Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîstiya dibistanên kampên Waşokanî û Serêkaniyê bi pêdiviyên sereke hene’

26/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Pêwîstiya dibistanên kampên Waşokanî û Serêkaniyê bi pêdiviyên sereke hene’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Hesekê

Berdevkê dibistanên kampên Waşokanî û Serêkaniyê Mihemed Haco diyar kir ku li her du kampan 6 dibistanan hene û 6 hezar xwendekar tê de dixwînin. Herwiha Haco destnîşan kir ku pêwîstiya dibistanên her du kampan bi pêdiviyên sereke heye.

Dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de, êrişî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kir.

Di encama êrişan de bajarê Serêkaniyê Girê Spî hatin dagirkirin, ji ber êrişên çeteyan gelên wan bajaran koçberî herêmên biewle yên Rêveberiya Xweser bûn.

Herwiha ji bo bicihkirina van koçberan Rêveberiya Xweser  kampên Waşokanî û Serêkaniyê ava kirin.

Di heman demê de, piştî dagirkirina Serêkaniyê qonaxa xwendinê hate rawestandin. Lê belê dema ku Kampa Serêkaniyê û Kampa Waşokanî hatin avakirin.

Li her du kampan 6 dibistanan hatin avakirin û pergala xwendinê di bin şert û mercên zehmet de careke din hate despêkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara xwendekarên dibistanên her du kampan nêzî 6 hezarî ye.

Derbarê rewşa dibistanên Kampa Serêkaniyê û ya Waşokanî, berdevkê kampên Waşokanî û Serêkaniyê Mihmed Haco ji rojnameya me re axivî.  

‘Piştî dagirkirinê, perwerde bi zordarî hat despêkirin’

Mihmed Haco anî ziman ku piştî dagirkirina Serêkaniyê, perwerde di bin şert û mercên zehmet de hat destpêkirin û wiha got: “Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser bajarê Serêkaniyê tevahiyê gelên bajêr ziyan dîtin û bi taybet zarokan ziyan dîtin. Di heman demê de, qonaxa xwendinê hate rawestandin. Lê belê dema ku kampa Serêkaniyê û Waşokanî hatin avakirin, pergala xwendinê di bin şert û mercên giran de hate destpêkirin. Li her du kampan 6 dibistanan hene, di destpêkê d me li kamapa Waşokanî 3 dibistan ava kirin, du dibistanan ji bo xwendekarên seretayî ne û yek jî ji bo xwendekarên navîn û amedehî. Hejmara xwendekarên dibistanên her du kampan nêzî 6 hezarî ye. Herwiha ji sedî 25 xwendekarên kampê nayên dibistanê û ji xwendinê bêparin, ev xwendekar jî ji ber sedema rewşa madî ya malbatî nikarin werin dibistanê. Ev zarok ji bo rewşa xwe ya madî diçin kar, da ku debara jiyana malbata xwe bikin. Me çiqasî hewldanên xwe kirin ku van xwendekaran bi din xwendin, lê mixabin ev yek kêm ma.”

‘Binesaziya dibistanên kampa Serêkaniyê û Waşokanî lawaz in’

Haco diyar kir ku binesaziya dibistana lawaz in û wiha domand: “Astengî û zehmetiyên ku di dibistanan nava kampê de derdikevin, ew jî kêmbûna mamosteyan ne. Herwiha mamosteyên Kurdî yên beşên zanistî li dibistanên Kampa Waşokanî tune. Ji bo mijara mamosteyan me ji desteya perwedeyê re jî gotiye, lê belê heta niha li Kampa Waşokanî mamosteyên Kurdî tune ne. Di heman demê de, îsal pirtûk dereng man û di vê hevtiya pêşiya me de, em ê hewl bidin ku pirtûkan li tevahiya zarokên kampê belav bikin. Di aliyê nebûna kelûpelên xwendinê de jî astengî derdikevin, di Kampa Waşokanî de daniştekên xwendekaran kêm in û ev yek dibe sedem ku zarok li erdê rûnin. Niha pêwîstiya dibistanên kampa Serêkaniyê û Waşokanî bi sed daniştekên xwendekaran heye. Binesaziya dibistanên kampên Serêkaniyê û Waşokanî lawaz in, ji ber ku me di rewşeke lezgîn dibistanan li her du kampan ava kirin. Herwiha li dibistanên her du kampan elektirîk û av tune ye, helbet ev yek astengiyeke mezin bi xwe re tîne. Di heman demê de, rêxistin tenê ava vexwarinê ji bo zarokan peyda dikin. Lê pêwîstiya dibistanan bi avê heye, da ku her heft dibistanan werin paqijkirin.”

‘Bi hatina zivistanê re gelek astengî derdikevin’

Mihmed Haco anî ziman ku di her refekî de 50 xwendekar bi cih bûye û wiha got: “Pêwîstiya kampa Waşokanî û Serêkaniyê bi avakirina dibistanan heye, pêwîsteya xwendekarên dibistanên kampa Serêkaniyê û Waşokanî bi pêdiviyên serek yên dibistanê heye. Gelek xwendekar bêkelûpelên dibistanê diçin dibistanê, helbet ev yek bandoreke mezin li xwendekaran dike. Bi hatina zivistanê re gelek astengî û zehmetî li pêş berî me derdikevin, ji ber ku dema baran dibare, derbasî nava dibistanan dibe. Di heman demê de, riya çûnûhatina dibistanan ji hev ketiye. Ji ber vê yekê dema ku baran dibare, em neçar dibin ku dibistanên kampê rawestînin. Tenê rêxistina Hêlp Kurdistan û Mala Kurdan di warê perwerde û avakirina dibistanê de destek dan me. Lê mixabin heta niha ji aliyê rêxistinên navdewletî ve tu alîkarî ji bo dibistanên Kampên Serêkaniyê û Waşokanî nehatiye pêşkêşkirin. Em bi hêvî ne ku rêxistinên navdewletî destekê bidin dibistanên Kampên Waşokanî û Serêkaniyê, ji ber ku pêwîstiya dibistanên her du kampan bi pêdiviyên sereke yên xwendinê hene.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.