Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk aboriya Sûriyê desteser dike

27/10/2025
in NÛÇE
A A
Dewleta Tirk aboriya Sûriyê desteser dike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçayan

Bi hilweşîna rejîma Esed ve, dewleta Tirk li Sûriyê hewl dide ku di her qadê de xwe bi cih bike, û niha jî bi destê MÎT’ê aborî û bazirganiya Sûriyê dike armanc.

Krîza ku li ser kontrolkirina aborî û ewlehiya bazirganan li parêzgehên Sûriyê derketiye, careke din siya MÎT’ê li herêmê eşkere kir. Piştî hilweşîna rêveberiya Esed, dewleta Tirk bi rêya HTŞ’ê li Şam û Helebê di serî de saziyên îstîxbaratî û îdarî, ragihandin (posta, telefon û banke) û hemû sazî bi dest xistin. Niha jî, bi taybetî li Helebê û li gelek herêmên Sûriyê, di bin navê têkiliyên aborî û bazirganiyê de, hewl dide ku bi temamî aboriya Sûriyê bi dest bixe.

Pêngava MÎT’ê ya kontrolkirina aborî

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, di 23ê Cotmeha 2025’an de, MÎT’ê bi rêya Odeya Operasyonên Hevpar talîmateke balkêş ji waliyên parêzgehên Sûriyê re şandiye. Di talîmatê de, MÎT’ê ji waliyan xwestiye ku %40’ê dahatên parêzgehan radestî leşkerên Tirk bikin û ev pere rasterast bişînin Enqereyê.

Navên kesên ku ji aliyê MÎT’ê ve ji bo birêvebirina dosyayên darayî û komkirina pereyan li parêzgehên Sûriyê hatine peywirdarkirin wiha ne:

Muhammed Darsun (1970) – Parêzgeha Lazqiyê

Bahtiyar Şimşir (1963) – Parêzgeha Helebê

Sağlam Babacan (1965) – Parêzgeha Şamê

Hamid Kökçu (1971) – Parêzgeha Rîfa Dîmeşqê

Ujar Özyakub (1963) – Parêzgeha Hemayê

İbrahim Pakdemir (1970) – Parêzgeha Humusê

Sarwat Yalçın (1961) – Parêzgeha Tartûsê

Tahir Bilir (1969) – Parêzgeha Derayê

Hasan Serkan (1960) – Parêzgeha Îdlibê

Ev gavên MÎT’ê beşek ji stratejiya kontrolkirina çavkaniyên aborî yên Sûriyê û rêvebirina bazirganan ber bi Tirkiyê ve ye. Ev talîmat, serxwebûna darayî ya parêzgehan dixe metirsiyê û armanca MÎT’ê ew e ku aboriya herêmî ya Sûriyê bi temamî girêdayî Enqereyê bike.

Serhildana bazirganên Şam û Helebê

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatine bidestxistin, du roj beriya talîmata darayî ya MÎT’ê, di 21ê Cotmehê de, bazirganên navdar ên Şam û Helebê bi rêveberên ewlekariya giştî yên girêdayî HTŞ’ê, nûnerên Wezareta Parastinê û îstîxbarata HTŞ’ê re civiyan. Tê zanîn ku karmendekî girêdayî MÎT’ê jî beşdarî civînê bûye. Bazirganan daxwaz kirin ku li dijî dizî, kuştin û revandinê werin parastin, û diyar kirin ku eger rewş bi vî rengî bidome, ew ê Sûriyê terk bikin. Yek ji bazirganên navdar ên Helebê, xwediyê keştiyan Muhammed Elbiye, di civînê de îdîayên balkêş aniye ziman. Elbiye diyar kir ku rêveberên ewlekariya giştî û îstîxbarata HTŞ’ê bi pereyên zêde bazirganan tehdît dikin, û bûyerên dizî û revandinê ji aliyê van koman ve têne organîzekirin. Her çend rêveberên ewlekariya giştî ev tawanbarî red kirin jî, tê gotin ku hêrsa bazirganan bandoreke mezin li civînê kiriye.

Pêşniyara şopandinê ya HTŞ’ê ya bi nakok

Xala herî krîtîk a civînê, pêşniyara îstîxbarata HTŞ’ê bû ku ji bazirganan xwest di bûyera revandinê de cihê wan were tespîtkirin, di telefonên wan de karta SÎM’ê ya şopandinê were danîn. Ev pêşniyar ji aliyê bazirganan ve wekî heqareteke mezin hate dîtin û bû sedema bertekeke tund. Bazirganan diyar kirin ku ji bilî baweriya bi HTŞ’ê, ew ê bi saziyên mirovahî û rêxistinên mafên mirovan re hevkariyê bikin da ku xwe biparêzin. Hewldanên îstîxbarata HTŞ’ê yên ji bo kontrolkirina civînê û qayîlkirina bazirganan bi ser neketin, û bazirganan civîn terk kirin.

Navên rêveberên ku ji hikûmeta demkî ya Şamê beşdarî civînê bûne ev in:

Ebid Rehman Debax – Midûrê Ewlekariya Giştî ya Şamê

Ehmed Dalatî – Midûrê Ewlekariya Giştî ya Gunda Şamê

Lîwa Ebid Qadir Tehan – Misteşarê Ewlekariyê yê Wezareta Karên Hundir

Mihemed Beraq – Midûrê Îstîxbaratê

Navên bazirganên ku nûnertiya bazirganan kirine jî ev in:

Muhammed Helaq, Ebidllah Nesir, Nîzar Hefar, Mazin Hesen, Enes Teles, Lûeyî Eşqer, Besam Qetan, Muhammed Xetab, Muhammed Samir Qutib, Zahir Şerbatî, Muhammed Elbî, Ehmed Ferûtî, Nîdal Qeleçî, Mihemde Hac Şerbeçî, Muhammed Bêg, Fayiz Bêg, Zekwan Derwîş.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.