Mihemed Seydi
Ev zêdetirî 12 sala ne ku axa Sûriyê û xelkê wê di nava pençên kom û berjiwendiyên dewletan de perçe perçe bûye. Heta beriya ku rêjîma Baas jî hilweşe, talanî û revandina mirovan zêde bû û her rêwiyekî bi riyekê de biçûya, diviya bû destê wî li ser dilê wî bûya heta ku bi saxlemî bighîşta cihê xwe. Ev jî zêdetir êşa Kurdan bû ku piranî ji ber nexweşiyan berê xwe didan bajarê Heleb û Şamê ku li wir Doktorên baş û Nexweşxaneyên mezintir hene. Piştî hilweşîna rêjîmê jî ev êşa xelkê bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet Kurdan kêm nebûye. Careke din rê li pêşiya xelkê hatine girtin û komên ser bi desthilata Şamê ve rê nadin Rêwî ji herêmên di bin parastina QSD’ê de derbasî yên din bibin. Tevî ku di destpêka Cotmehê de eşkere bû ku şandeyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serokatiya fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî li Şamê bû û li ser van mijara lihevkirin çêbûye, lê girtina riyan dewam kir. Ev jî dihêle ku xelk bibe bazara di destê ajokar û qaçaxçiyan da ku wan di riyên çol re derbas bikin. Hefteya derbasbûyî jî ji ber rê bi satirên axê hatibûn girtin, gelek ajokaran tevî rêwiyan li pêşiya bendên komên ser bi desthilata Şamê ve xwepêşandan kirin û bi zorê xwe li bendan qelibandin û derbas bûn. Heta niha jî hincetên girtina van riyan nehatine gotin, lê hin alî dibêjin ku ev komên ser bi dewleta Tirk ve ne, ku van riyan digrin û ew heman alî ne ku dor li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî girtibûn. Lê gelo Ehmed El-Şerie ku xwe desthilat dibîne li ku ye?
Li aliyekî ev desthilata Şamê dibêje wan Wezareta Parastinê ava kirine û hemû kom beşek jê ne, li aliyê din bi hinceta ku ev komên riya xelkê digrin ne di bin kontrolê de ne, dixwaze xwe ji vê berpirsyariyê bide alî. Li aliyekî bi QSD’ê re li hev dike ku aloziyên heyî bi diyalogê çareser bike, li aliyê din êrişên li dijî Kurdan gur dike. Li aliyekî behse welat û dewletê dike, li aliyê din nikare kontrolê li ser yek komên girêdayî xwe jî bike.
Li Bakurê Sûriyê û bi taybet li Heleb û derdora wê, kom bi fermana dewleta Tirk tevdigerin. Li Idlibê, komên Ozbekî, Tirkstanî û Oygur jî bi fermana kê tev digerin nexuyaye lê ew jî niha ne di bin desthilata HTŞ’ê de ne. Ev yek jî di nîvê vê mehê de diyar bû, dema hêza bi navê Ewlehiya Giştî ya ser bi Şamê ve xwestin çeteyên Frencî yên di Kampa Franciyan yên li Idlibê bigrin. Van çeteyan li dijî desthilatê li ber xwe dan û şer derket. Di dawiyê de jî bi navbênkariya çeteyên Ozbekî, lihevkirin hat çêkirin.
Tevî vê jî ev desthilata veguhêz a li Şamê ku li şûna Baas’ê rûnişt, dibêje ku ew dixwaze bibe serwerê hemû axa Sûryê û bi vê hincetê êrişî Beravê û Siwêdayê kir. Derheqê Elewî û Durziyan de komkujî pêk anînin û dema erd lê teng jî dibe, dibêje ev komên ne di bin kontrolê de ev komkujî pêk anîne.
Li aliyekî dibêje ev komên ne di bin kontrola wan de van komkujiyan dikin û li aliyê din dibêjin wan Artêşa Erebî ya Sûrî ava kirine. Lê dema em bala xwe didinê, Artêşa wan a heyî ku jêre jî dibêjin EREBî, ji Ozbekî, Tacakistanî, Oygur, Francî û hwd pêk tê. Qaşo Artêşe, lê kontrola komên di nav de ne di destê wê de ye û dema nava wê û komekê de jî pirsgirêk derket, Ozbekî bûn navbênkar. Wê demê wê çi xêr ji vê desthilatê hebe?
Lewra, mirov dikare pir bi zelalî bibêje ku Sûriya di nava kaos û tevliheviyeke mezin de ye, Talîzoka mezin radibe û destê kê di bêrîka kê de ye, ne diyar e. Lewma ya herî berbiçav û baş ew e ku QSD’ê herêmên xwe diparêze û rê nade talîzok derbasî nava cih û Xelkê wê bibe.






