Dîlan Mulhim\Qamişlo
Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo îsal projeyên berfireh pêk anîn û tevî zehmetiyan ji sedî 85 pirojeyên xwe yên salan e temam kiriye, herwiha pirojeyên ne temamkirî li gorî planên wan didome.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di dawiya meha Îlona sala 2012’an de, ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji gel re, Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo hat avakirin. Şaredariyê roj bi roj kar û xebatên xwe berfirehtir kir û domand. Herwiha şaredariya bjarê Qamişlo jî weke hemû şaredariyên bajar û navçeyên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina ekolojî û paqijiya bajêr, herwiha rewşa av, rê û kolanan, rojane kar û xebateke mezin dike. Şaredarî li gorî derfetên xwe pirojiyên xwe ji bo gel pêk tîne. Lewma di şaredariyê de gelek beş hene ku tê de têkiliyên gel bi komînan re jî tê kirin. Ji sedî 50 pirsgirêkên civakê di riya van têkiliyan tên çareserkirin
Şaredariyê ji sedî 80 projeyên xwe ya salane temam kirî ye
Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji sedî 80’ê planên xwe ya salane temam kiriye û karê mayî li gorî bernameyan didome. Şaredariyê projeyê rê, av, paqijî û kenalên avqirêjiyê pêk anîn. Herwiha pêkanîna projeyan li gorî plana giştî ya salê pêk hat û piraniya xebatê di nav demên diyarkirî de temam bû. Lê projeyên mayî wê heta serê salê bi dawî bibin. Tevî zehmetiyan jî Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo piraniya planên xwe ya 2025’an pêkanîn, projeya bi rêjeya ji sedî 85 hatine pêkanîn. Zehmetiyên ku derketin ew jî têkildarî peydakirina alavan bû.
Pirojeyên 2025
Xebatên şaredariyê bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser pêk tên, bi taybetî Desteya Şaredariyan, Rêveberiya Avê û Desteya Aborî, herwiha komîn jî hevkarên sereke yên projeyan in. Şaredariya Gel a li Qamîşlo, li Kantona Cezîrê, tevî zehmetiyên teknîkî û lojîstîkî yên ku tîmên kar pê re rû bi rû mane, beşa herî mezin a plana xwe ya salê ya 2025’an pêkanî.
Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo projeya kolandina bîrên avê temam kiriye. Herwiha ji sedî 75’ projeya tora elektrîka bîran jî pêk aniye, tîmên şaredariyê ji bo temamkirina wê xebata xwe didomînin. Di heman demê de, 465 cihên derbaskirina ava li kolanên sereke yên gelek taxan hatine çêkirin, ev xebat ji sedî 98’ temam bûye û hiştiye ku derbasbûna ava baranê hêsantir bibe û av li kolanan kom nebe. Ji sedî 90’ê xebata rastkirina rêyan bi kevirên şikandî li taxa Cirnikê jî temam bû ye. Di haman demê de şaredarî projeya xwe ya ziftkirina rêyên taxan didomîne. Lêçûna giştî ya vê projeyê milyonek û 622 hezar dolar e. Herwiha şaredariyê 4 wesayîtên nû ji bo paqijiyê peyda kirine, da ku kar û barên paqijiyê baştir bibin.Di heman demê li taxa Tey û kemberên Bakur û Rojhilatê bajar kampanyayên paqijkirinê bi rêk û pêk dewam dikin.
Taxên ku ji hêla projeyan ve hatine hewandin
Taxa Zeytûniye, Qidûrbek, Cûdî, Hêlîyê, Meyselûn, Helko, Cirnik, Kolana Dermanxaneya Dehham, Tey, hejmarek ji komînan, di nava projeyên 2025’an de hatin hewandin.
Projeyên ku niha di bin pêkanînê de
Dabînkirina elektrîkê ji bo bîran û ziftkirina hin bajaran ji sedî 75’ temam bûye, herwiha rêjeya ziftkirina riyan li navçeyan ji sedî 10’temam bûye.
Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji sedî 85` plana salane, tevî hin astengiyên lojîstîk, ber bi temamkirina projeyên mayî ve diçe.







