Idrîs Henan
Tevî ku carek din ji bo herdu taxên Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê agirbest hatiye ragihandin, lê dîsa jî liv û tevgera komên girêdayî Wezareta Berevaniyê ya hikûmeta veguhêz a HTŞ, nîşan dike ku a fêlbaziyek di dewrê de ye. Li gorî peymana agirbestê diviyabû derhal dorpêça li ser herdu taxan bihata rakirin û rewş li gorî peymana 1 Nîsanê bûya ku vîna gelên li herdu taxan a xwebirêvebirinê were naskirin û rêz jê re were girtin.
Tevgerên bi goman, ji nû ve guhertina pozisyona leşkerî, destserkirina malên taxên Helebê yên li ser sînorên herdu taxan in, debokirina çek û cebilxane, bicihkirina sekvanan, li kêleke bendên kontrolê yên hevbeş, hinek bendên cuda avakirin û mewzîgirtin, tecîz, tade, heqaret, revandin û bîlasebeb binçavkirin, hemû nêzîkatiyên ku niyeta aliyê dîtir ê peymanê eşkere dikin. Her wiha diyar dibe ku hikûmeta veguhêz a HTŞ vîna xwe radestî sponserên desthilatdariyê kiriye û li ser têlên faşîzma Tirk cilên xwe radixe. Dema ku kesekî ku qaşo serokê Sûriyê xwe ragihandiye derkeve ber ekranan û ji beşek gelê vî welatî re bibêje; yan hûnê xwe radestî me bikin an jî wê Tirkiyê hesab ji we bixwaze! mirov wê ji vî kesî bendewarê çi hêviya xêrê be? Ango hişmendiyeke ne tenê ferdperest, lê belê başverûtiyek feudal a organeke nepixandî ku derewên xwe bawer dike ye.
Ji ber van sedemên genetîk ên rêxistinek ewqas îradeya xwe radest biyaniyan kiriye, her metirsiya pêkanîna komkujiyan li dar e ku sivîlên herdu taxan bi awayekî bi rêk û pêk werin hedefgirtin. Ji xwe dem mirov li êrişa organîzekirî ya sosyal medyaya ji aliyê berpirsên vê hikûmeta defakto tê birêvebirin binêre, tê digihêje ku heyamekî guncaw a pêkanîna komkujiyan amade dikin. Ew yek jî dihêle ku gelên herdu taxan û derdorên demokratîk di nava xof û fikaran de bin ka wê ev komên bi nav girêdayî Wezareta Parastinê ya HTŞ ne, lê perspektîvên xwe ji Tirkiyê werdigirin û dor li herdu taxan şidandine wê çi bikin û xwedî niyetek çawa ne?
Diyar e ku derba vê dawiyê piştê hewldana êrişên li ser herdu taxan xwarine, hiştiye ku li hesabên xwe çend caran vegerin. Lê di heman demê de berxwedana efsanewî ya herdu taxan kulek di dilê wan, faşîzma Tirk û berdevkên wê de çêkiriye ku ewqas ketine nava heyecanê. Lew re jî; çi liv û tevgera li dora herdu taxan hebe, ne livek leşkerî ya normal e, lê belê ji nû ve xwerêxistinkirin û guhertina stratejî û tektîkê ye. Ji ber vê sedema naskirî naba xew bikeva çavan û her lebitîneke wan li dora herdu taxan fena êrişeke derûnî were hesibandin ku dixwazin aliyê psîkoljîk de îradeya gelên herdu taxan têk bibin û di heman demê de manewiyata endamên xwe restore bikin ku karibin di demek guncaw de, ji nişkê ve, bi kîn û nefret komkujiyan pêk bînin.
Weke encam; divê were zanîn ku tişta li herdu taxan li hemberî êrişan hatiye raberkirin, vîna gelê şoreşgerî ye. Wê rêbaza berxwedanê ku taybet li Helebê ceribandî û bi ser ketiye, nasnameya projeya jiyana hevbeş parastiye û ji her kesî re îsbat kiriye ku; ti kes nikare vîna gelê rêxistinkirî bişkîne û ne jî çi hêz û teknelojî bin, dikarin li hember berxwedana wan xwe rabigirin. Nêzîkatiyên berpirs û hestiyar ku li gorî ruhê demê ne, dikarin rê li ber dubarekirina komkujiyên li Beravê û Siwêdayê bigirin. Ancax Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bin ku karibin hişmendiya her tiştî dadiqurtîne têk bibin û kapasîteya wê diyar bikin.






