Birûc Resûl/Qamişlo
Endama Komîteya Amedekar Cewahir Osman diyar ku Meclisa Jin a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Konferansa xwe ya 3’emîn li darxist û got, “Em ê asta çalakiyan ji bo Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bilind bikin û azadiya Rêber Apo mesoger bikin.”
Meclisa Jin a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Konferansa xwe ya 3’emîn bi dirûşma “Bi rihê şehîdên azadiyê, demokrasî û aştiyê mayînde bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê kantona Cizîrê, bi beşdariya nêzî 400 delegeyên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Her wiha di konferansê de nerxandin li ser rola pêşengtiya jinan a di domandina rêya şehîdan, belavkirina nirxên azadî û wekheviyê de, di heman demê de behsa keda şehîdan di parastina herêmê û têkbirina terorê de hat kirin. Ji bilî vê jî rapora xebatên 2 salên borî yên meclisê û rêzikname hat xwendin û nîqaş kirin, bêguman hevserokê nû yê mecilsê hatin hilbijartin. Di vê çarçoveyê de Endama Komîteya Amedekar Cewahir Osman ji Rojnameya me re axivî.
Xalên di konferansê de hatin nîqaşkirin

Cewahir Osman di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku konferansa Meclisa Jin a Malbatên Şehîdan di rojek girîng de hat li darxistin û wiha domand: “Di 25`ê miha Cotmehê de ku di rojeke dîrokî û girîng de Meclisa Jin ya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Konferansa xwe ya 3’emîn bi dirûşma “Bi rihê şehîdên azadiyê, demokrasî û aştiyê mayînde bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” li dar xistin. Bêguman di 33`emîn salvegera şehadeta Bêrîtan de me bi hêzekî mezin konferansa xwe pêk anî. Helbet lidarxistina konferansê di qonaxeke dîrokî de ji bo piştgirîdayîna însiyatîfa aştiyê ya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, her wiha dayikên şehîdan li hemberî polîtîkayên li ser Rêber Apo û gelên herêmê tên ferzkirin helwestên cidî girtin. Di konferansê de gelek mijarên girêdayê azadiya Rêber Apo ya fîzîkî, di heman demê de ji bo asta bilindkirina têkoşîn û çalakiyan da ku azadiya Rêber Apo mesoger bibe, hat nîqaş kirin. Ji bilî vê yekê jî mekanîzmaya rêxistinî ya Meclisa Jinan ji bo malbatên şehîdan hate pişniyar kirin, bal hat kişandin ser zarokên şehîdan di warê perwerde û perwerdehiyê de û bilindkirina têkoşîna azadiyê ya ji bo azadiya jinê di nava civakê de.”
Pirsgirêk û çareserî
Endama Komîteya Amedekar Cewahir Osman di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di konferanê de hin xalên ku bûbûn asteng û pirsgirêk hatin derxistin li pêşiya kar û xebatê meclisê de bi awayekî cidî hat nîqaşkirin, di heman demê de çareserî jî ji van pirsgirêkan re hatin dayin. Her wiha çavdêriya pirsgirêkên tenduristiyê, mijarên madî û exlaqî, ji bo jin û zarokên şehîdan perwerde werin dayin, li gorî derfetên heyî ji bo jinan xaniyan çêbikin û li ser afirandina pirsgirêkên di navbera malbatan de dixebitin. Em hewl didin ku malbatên me yên şehîdan rastî tu zehmetiyan nebin û heya astekî baş em bi wan re bibin alîkar. Di heman demê de hin xalên di rêziknameya navxweyî jî hatin guhertin û di konferansê de hatin pêşkêşkirin, guhertin ji perspektîfa mafên hiqûqî hate qebûlkirin. Bêguman di konferansê de hevseroka jin ya Meclisa Jin a Malbatê Şehîdan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat hibijatin û hemû rêveberên meclisê di konferansê de sozê xwe ji bo şopandina rêya şehîdan û xeyalên wan, nû kirin.”
Armanc û bername:
- Bilindkirina asta çalakiyan ji bo azadkirina Rêber Apo ya fîzîkî .
- Xebat li ser vekirina perwerdeyê vekirî û girtî ji bo hevjînên şehîdan û endamên meclîsan.
- Xebat li ser vebijarkirina perwerdeyên xurtkirinê ji bo zarokên şehîdan di demê bihinvedanê de.
- Xebat li ser xurtkirina akademiya ş. Emgîhan cûdî û ş. Beşîr.
- Xebat li ser projeyên aborî ji bo jinan.
- Avakirina komînên xweser li kêleka komînên giştî ya saziyên malbatên şehîdan.
- . Xurtkirina ziyaretan û nîqaşên kesane.
- -Xebat li ser avakirina qomîteyên çandê.
- Li darxista meşên girseyî ji bo azadiya Rêber Apo.
- Komxebatên girseyî ji bo dayikên aştiyê.






