Hafiz Ahmet Turhalli
Yekê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê ye. Pirsgirêka Kurdan bi sedan salan e berdewam dike. Ev pirsgirêk, tenê pirsgirêka dewletên herêmê nîne, berovajî wê; pirsgirêka Kurdan navdewletî ye.
Ji ber biryara perçekirina xaka pîroz, biryarekî navdewletî ye. Welatê me ji hêla dewletên cîhanê ve hatiye perçekirin û milletê me, bê statu hatiye hiştin. Ji ber biryar navdewletî ye, tekoşîna Kurdistanê jî divê navneteweyî were meşandin.
Weke tê zanîn, milletê Kurd; gellekî qirkirin û ferman jiyîn e. Helepçe û Enfal hê zindî ye. Ruxmî van qirkirinên bi hijmar zêde jî, rihekî Kurdistanî ku bandora xwe li ser miletên cîhanê bike, derneket holê.
Mirov kare bi hêsanî bêje, Yekê Mijdarê pirsgirêka Kurd kir pirsgirêkekî navneteweyî.
Ger mirov li dîroka me vegere dê bibîne, cara yekem bi tekoşîna Kobanê, Kurd li hemû dinê hatin naskirin. Tekoşerên Kurd yên bi çekên sivik li ber xwe didan û îradyekî ji pola li xwe pêçandibûn, ruxmê hemû êrîşên giran yên DAÎŞ û palpiştên wê jî di dawiyê de biser ketin.
Kobanê ruhek ava kir: bi sedan tekoşerên milletên dîtir yên cîhanê tevlî refên tekoşînê bûn û şehîd ketin. Ji çar hêlên cîhanê wijdan û raya giştî ya milletan rabû ser piyan. Raya giştî bandora xwe li ser politikaya dewletan kir. Vê bandorê hişt ku koalisyona navdewletî, dijî DAÎŞ ê bikeve nav liv û tevgerê.
Her çû ev liv û tevgera navneteweyî zêdetir bû.
Hemû cîhan bi egîdî û qehremaniya keç û xortên Kurdan serbilind bû.
Kurdan di dîroka xwe de, cara yekem li cîhanê deng vedan. Di nava xwe de jî ji çar hêlên Kurdistanê keç û xortên me berê xwe dan qadên şer yên Rojava.
Ruxmê hemû perçebûn û belavbûna zîhnî jî, Kurdan careke din bi rihê Kobanê, yekitiya xwe ava kirin.
Bê pesindayîn mirov kare bêje; di dîroka Kurd û Kurdistanê de cara yekem, ev hêza yekitiya Kurd ya maddî û manewî derkete holê. Ger mirov dîroka Kurd û Kurdistanê pênase bike, li gor bîr û baweriya min, divê mirov bêje; berî berxwedana Kobanê û piştê berxwedanê.
Hemleya roja yekê Mijdarê ji bo Kobanê bû hemleya guhertina çarenûsa Kurdan.
Di dîroka her milletî de rojên pir giranbuha hene, bêguman yên Kurdan jî gelek rojên wan yên serbilindî û têkçûnan jî hene.
Lê di meşandina şerê Rojava de û bi taybet şerê Kobanê de, Kurd û Kurdistan bûn hêviyên mirovahiyê. Ger mirov bîne bîra xwe, hinekan destên xwe miz didan û digotin “Kobanî ber bi têkçûnê ye”. Xewin û xeyalên neyarên me, yên qirêj û tarî têkçûn. Berxwedana Kobanê her çû rihekî paqij û berxwedêr ava kir. Rihê yekê Mijdarê bû rihê azadî, hevgirtin, cesaret û serkeftinê.
Ger milletê Kurd li derodora Kobanê ev ruh ava nekirana, wê neha gotina Kurd jî qedexe bûya. Gotinekî Kurd, heye: “ Ga bikeve erdê kêr lê zêde dibin”. Ger DAÎŞ têkneçûya, wê neha dewletên cîhanê DAÎŞ’î weke qehreman pêşwazî bikira.
Divê ev tiştên piştî radestkirina desthelata Surî tên jiyîn, dersên cîddî jê werin girtin. Cîhan pişta hêzên serkeftî digre, neko pişta rastiyan an ya mafdaran digre. Me bi deh hezaran cangorî dan û bi deh hezaran jî birîndar û gaziyên me hene. Divê milletê me ruhê yekê Mijdarê bilind bike, yekitiya xwe misoger bike û têkiliyên xwe ê navneteweyî bihêztir bike. Rihê Kobanê ew ê me bigîhîjîne lûtkeya berz ya azadiyê.






