Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tevgera Hîlala Zêrîn hewl dide ku rola jinên Kurd di civakê de ronî bike’

25/10/2025
in JIN
A A
‘Tevgera Hîlala Zêrîn hewl dide ku rola jinên Kurd di civakê de ronî bike’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

 Endama Koordinasiyona Tevgera Hîlal Zêrîn Şêrîn Reşîd anî ziman ku Tevgera Hîlala Zêrîn hewl dide ku rola jinên Kurd di civakê de ronî bike, mafên wan ên çandî, azadî û edaletê bixwaze û hişmendiya civakî bi rêya huner û çandê pêş bixe û wiha got: “Hîlala Zêrîn di sala 2025”an de jî bêhtir kar û xebatên xwe ji bo pêşxistina rola jin di çand û hunerê de berfireh kir.”

Bi armanca balkişandina ser rola jinên Kurd di çand, huner û civakê de, Tevgera Çanda Jinan a Hîlal Zerîn wekî yek ji înîsiyatîfên femînîst ên herî berbiçav li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê. Tevger hewl dide ku jinan bi rêya projeyên hunerî û hişyarkirinê yên ku pirsgirêk û mafên wan ronî dikin, bihêz bike û hebûna wan di jiyana çandî û rewşenbîrî de zêde bike. Bi çalakiyên xwe yên cihêreng, Hîlal Zerîn bûye qadeke ku jin dikarin xwe bi azadî îfade bikin û beşdarî avakirina hişmendiyek civakî ya li ser bingeha wekhevî û edaletê bibin. Tevgera Hîlala Zêrîn sal bi sal kar û xebatên ji bo ronîkirina rola jin di çand û û hunera kurdî de bêhempa dimeşîne. Girêdayî kar û xebatên tevgera Hîlala Zêrîn Endama Koordinasiyona Tevgera Hîlal Zêrîn Şêrîn Reşîd ji Rojnameya me re axivî.

Endama Koordinasiyona Tevgera Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd destnîşan kir ku Tevgera Hîlala Zêrîn anî ziman ku bi rêya çalakiyên xwe yên cûrbecûr, tevger gelek armanca digre dest û wiha got: “Armanca tevgera Hîlala Zêrîn daxwaza azadiya fîzîkî û rewşenbîrî ji bo jinan, di nav de azadiya derbirînê û beşdarbûna di jiyana giştî de, nimûne, belavkirina peyamên Rêber Abdullah ocalan ku tekez dike ku “Şerê jinan şerekî ji bo erd, azadî, welat û rêxistinê ye û azadiya jinan bingeha hemû azadiyan e.”, herwiha Xurtkirina nasnameya çandî ya Kurd û vejandina bîr û destkeftiyên wê bi rêya huner, bîranîn, şano, stran û çalakiyên çandî bi giştî û bidestxistina cihekî girîng ji bo jinan di nav tevgerên civakî û siyasî de û beşdarbûna di guhertina rastiya civakî de bi rêya çalakvaniya mafên mirovan a femînîst û destpêşxeriyên çandî. Di heman demê de beşdarbûna tevgerê di çalakiyên giştî de, weşandina daxuyaniyên şermezarkirina binpêkirinên li dijî jinan û daxwaza çalakiyan ji bo têkoşîna li dijî tundûtûjî û sûcên li dijî jinan. Û girêdana têkoşîna çandî bi mafên mirovan û edaleta civakî ve. Armanc ne tenê huner an çand e, lê belê bikaranîna wê wekî amûrek têkoşîna ji bo maf û wekheviyê ye.”

Çalakî û Bûyer

Şêrîn Reşîd diyar kir ku Tevger salane çalakiyên bîranîna şehîdan dike û wiha got: “Tevgera Hîlal Zêrîn her sal çalakiyan ji bo bîranîna Ş.Mazgîn û her wiha şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê li dar dixe, herwiha her sale jî fîlmin û muzîkên dîrokî ku têkoşîn û armanca jinan vedibêjin diweşînin.  Di heman demê de tevger materyalên hişyarkirinê belav dikin, birêvebirina kampanyayan ji bo belavkirina broşur û nameyan, bi taybetî li bajarên mîna Dêrikê, ji bo ravekirina têgehên wekî “azadiya laşî” ya Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza mafên jinan. Hin Projeyên me çandî yên herêmî hebûn weke avakirina kafeteryayek ji hêla jinan ve wekî projeyek aborî li bajarê Dirbêsiyê, bi navê “Hîlala Zêrîn”, ji bo piştgiriya çalakiyên aborî yên jinan û peydakirina derfetên kar. Weke sazî piştî şoreşa Rojava weke jin di aliyê çand û hunerê de xwebirêxistin kir, ji bo me xebatekî girînge ku em saziyek xweser ji bo jinan ku karibin bêhtir rola xwe derxin pêş û bidin naskirin.

Kar û xebatên Hîlal Zêrîn 2025”an de

Endama Koordinasiyona Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd destnîşan kir ku ew di van salên dawiyê de me xwe li kantona cizîrê birêxistin kir, niha jî hewildanên me hene ku li her navçeyekê jî xwe birêxistin bikin weke sazîû wiha got: “Sala 2025”an saleke tijî berxwedanî bû, gelek çalakiyên pirreng hatin lidarxistin li herême. Tevger di warê hişyarkirina jinan de li deverên ku lê dixebite, bi taybetî li ser nasnameya Kurd, azadiya laşî, wekhevî û mafên jinan, bi ser ketiye. Çalakiyên çandî yên çalak (şano, stranbêjî û recitasyon) damezrandiye û berhemên hunerî yên balkêş (stran û fîlm) di vê salê de kirine, weke 8 Adarê, festîvala zarokan, festîvala ş berçem, di vê salê de berhemên me yên stranan gelek hatin belavkirin, stranin me taybet ji bo bendava berxwedanê ya tişrînê jî hatin weşandin. Projeyên aborî (wek kafeterya) ji bo jinan derfetên kar peyda kirine, ku ev yek ji bo baştirkirina debara wan û serxwebûna wan a darayî girîng e. Tevgera Hîlala Zêrîn dengek e ku binpêkirinan şermezar dike û li hesabpirsînê digere, ku beşdarî parastina mafan û anîna binpêkirinan bo ber çavê raya giştî dibe.”

Endama Koordinasiyona Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd axaftina wiha qedand ku tevgera Hîlal Zêrîn ji dema ava bûye hrta roja îro xebatekê bê hempa ji bo xwedîderketina li çanda kurdî dimeşîne û wiha got: “Xebata tevgera Hîlala Zêrîn xebateke ku hemû jin di bin sîwanekê de bi hev re kar dikin j rêveberiyê de bigre heta koman ên ku wênesazan, rewşenbîran, hunermendên jin digrin nava xwe. Hemû hevlên jin in ku bi huner û çanda xwe di hundirê saziyê de xebatekî dimeşînin û xwe birêvedibin. Xebatên me yê jin niha hêdî hêdî berfireh dibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.