Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca hikumeta veguhêz a Sûriyê pareçekirina Sûriyê ye’

26/10/2025
in ROJEV
A A
‘Armanca hikumeta veguhêz a Sûriyê pareçekirina Sûriyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Rêveberê Kongra Islama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku ji dema hatina hikumeta veguhêz a Sûriyê ser desthildariyê kiryarên wê li dijî gel ranewestiyan ne û got, “Armanca hikumeta veguhêz a Sûriyê pareçekirina Sûriyê ye.”

Piştî ketina rêjîma Baas bi hevkariyên hêzên navdewletî hikumeta veguhêz a Sûriyê an jî HTŞ’ê hate li ser desthildariya Sûriyê. Di heman demê de, hêvî, xewin û xeyala gelê Sûriyê ew bû ku piştî ketina rêjîma Baas Sûriyeke demokratîk, wekhev û pirrengî were avakirin. Ji bo vê yekê tevahiya gelê Sûriyê kêfxweşiya xwe da xuyakirin,lê piştî ketina rêjîma Baas û hatina hikumeta veguhêz a Sûriyê ew hêvî, xewin û xeyalên lê Sûriyê hatin şikandin. Ji ber ku ev hikumet bi hişmediyeke yek rengî û yek alî desthildariya Sûriyê birêve dibe. Herwiha gelek hewldanên xwe dike ku vê hişmendiya xwe li ser gelê Sûriyê feriz bike.

Di derbarê mijarê de, rêveberê Kongra Islama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan ji Rojnameya me re axivî.

‘Hikumeta veghêz a Sûriyê hikumeteke şiklî ye’

Ebdulkerîm Saroxan da zanîn ku ji dema ku hikumeta veguhêz a Sûriyê hetiye li ser desthildariyê kiryarên wê yên li dijî gel ranewestiya ne û wiha got: “Hikumeta veguhêz a Sûriyê bi hevkariya hêzên hegemonîk di bin navê hikumeta demkî de hate li ser desthildariya Sûriyê. Di heman demê de, hikumeta veguuhêz a Sûriyê ne bi têkoşîn û şoreşê re hate li ser deshildariya Sûriyê. Rengê vê hikumeta veguhêz a Sûriyê şikilî ye, ev hikumet bi  xwe komên çeteyan ne, lê piştî hatin li ser deshildariyê navên xwe guhertin. Lê di aliyê cewher de tu guhertin çênekirine, ew hişmendî û siyasete.

Gelên Sûriyê ev 14 salan di nava şer û aloziyan de jiyan dikin, herwiha gel bi gelek komkujiyan re derbas bû. Lê xewin û hêviya tevahiya gelê Sûriyê ew ku bi hatina hikumeta veguhêz a Sûriyê re wê guhertin çêbibin û Sûriyeke demokratîk û wekhev were ava kirin. Lê em dibînin ku ji dema hikumeta veguhêz a Sûriyê hatiye li ser deshildariyê kiryarên wê yên bê exlaqî ne hatin rawestandin. Hişmendiya vê hikumetê hişmendiya tolhildanê bû, li ser vî bingehî gelek komkujî li dijî civaka elewî û durizî pêk anîn. Hikumeta veguhêz a Sûriyê dixwaze ku desthildariya xwe li ser gel feriz bike, lê belê desthidariya bi vî rengî nayê ferizkirin.”

‘Hikumeta veguhêz tevliheviyê di nava pêkhateyan de derdixe’

Saroxan anî ziman ku hikumeta veguhêz a Sûriyê li ser nasnameyê gelên Sûriyê dikuje û wiha pê de çû: “Me dît ku hikumeta veguhêz gelê berava Sûriyê dûrî yekrêziya Sûriyê kir. Piştre kongereke niştîmanî lidarxistin û di wê kongriyê de nûnerên civaka Sûrî nehatin vexwendin, mîna nûnerên Kurd, Aşûr, Suryan, Kildan, eşîrên Sûrî û hwd.. Di heman demê de hikumeta veguhêz ev pêkhate paşguhkirin. Herwiha Hêza Sûriya Demokratîk QSD’ê ku temsîla tevahiya gelên Sûriyê dike, ji kongrê niştîmanî yê hikumeta veguhêz a Sûriyê de nehate vexwendin. Di vî kongrê hikumeta veguhêz de tenê nûnrên wan amede bûn, ji ber vê yekê ev kongr ne bû kongerek ji bo pêşeroja Sûriyê.

Hikumeta veguhêz a Sûriyê weke sîstema rêjîma Baas mafê hemû pêkhateyên Sûriyê di destûrê de paşguh dike, qaşo ku bihare gelan û şoreşeke hatiye çêkirin. Wê demê tê xuyakirin ku hikumeta veguhêz a Sûriyê ne bi navê şoreşekê ye. Ev kiryarên ku ji aliyê hikumeta veguhêz ve hatin kirin bi xwe xirabûnek ji bo Sûriyê bi xwe re anîn. Civaka Sûriyê ya hevgirtî ji hev parçekirin, ne hiştin ku girêdana wan bi hev re bimîne. Gelek hewldanên xwe kirin ku reşkirinê di navbera pêkhateyên Kurd û ereban de derxin. Lê berovajî vê yekê ew hewldanên wan ne çûn serî.”

‘Hikumeta veguhêz a Sûriyê berê Sûriyê dide parçebûn’

Ebdulkerîm Saroxan eşker kir ku di Şamê de tu desthildara demkî bi rengekî sîstematîk wê bi rêve bibe tu ne ye û wiha berdewam kir: “Ev hikumeta niha li Şamê komên çeteyan e, gelek ji wan çeteyan jî biyanî ne û destê wan di xwîna gelên Sûriyê de heye. Ev çeteyên bi vî rengî di nava rêveberiya Şamê de bi tu awayî wê nikarbin Sûriyê bi rêvebibin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku ev çeteyên ku destê wan di xwîna gelê Sûriyê de heye di asta navdewletî de werin cezakirin.

Ji dema ku hikumeta veguhêz a Sûriyê hatiya li ser desthildariyê Sûrî di nava aloziyan de rû bi rû ye. Herwiha tu guhertin li ser rûyê erdê ne da avakirin. Ev hikumet ne bixwsteka xwe tevdigera, lê belê bixwseke dewleta Tirk a dagirker tevdiger. Armanca hikumeta veguhêz a Sûryê parçekirina Sûriyê, ev hikumet berê Sûriyê dide parçebûn.”

Rêveberê Kongra Islama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e gelê Sûriyê li xwe vegere û yekrêziya xwe xurt bike. Di nava hemû pêkhateyên herêmê de pêwîst e diyalok werin çêkirin, bi hev re hîn zêde tir asta têkoşîn û berxwedaniyê xurt bikin. Da ku Sûriyeke demokartîk, azad û wekhev were ava kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.