pêvajoya bêçekbûnê” şîrove kir.

ANSAya Îtalyayê, jî bal kişand ser banga endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok a ‘Bila demildest bi Rêber Apo  re hevdîtin pêk were.’

Rojnameya The Independent a Brîtanyayê, ev daxuyanî wekî “Bi vê pêngavê re bandora Rêberê PKKê Rêber Apo li ser pêvajoya aştiyê dîsa tê hîskirin” nirxand.

Al Arabiya, jî daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd weke “Di şerê demdirêj a li herêmê de pêşketineke şênber” pênase kir. Di heman demê de balê dikişîne ser bendewariya xwe ji hikûmeta tirk ji bo “reforma qanûnî.

Pêngava Dîrokî di çapemeniya dewletê de çawa hat nirxandin

Rojnameya Cumhurriyetê bi sernavê “Ji rêxistina terorê PKKê daxuyaniya ‘Me xwe ji Tirkiyeyê vekişand’.” nûçe parve kir.

Rojnameya Hurriyetê jî bi sernavê “Deqîqeya dawî… Rêxistina Terorê PKKê aşkere kir ku xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne” nûçe parve kir.

Rojnameya Sozcu jî bi sernavê “Daxuyaniya ku dihat payîn hat… PKK: Em hemû hêza xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin” cih da nûçeyê, lê di nava nûçeyê de jî dîsa wekî “Rêxistina Terorê ya PKKê” pênase kir.

Rojnameya Yenî Şafakê jî bi sernavê “Ji Rêxistina Terorê PKKê daxuyaniya ‘Me xwe vekişand’ cih da nûçeyê.

Rojnameya Sabahê bi sernavê “Rêxistina Terorê PKKê aşkere kir: Em hemû hêza xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin.”
Rojnameya Mîlliyetê jî dîsa heman sernav bikar anîn û PKK wekî rêxistina terorê pênase kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.