Esma Mistefa/Qamişlo
Jinên pêkhateyên Suryan, Ermen û Ereb tekez kirin ku divê mafê hemû pêkhateyan di destura Sûriya nû de hebe û gotin, “Divê sîstemeke fedral, demokratîk û nenavendî pêk were da ku reseniya Sûriyê a pirrengiya wê, bê parastin”.
Hikumeta veguhêz piştî serweriya xwe li ser Sûriyê, bi hişmendiya xwe a olperest û netewperest, hebûna tu pêkhate, ol û baweriyan di Sûriyê de qebûl nake. Ji wê zêdetir weke ku em bûna şahid li ser gelên Elewî, Xiristiyanî û Durzî komkujî û qetlîam pêk anîn. Ev hikumet bi hişmendiya xwe a heyî tu rengên demokrasî û nenavendîbûnê napejrîne. Gelo piştî 14 salan ji kirîza Sûriyê pirrengiya herêmê tê tunekirin? Girêdayî mijara navendîbûna hikumeta heyî û nenavendîbûna ku divê Sûriyê esas bigre di pêşeroja xwe de. Jinên pêkhateyên di Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Suryan, Ermen û Ereb helwest û nirxandinên xwe ji Rojnameya me re anîn ziman.
‘Zihniyeta hikumeta veguhêz ji a berê ne qut e’

Endama Partiya Yekîtiya Suryanî û Nûnera Yekîtiya Sûryanî di Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Sabah Şabo wiha axaftina xwe dest pê kir: “Em dizanin ku Sûriyê di dirêjahiya 53 salan de di bin desthilatdariyeke dîktator de dihat birêvebirin ku tê de tunekirina hemû pêkhateyan dihat kirin. Em gelê Suryanê helbet me gelek êş ji wê dîktatoriyê dît. Her tim serdegirtinên ku pêk dianîn, her wiha bi zanebûn mecbûrkirina gelê Suryanî dikirin. Di rêjîmê de tenê biryar ji aliyê yek navendê û yek pêkhateyê ve dihate dayîn. Bi rûxandina rêjîmê re hêviya gelê Sûriyê ne ev bû, her kes hêvîdikir ku sûriye ber bi çareserî û pirrengiyê ve biherike. Lê belê ev xeyalên gel bi piratîka ku em lê bûne şahid re, rûxiyan û pêk nehatin. Me careke din dît ku hemû pêkhate ji cihên biryarê û nivîsandina desturî bi dur ketin. Helbet ev yek jî ji zihniyeta ku berê dihat meşandin ne dur e”.
‘Divê mafê me di destura Sûriyê de hebe’
Sebah diyar kir ku hikumeta heyî jî weke hemû hikumetên berê nêz dibe û wiha pê de çû: “Hikumeta veguhêz weke hemû hikumetên berê yên ku hatine ser serweriya Sûriyê nêz gelê Suryanî dibe. Tenê mafê me di aliyê olî û pêkanîna rêûresmên ola xwe ya Xiristiyanî de rewa dibîne. Lê belê di aliyê mafên çandî, hiquqî, ziman û dîrokî piştguh dike. Îro nêrîna gelê Suryanî di destura Sûriyê de nîne. Ji mafê me ye ku nêrîn û mafê me yên weke nasname û ziman di destura Sûriyê de hebe. Ji ber van piratîkan îro em dibînin ku hikumeta veguhêz jî li ser pêkên hikumeta beriya xwe dimeşe”.
‘Em sîstemeke fedral û demokratîk dixwazin’
Sebah bi van gotinan axaftina xwe bidawî kir: “Em gelê Suryanî û bi hemû gelên din yên mafê wan hatiye xwerin re, hemû civak, pêkhate, ol û bawerî li ser ruyê erdê xwedî nasname ne. Divê hikumeta heyî li ser zihniyeta berê nemeşe, divê sîstemeke nenavendî û demokratîk ji bo parastina mafê hemû gelan esas bigre. Ji ber çareserî di sûriyê de bi rêya siyasî ku tê de nêrîn û beşdariya hemû gelên Sûriyê hebe, pêk tê. Em daxwaza sîstemeke fidralî û demokratîk dikin da ku aramî û aştî di nava hemû gelên sûriyê de pêk were”.
Endama Ofîsa Siyasî ya Partiya Yekîtiya Ermenî Kohar Xeceduryan di destpêkê de bal kişand ser hebûna
sîstemeke navendî di welatekî pirreng de û got: “Sûrya ku bi pirrengiya ol û pêkhateyan tê naskirin, ger îro sîstemeke navendîtê de tê birêvebirin, herlbet wê neheqî li hemû pêkate, ol û baweriyên heyî re hebe. Ev yek jî di hemû aliyan de tê meşandin. di sîstema heyî de tenê yek reng heye û dixwaze wê yek rengiya xwe li ser hemû gelên din jî ferz bike. helbet ev yek ne rast e û me ji mafên me yên rewa bê par dike”.
‘Nenavendbûyîn ne perçekirina Sûriyê ye, xweşikbûyîna wê ye’
Kohar tekez kir ku divê hemû gel bi çand, ziman û mafê xwe jiyan bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em gelê Ermen hemû mafên me di Sûriyê de hatine înkarkirin, mafekî herî biçûk jî di destê me de nehêştine. Dema zimanê Erebî li ser me tê ferizkirin çi di dibistanan de be û çi di jiyanê de be, ev bi armanca ku em zimanê dayîkê ji bîr bikin û Sûriye hemû bi yek rengî be tê ferzkirin.
Çareserî ji welatekî weke Sûriyê re, helbet nenavendîbûyîn e. Helbet nenavendîbûyîn ne ku Sûriya were perçekirin, berovajî wê, her herêmek, gelek û perçeyek bi ziman, çand û mafê xwe jiyan bike. Ev dibe sedem ku Sûriya xweşiktir bibe û bibe mînak ji welatên din re. Sûriya li ser gelek şaristaniyan hatiye avakirin, divê li ser wê bingehê Sûriya ava bibe, Ev yek jî tenê bi nenavendiyê pêkan dibe”.
‘Projeya Netewa Demokratîk mafê tu gelî înkar nekir’

Her wiha ji pêkhateya Ereb Ezîze Hiso destnîşan kir ku di projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yekbûna pêkhateyan di avakirina nenavendîbûyînê de esas hate girtin û wiha got: “Bi avabûna Şoreşê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, yekbûyîn û parastina mafê hemû pêkhate, ol û baweriyan ên Ereb, Kurd, Ermen, Suryan, xiristiyan, Êzîdî û hwd hatin parastin. Projeya Netewa Demokratîk mafê tu gelî û civakê di herêmê de înkar nekir û bû mînak di dema ku di Sûriyê de şerê desthilatdariyê û navxweyî diqewimî. Em dema dibêjin nenavendîbûyîn ew rêvebirina gel bi xwe ye, ev yek jî di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hatiye”.
‘Hebûna jin tune dihesibîne’
Ezîze di dawiya axaftina xwe de ev bilêv kir: “Me tu carî perçekirina Sûriyê nepejirandiye. Tirsa wan ew e ku bi nenavendîbûyînê Sûriye bê perçekirin û armancên ku niha pêk tînin ji destê wan derkevin. Helbet di pêvajoya Sûriyê a heyî de ku ji bilî kiryarên pêk anîne û hê didomînin, a herî xeternak siyaseta ku li ser hebûna jinê dimeşînin e. Hikumeta heyî rola jin di civakê de tune dihesibîne, û li ser zihniyetekî olperest dixwaze jina bedew, afrîner û pêşenga civakê bifetisîne. Helbet ev jî girêdayî mijara demokrasî û ne qebûlkirina tu hilbijarteyên din e”.






