Sînan Cûdî
Sedsalek berê, Şoreşa Cotmehê sozek mezin da gelên cîhanê: mirov dikarin çarenûsa xwe bi xwe dîyar bikin. Ev soz di seranserê sedsalê de bû hêviyek ku bi mîlyonan kesan hilgirtin. Lê her şoreşek ku ket destê dewletê di dawiyê de gelê xwe jî li derve hişt. Wekî ku li Yekîtiya Sovyetê, Çîn û Ewropaya Rojhilat hat dîtin, şoreş êdî ne hêza gel bi xwe bûn û veguherî pergalek desthilatdariyê ya burokratîk. Ev tam cihê krîza ku çepgir, şoreşger û welatparêz îro pê re rû bi rû ye ye: Şoreş, desthilatdarî ye, an jî ji nû ve avakirina civakê ye?
Kevneşopiya sosyalîst a sedsalî dewletê wekî dijmin an jî wekî amûrek didît. Hinekan digotin ku divê ew were hilweşandin, yên din jî digotin ku desteserkirina wê ji bo şoreşê girîng e. Lê her du rê jî ber bi heman armancê ve diçûn: Dewlet. Lê şoreşa rastîn ewê ku dewletê bibihure an derbasbike. Ji ber dewlet tu car nabê ya gel û civakan. Li van axan, gel rêyek nû di navbera "bêdewletbûnê" û "bûyîna dewlet" de dîtiye.
Komun, meclîs, kooperatîf, rêxistinên jinan, meclîsên ciwanan… Ev ne alternatîf in; ewxweparastina civakê bi xwe ne, rêveberiya wê bi xwe ne. Li Rojava, siyaset careke din di jiyana rojane ya gelan de xwedîyê xwe dîtiye; êdî tu hêzek li derveyî gel tune ye. Di vê wateyê de Rojava, careke din şoreş xistiye destê gel. Li vir, şoreş ne bîranînek dîrokî ye ku her sal tê bibîranîn e. Di nav şer û ambargoyê de, gel fêr bû ku jiyana xwe, saziyên xwe û parastina xwe birêxistin bike. Şoreş ne tenê bûye şêweyek rêveberiyê, di heman demê de bûye ramanek. Bi gotinekî din, gelê Kurd, karên ku ji ber Şoreşa Cotmehê neqediyaye temam dike. Li şûna ku dewletê bigire, ew rêxistinkirina civakê dide pêşiyê. Gel rasterast çarenûsa xwe diyar dike. Dewlet bi rêxistina gel ve tê guhertin; siyaset careke din bi civakê ve tê girêdan.
Bêguman tiştê ku Şoreşa Rojava bêhempa dike ne tenê ev şêweya rêxistinê ye, lê di heman demê de mijara guherbar a şoreşê ye jî. Ji bo cara yekem di dîrokê de, jin wekî hilgir û damezrînerên şoreşekê li ser dikê ne. Gundên jinan ên wekî Jinwar, akademiyên jinan, berxwedana YPJ…Ev ne tenê sazî ne; ew exlaqek civakî ya nû temsîl dikin ku li dijî sedsalan serdestiya mêran hatiye damezrandin. Li Rojava, fikra azadiyê bi hev re bi jinan, xwezayê û civakê re tê fikirîn.
Ev şoreşek e ku ji têgihîştina sosyalîst a klasîk derbas dibe.Hin derdor hîn jî Rojava wekî "ceribandinek bêdewlet" piçûk dibînin.Lêbelê, tiştê ku li vir tê damezrandin ne têne bêdewletbûn e, lê ji nû ve avakirina civakîbûnê ye. Nêzîkatiya ku em jê re dibêjin modernîteya demokratîk bi rastî vê yekê vedibêje: Siyasetek ku ji dewletê derbas dibe lê civakê terk nake. Li dijî modernîteya kapîtalîst a li ser bingeha dewleta neteweyî, pîşesazî û sermayeyê modelek civakî ya ku li ser azadiya jinan, jiyana ekolojîk û aboriya komunal disekine.
Ev şêweya nû ya sosyalîzma sedsala 21’an e. Wateya Rojava ne tenê xwerêvebirina gel e, lê ji nû ve vejîna fikra şoreşê ye jî. Li vir, şoreş êdî desteserkirina desthilatdariyê nîne, lê rakirina desthilatdariyê ji civakê ye.
Ji ber vê yekê, Rojava ne "projeyek desthilatdariyê" ye, lê projeyek jiyanê ye. Heta di şer de jî, hevgirtina gel, berdewamiya komunan û serokatiya jinan vê yekê nîşan didin. Şoreşa Cotmehê nîşan da ku şoreş mimkun e. Lêbelê, Şoreşa Rojava nîşan dide ka şoreş çawa dikare were jiyîn. Ya yekem dîrok guherand, ya duyemîn jî niha diguherîne. Û belkî ev gotina herî şoreşger a serdema me ye: Rojava nîşan dide ku şoreş hîn jî zindî ye.






