Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Bêrîtan; Jina Kurd tu carî teslîm nabe û îxanetê nake

26/10/2025
in JIN
A A
Şehîd Bêrîtan; Jina Kurd tu carî teslîm nabe û îxanetê nake
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Hesekê

Fermandara YPJ’ê Viyan Kobanê diyar kir ku şehîd Bêrîtan ji ber êşa jina Kurd û hemû jinan dizanîbû, îxanet red kir û bi gotina ku “Jina Kurd tu carî teslîm nabe û îxanetê nake” çalakiyeke fedayî ku bû mîrasê hemû jinan pêk anî û got: “Di Şoreşa Rojava de YPJ’ê xeta Bêrîtan bingeh girtiye.”

Jin di nava dîroka helandinê de bê nasname û îrade jiyan kirine, her dem li hemberî xwe dagirkerî û desthilatdarî dîtine, bi taybet gelê Kurd bi tevahî ev yek ji dîrokê heya roja îro dijîn û li hemberî wê berxwedaniyê dikin. Lê jinên Kurd ev yek li ser xwe qebûl nekirine û li pey lêgerîna rastiyê têkoşînên mezin ku destanên lehengiyê di dîrokê de neqişandine, nivîsandiye. Jina kurd ji bo isbatkirina nasnameya hemû jinan berdêlên giranbuha dane û rêya azadiyê nîşaneyî hemû jinan kiriye. Di heman demê de daye isbatkirin ku jin dikare di her warî de xwedî biryar û kar be. Dîroka Tevgera Azadiyê jî ev yek bi zelalî nîşanî hemû cîhanê da, bi taybetî jinên di nava vê tevgerê de cihê xwe girtin her yek çîrokeke qehremaniyê nivîsandiye û rêya pîroz a azadiyê li pêşiya jinan vekiriye. Yek ji wan jinên têkoşer, qehereman, wêrek, bedew û azadîxwaz Şehîd Bêrîtan e ya ku li ser xwe teslîmiyet qebûl nekir.

Bêrîtan romana serdemê ye

Bêrîtana ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê teslimiyet qebûl nekir û şehîd bû, canê xwe kir dirûşme û bangek ji bo rêya têkoşîn û berxwedanê. Wek efsaneyek di dîroka şoreşa azadiya Kurdistanê de cih girt. Li ser navê wê stran, roman, helbest û film hatin çêkirin. Ji çalakiya Bêrîtan gelek encam hatin derxistin. Yek ji wan jî jinên Kurd ber bi artêşbûnê ve çûn. Artêşek ku bingeha xwe ji çalakiya Bêrîtan digire YJA-STAR hat avakirin.

Li ser çiyayan destanên qehremaniyê jidayik bûne

Li hembêza çiyayê Xakurkê lûtkeyek bi navê Şekîf heye ku yek ji lûtkeyên herî bilind ên çiyayên Kurdistanê ye. Niha navê xwe guheriye bûye Şehîd Bêrîtan. Lûtkeya wî çiyayî qada çalakiya canbexşane ya Şehîd Bêrîtan û bi dehan destanên qehremaniyê yên Gerîlayên azadiyê ne.

Mirina birûmet ji jiyana bêrûmet birûmetir e

33 sal ji beriya niha destên reş ên xiyaneta navxwe Şehîd Bêrîtan gihand vê çarenûsê ku yan wê mirinek bi şeref û serfirazî bi hilbijarta yan jî wê radestbûna xiyanetkaran hilbijartiba. Lê Şehîd Bêrîtan mirinek bi rûmet hilbijart û radestbûnê qebûl nekir.

Kurtejiyana jina fedayî Bêrîtan

Bêrîtan bi nasnav Gulnaz Kerataş di sala 1971’an de li Bogilan a Çewlîkê ji dayîk dibe, dibistana seratayî, navîn û amadehî li El-Ezîzê dixwîne, El-Ezîzê wê demê cihê paşverûtî, olperestî û nûjadperestiya Tirkiyê bû. Gulnaz di sala 1988’an de zanîngeha Stenbolê beşa zanistên Aborî qezenc dike. Elewiyên ku li El-Ezîz bûn, piştî derbeya faşîst a 12’Îlonê ji ber nasnameya xwe ya Olî hîn zêdetir rastî êriş û çewsandinan hatin, ev jî dibe sedem ku dilsoziya Gulnaz ji tevgerên şoreşger di temenek ciwan de dest pê bike, ev navgîna bi nakok û aloz di kesayeta Gulnaz de taybetmendiya berxwedanê ava dike. Gulnaz Karataş di sala 1990’î de beşdarî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe, lê ji bo xebatên rêxistinkirina gel, vedigere Tirkiyê û li Stenbolê dest bi kar dike. Gulnaz Kerataş di demeke kin de fêrî zimanê Kurdî dibe û di nava gelê Kurd de tê hezkirin. Piştî demekê ji xebatên gelêrî, di heman salê de di encama operasyoneke dewleta Tirk de li gel hin hevalê xwe, tê girtin. Tevî ku di girtîgehê de tê îşkencekirin li ber xwe dide û tu tiştî li ser xwe nabêje, herwiha ji ber kêmbûna delîlan demekê di girtîgeha Bayram Paşa ya Stenbolê de tê hiştin û piştre tê berdan.

Bêrîtan yek ji gerîlayên şikenandina êrişên xayinên ku hevkariya dijmin kirin

Bêrîtan di pêşvebirina artêşbûna jinê de, bû çavkaniya hêz û sûdwergirtinê, di şerê li dijî dewleta Tirk û hêzên kevneperest de berxwedaniyeke bê hempa da meşandin. Di sala 1992’an de û di encama peymaneke di navbera dewleta Tirk û PDK ê ya bi armanca tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, dewleta Tirk dest bi operasyoneke leşkerî li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dike, bi hezeran PDK’ê tev li operasyonê dibin. Bêrîtan îsrar dike ku tev li bersivdayîna vê oprasyonê bibe û bû yek ji Gerîlayên şikanandina êrişên xayinên ku hevkariya dijmin dikin.

Bêrîtan ku li çiyayê Lêlkan a Xakûrkê li dijî hêzên noker şer dike û guleyên wê xilas dibe, wê demê ji aliyê Pêşmergeyan ve tê dorpêçkirin û dixwazin ku teslim bibe. Lê ew xeta berxwedan û rûmetê hildibjêre. Şehîd Bêrîtan 25’ê Cotmeha 1992’an, heta guleya xwe ya dawî şer kir û ji bo nekeve dest dijmin xwe ji zinaran avêt. Bi vê fedayîtiyê dibe ji kevirên bingehîn a “Artêşbûna Jinê” û sembola berxwedanê.

Bêrîtan felsefeya azadiya jinê, pîvanên jiyanê yên Rêber Apo temsîl kiriye. Helwest û çalakiya Bêrîtan bandoreke mezin hem li ser gelê Kurd, hem jî li ser hêzên kevneperest kir. Navê Bêrîtanê dibe helbest û stran, lê ev jî têra vegotina têkoşîna Bêrîtan û meznahiya wê nake.

Derbarê salvgera şehadeta şehîd Bêrîtan û girîngiya domandina xeta wê ji bo jinan, yek ji Fermandarên YPJ’ê Viyan Kobanê ji Rojnameya me re axivî.

‘Bêrîtan artêşbûna jina azad e’

Viyan Kobanê diyar kir ku Bêrîtan ruhê jiyana berxwedêr e û wiha got: “25’ê Cotmehê salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan e. Bi boneya salvgera şehadeta şehîd Bêrîtan re “Artêşbûna Jin” hate avakirin, ev roj ji bo me rojekî pir girîng û bi wate ye. Lewra di şexsê fermandara mezin, rêhevala dozê a ku em rêya wê dişopînin ku ew ruhê jina berxwedêr e, tevahî jinên berxwedêr ku can dan û xwe feda kirin bo doza jinên tevahî cîhanê di şexsê jina Kurd de, tevahî jinan bi serbilindî têkoşîn kirin û gihiştin asta şehadetê, em wan bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Di heman demê de em tevahî şehîdên şoreşê di şexsê şehîdên jin de ku li her derê berxwedanî li hemberî zilm, zordarî û zihniyeta desthilatdar ya baviksalarî kirin û şehîd bûn, em bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Herwiha di vê rojê de em soz û biryara xwe careke din nû û xurt dikin ku em ê layiqî wan derkevin.”

‘Em şoreşgerên jin ên sosyalîstin’

Viyan Kobanê şehîdên eşqa azadiyê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ji bo hemû gelan, ji bo azadiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê ku bi vê eşqê, baweriyê, îradê û hêzkirinê canê xwe dan, em wan bi bîrtînin. Herwiha soza me ev e ku em ê di rêka wan de weke şoreşgerên jin û sosyalîst ku di xeta azadiyê û sosyalîstê de ne bimeşin. Rêber Apo dibêje: “Divê di xeta sosyalîzmê de meşandin li gorî pîvan, têkoşîn û heqîqet be.” wek jineke şoreşger di vê rêkê de meşandin yek bi zanistî, dîroknasîn û li ser wê bingehê gihaştina heqîqeta xwe ye, divê em jî divê di vî alî de bi bîr û bawer bin.”

‘Xeta Bêrîtan hêza jinê ye’ 

Viyan Kobanê eşkere kir ku ew hêza xwe ji xeta Bêrîtan digirin û got: “Her tim em hêza xwe ji têkoşîn, berxwedan û şehdadeta şehîd Bêrîtan digirin. Ew ji bo me mijarekî esasî ye. Ya din em behsa artêşbûna jin bikin, gelek artêşên jin di cîhanê de hene, lê yê ku berxwedanî kirine û gîştine astekê ku heta niha têkoşîna xeta wê tê meşandin berxwedaniya jina kurd rêheval Bêrîtan ku bi nav Gulnaz Karataş e. Di şexsê şehîd Bêrîtan de Rêber Apo biryara avakirina artêşbûna jin da ku di şexsê wê de pêwîstiya avakirina vê artêşbûnê dît. Di şoreşa Rojava de jî hêza YPJ’ê mîna YJA Star Bêrîtan ji xwe re nimûne girt û wê bingeh dît. Li ser vê bingehê di şoreş Rojava de avakirina artêşa YPJ’ê û xwerêxstinkirin ji bo me mijarekî bingehîn e. Armancên artêşbûna jinbûnê yan jî têkoşîna jinan armancekî, ji bo azadiya hemû jin û gelan e, heval Bêrîtan jî nimûneya vê ye.”

‘Bêrîtan teslîm nabe û îxanetê nake’

Viyan Kobanê da zanîn ku şehîd Bêrîtan teslîmiyet ji bo dijmin û neyaran red kir û wiha got: “Şehîd Bêrîtan di sala 1992’an de li Xakurkê bi siloganên “Bijî Serok Apo, jina Kurd tu carî teslîm nabe û tu carî îxanetê nake.” Çalakiyeke fedayî ku xwe ji zinaran avêt pêk anî. Bêrîtan bîr, bawerî û hezkirin xwe ji Rêber Apo girtî. Dewleta Tirk bi desteka PDK’ê yê ku hatin heval Bêrîtan re gotin; ka teslîm bibe heval Bêrîtan teslîmîyet qebûl nekir. Bêrîtan jina ku hêza xwe ji dîroka bi êş digire, ji ber ku dizan ew xwediyê dîrokekî pir bi êşe, ewqas dewlemend û ewqas berxwedanî ye, ji ber ku di komkujiya ku li ser gelê Kurd û gelan hatiye kirin, zilman ku li ser gelan hatiye kirin, bi taybetî li ser jinan û di zindanan de hatîne kuştin, revandin û nasnameya wê nehatiye dîtin. Ji bo vê şehîd Bêrîtan hêzekî vê rengî jî dîroka xwe girtiye.”

‘Jina ku bixwaze azadiyê jiyan bike bela xeta Bêrîtan bişopîne’

Viyan Kobanê axaftina xwe wiha qedand: “Têkoşîna şehîd Bêrîtan ji bo me hemû jinan mîrase ku em xeta xwe li ser wê mîraseyê bidomînin û mezin bikin. Niha bi şoreşa Rojava re avabûna hêz û artêşbûna YPJ’ê li ser bingeha neteweya demoratîk, rêxistinbûyîneke xwe ya xurt ava kiriye û bûye parêzvanên hemû jinan. Li car aliyên Kurdistanê Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û her derê cîhanê jinan ku bixwaze azadiyê bibîne an jî jiyan bike, bela xeta şehîd Bêrîtan ji xwe re bingeh bigre. Di şoreşa Rojava de armanca me ew xwerêxistinkirina jinan di aliyê leşkerî, birdozî û her alî de esase.  Li ser vê bingehê em deyndarin ku em dengê xwe bidin û li gorî vê tev bigerin, têşkoşîna xwe dewam bikin û xurt bikin. Em rêya Bêrîtan pîroz dikin û em ê vê rêyê bidomînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.