Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Avabûna tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê…. (1)

25/10/2025
in NÛÇE
A A
Avabûna tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê…. (1)
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Tevgera Kurdî ya siyasî li Rojavayê Kurdistanê di bingeha xwe de ji rewşenbîrên Kurd hat avakirin, bi nave Xoybûn Komeleyek ava bû, ji hişmendiya netewî û siyasî re bû bingeh da ku yekem partiya Kurdî di sala 1957’an de were damezirandin û bê parçekirin, tevgera siyasî ranewestiya, lê piştre belê gelek partî hatin avakirin.

Komeleya Xoybûn biingeha tevgera siyasî, rewşenbîrî, çapemenî ya Kurdî ava kir

Tevgera Kurdî ya li Qamişlo û Lunanê di sala 1927’an de dest pê kir dema ku Komeleya Xoybûn li Lubnanê avabû.Komeleya Xoybûn komleyek rewşenbîrî ya netewî bû, li ser destê Celadet Bedirxan, Qedrî Can, Apê Osman Sebrî, Haco Axa û hwd… hat avakiri. Herwiha xebata wê li Beyrût, Şam û Qamişlo dihat meşandin. Da ku hişmendiya netewî û şoreş li dijî dagirkerên Rojavayê Kurdistanê li pêş bikeve, ev komele piştî têkbirina şoreşa Şêx Seîdê Pîran û îmzekirina Peymana Sayks-Pikot hat avakirin. Lê piştî zextên ku li ser komleyê hatin kirin û kêmderfetên aborî, di sala 1945’an de xebata wê rawestiya. Lê Komeleya Xoybûn bû xwedî muhreke dîrok di avabûna tevgera Kurdî ya siyasî li Rojavayê Kurdistanê, ji encama xebata wê jî şoreşeke siyasî, rewşenbîrî û çapemeniyê bi avabûna kovara Hewarê û avabûna yekem partiya Kurdî pêk hat.

Destpêka tevgera siyasî û avabûna yekm partiya Kurdî

Yekem partiya Kurdî ya ku li Rojavayê Kurdistanê ava bû, di sala 1957’an de bû, dema ku Osman Sebrî, Ebdilhemîd Hecî Derwîş, Reşîd Hemo, Hemza Mele Niwêran, Mihemed Elî Xoca û hwd… ji siyasetmedarên Kurd partiyek bi navê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya(Partî) ava kirin. Civîna avakirinê jî di 14’ê Pûşbera 1957’an de bi piştgiriya Mam Celal Telebanî hat lidarxistin. Piştî avabûna partiyê û rêxistinkirina wê li Rojava, damezirînerên wê, xwestin siyasetmedarê Kurd Nûredîn Zaza serkêşiya PDKS(Partî) bike. Nûredîn Zaza demek xwest û merc li PDKS’ê kir da ku bi axa û begên Rojava re yekîtiyekê ava bike û jê re bibin piştgir. Piştî salekê erê kir da ku bibe serokê PDKS’ê(Partî) û Apê Osman Sebrî jî bû serkretêrê wê. Lewma bi armanca rizgarkirin û yekbûyîna xaka Kurdistanê, hem jî li dijî dagirkirin û paşverûtiyê, herwiha têkoşîna ji bo demokratiyê xebat dan meşandin. Xebata wan jî di çarçoveya xwegihandina mafê netewî, ji ber vê yekê jî daxwaza bidestxistina mafê jinan, xwendina bi zimanê Kurdî, avakirina dibistan sazî komeleyên rewşenbîrî û civakî yên Kurdî, hat kirin. Di 12’ê Tebaxa sala 1960’î de desthilata Sûriyê ya wê demê piraniya damezirînerên PDKS’ê(Partî) desteserkirin û îşkencekirin. Osman Sebrî, Reşîd Hemo, Nûredîn Zaza, Mihemed Mele Ehmed ji wan kesên ku hatin desteserkirin. Di zindanê de çîroka parçebûnê û nerînên cuda derketin, bi taybet di navbera Osman Sebrî û Nûredîn Zaza de. Dijberî û parçebûn ji ber bername û armancên partiyê de bû. Wekî tê zanîn rêjîma Sûriyê zext li ser wan dan meşandin, da ku armancên vê partiyê û xebata wê nas bike. Li aliyekî Nûredîn Zaza dixwest armancên partiyê veşêre û bi rêbazekî xwe ji pêşengtiya partiyê û daxwazên netewî yên Kurdî bide paş. Lê Osman Sebrî armancê partiyê û daxwazên netewa Kurd dan pêşiya her tiştî. Lewma du nerîn derketin holê, paşê ev nêrîn bûn pirsgirêk di navbera her du aliyan, bê guman hewldanên rêjîma Sûriyê ji bo parçekirinê jî di warê cudakirina nerînên siyasî yên Kudî de hebûn, lê faktora ku bû sedema cudabûna nerîna siyasî  ya Sûriyê jî, cudabûna partiyên Başûrê Kurdistanê bû.

Yekem partiya Kurdî û parçebûna wê

Di sala 1965’an de parçebûn di PDKS(Partî) de çêbû, aliyek jê bi serkêşiya Osman Sebrî bi ramanê çepgiriyê û aliyê din bi serdariya Nûredîn Zaza bi parçeyê rastgiriyê. Parçebûn ji ber berjewendiyên takekesî cuda hat encamdan, ji ber PDK a Başûrê Kurdistanê bû du parçe, bandora vê parçebûnê li PDKS(Partî) kir. Ruxmî parçebûn hebû di navbera her du aliyan de, lê diyalog û lihevkirinek di gelek waran de ji bo mijarên netewî dihat domandin. Ev yek jî heta sala 1970’ê pêk hat, wê demê her du alî li gel hin kesayetên serbixwe hatin vexwendin bo Başûrê Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê û kongreya niştîmanî ya ku li Başûr li dark et, hewldaneke niştîmanî bû ji bo yekbûna her du aliyên PDKS(Partî) bû. Her du alî bi rengekî ji rengên yekbûnê nêzî hev bûn û siyasetmedarê Kurd Deham Mîro bû sekretêrê partiyê. Ev yekbûn tenê salekê dewam kir piştre bûn sê partî, ya çep bi serokatiya Osman Sebrî, ya rast bi serokatiya Nûredîn Zaza û ya din weke partiyeke bêalî bi serokatiya Deham Mîro ava bû. Piştî wê di sala 1975’an de parçebûn kete partiya çep û partiya serek ya ku hat yekkirin piştî gongreyê niştîmanî, da ku hejmara partiyan bibe 5 partiyên Kurdî.

Di navbera salên 80 heya 90’î de tevgera siyasî ya Kurdî

Di nava avakirin û parçebûna partiyên Kurdî de, Tevgera Rizgariya Kurdistanê gavên xwe yên destpêkê davêtin Rojava. Bi taybet dema ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1979’an de derbasî Kobanê bû, piştî wê tevgerke siyasî û rêxistinî ji bo doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê da sazkirin bêyî ku partiyekê ava bike. Ji destpêka derbasbûna Rêber Apo heya dawiya salên 1990’î jî xebata Siyasî li Rojava û Sûriyê bi rengekî veşartî dihat kirin.

Di sala 1981’ê ji parçebûnên PDKS (Partî) parçebûneke din çêbû, Mihiyedîn Şêx Alî partiyek bi nave Partiya Karkerên Demokrat a Kurdî li Sûriyê ava bû. Piştî wê partiyeke din ji şaxê PDKS’ê bi navê Partî ji hêla Ismaîl Umer ve di sala 1988’an de ava bû. Di heman demê de sala 1998’an ji PDKS’ê (Partî) du pask çêbûn, yek bi serokatiya Neserdîn Ibrahîm ya din bi serokatiya Nezîr Mustefa. Di heman salê de Ebdilrehman Alûcî Partî Dîmukuratî Kurdî ya Sûriya da avakirin. Di sala 1982’an de partiyeke bi navê Pariya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji hêla Ebdilhemîd Hecî Derwîş ve hate damezirandin û ew jî 3 caran hate paçekirin. Partiya Çep a Kurd li Sûriyê jî baskeke ji PDKS’ê(Partî) ye di sala 1965’an de hatiye avakrin, di destpêka salên 80’î de Partiya Karkerên Kurd li Sûriyê bi du aliyan bi serkêşiya Sebxetullah Hêzanî hat dameziranin, di sala 1990’î de aliyek jê bi serokatiya Mihemedê Mûsê û aliyek jê bi serkêşiya Xêredîn Murad hat damezirandin. Piştre Partiya Karkerên Kurd li Sûriyê di salên 90’î de tevlî partiya Yekîtî bû. Partiya Yekîtiya Gel a Kurd li Sûriyê di 1980’î de bi riya Fiûad Elîko, Hesen Salih, Seidedîn Mele û Ebdilbaqî Yûsif hat damezirandin, herwiha di sala 1990’î de, van kesayetan partî fesix kirin û bi heman navî partiyeke din çêkirin û piştî wê, ev partî tevlî Partiya Yekîtî ya Demokratî ya Kurdî kirin. Di sala 1981’ê de Partiya Karkerên Demokrat ya Kurd li Sûriyê hat avakirin, ew tevlî şaxê Partî yê Ismaîl Umer bû da ku Partiya Demokrata Kurdiya Yekbûyî ava bikin.  Di sala 1993’an de jî Partiya Yekîtiya Demokrat ya Kurd li  Sûriya(Yekîtî) hat avakirin, ew  ji yekbûna Partiya Karkerên Demokratîk, şaxê Partî ya Ismaîl Umer, Partiya Yekîtiya Gel a Kurd, Partiya Karkerên Kurd û kokek ji partiyên ku ji Partiya Çep ya Kurd parçe bûbûn hat damezrandin.Ev partî jî du caran di slalên 1997-1998 û 2000’an hate parçekirin,  Di heman demê  de di salên pêşîn 1990’î de Partiya Komînîst a Kurd li Sûriyê  hat avakirin, ew  jî  du caran piştî sala 2000’î parçe bû. Bê guman rewşa piraniya van partiyan weke xwe nema, guhertin çêbû. Di heman demê de rewşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê kete qonaxeke din de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.