Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘ANF’ê dengê heqîqteyê ye’

26/10/2025
in ROJEV
A A
‘ANF’ê dengê heqîqteyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Nûçegihana ANF’ê Roj Denîz diyar kir ku Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF’ê di 26’ê Cotmeha 2005’an de bi armanca ragihandina rastiya gelê Kurd û Kurdistanê ji bo cîhanê, hate avakirin û got, “ANF’ê ragihandina dengê gelê Kurd û Kurdistanê ye”

Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF’ê di 26’ê Cotmeha 2005’an de li Ewropayê hate avakirin. Navenda sereke ya Ajansê li Belçîkayê ye û nûçegihanên wê li cîhanê belav bûne. Ajans bi 8 zimanan weşanê dike û li ser asta cîhanî kar û xebatên xwe dide meşandin, lê bi xwe ew Kurdistanî ye. ANF’ê di dîroka ragihandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî bi kûrahî cihê xwe girtî ye.

Derbarê salvegera 20’an a damezrandina Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF’ê, nûçegihana Ajansa ANF’ê Roj Denîz ji Rojnameya me re axivî.

‘ANF’ê cîhanî ye’

Roj Denîz anî ziman ku Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF’ê li ser asta cîhanî xebatê dide meşandin, lê ew Kurdistanî ye û wiha got: “Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF’ê di sala 2005’an de bi armanca ragihandina rastiya gelê Kurd û Kurdistanê ji bo cîhanê, hem jî derxistina êş û berxwend wan, êşkerekirina sîstem û işkenceyên ku li ser wan tê meşandin, hate avakirin. Di heman demê de em rastiya çi gelê ku rastî işkence û zordariyan tên, ji raya giştî re radigihînin. Em bi pênûs, kamîre, nûçe û dosyanan rêhevalên civaka xwe ne ku em her tim daxwaz, êş, zehmetî û berxwedaniya gelê xwe ji cîhanê re radigihînin. Bi taybetî daxwazên jinan û berxwedaniya wan a ku li her çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin, derdixînin pêş. Ji wê zêdetir li gelek welatan jin bi serhildanan radibin, ji bo vê yekê weke erkî sereke ye ku em van geşedanên ku jin pê radibin bidin pêş.”

‘ANF’ê dengê heqîqetê ye’

Roj Denîz da zanîn ku Ajansa Nûçeyan a Firatê dengê heqîqetê ye û wiha pê de çû: “Em nûçeyan li ser asta Kurdistanî, Rojhilata Navîn û cîhanî dişopînin. Xebatên me ji dema avabûnê û heya niha li ser bingehê dengê heqîqetê berdewam dikin. Dibe ku em heya niha nebibin dengê hemû civakan, lê hewldanên me di vî alî de hene.

Ji bo ku kiryarên li her çar parçeyên Kurdistanê têne kirin, ji raya giştî re were ragihandin, pêwîst e em gavên hîn xurtir bavêjin. Herwiha kiryar û işkencên ku li ser gelê Kurd û li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin, li dijî vê yekê xebateke aktîf tê meşandin. Di heman demê de bi têkoşîna xwe ya ragihandinê em ê bibin heqîqet, ji ber eşkerekirina têkoşîn û berxwedaniya gelê dide meşandin, parçeyek ji Rojnamevana ye.”

‘Em hevkarên heman êşê ne’

Nûçegihana Ajansa ANF’ê Roj Denîz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berî ku ez bibin rojnemevan, ez jinek ji vê civakê bûm. Herwiha çawa ku jinên civaka me ew sîstem û kiryar li ser hatiya meşandin, bi vî rengî li ser min jî hate meşandin. Heta ku Rojnamevaneke karibe dengê jinekê derxe pêwîst e hevkarê heman êşê be. Ji ber vê yekê hewldanên me berdewam ku em dengê gel û jinên civaka xwe bighînin raya giştî.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.