Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkoşîna Şehît Berîtan sekna jina azad û serhildêr e

25/10/2025
in JIN
A A
Têkoşîna Şehît Berîtan sekna jina azad û serhildêr e
Share on FacebookShare on Twitter

Arîn Koçer

Em dikevin 33’emîn salvegera şehadeta fermandara me ya mezin heval Bêrîtan. Di serî de fermandar û pêşenga me ya mezin heval Bêrîtan bi rêzdarî bi bîr tînim. Li hember bîranîna wê bejna xwe ditewînin.  Fermandar û lehenga hêja Bêrîtan piştî beşdarî nav refên tekoşîna azadiyê bû li ser felsefe û bîrdoziya Rêber Apo gelekî lêhûrbûn kir û di demeke pir kin de xwe gihand pîvanên jina azad. Şoreşgera ji dil, bû dengê jina azad. Ew jina xwedawend her li ser xeta azadiyê ponijî, weke şoreşgereke gelekî şareza û ji xwe bawer karibû bibe lehengeke wê bi sedê salan behsa berxwedan û têkoşîna wê bê kirin.

Lehenga çiyayî Bêrîtan gelek caran lêhûrbûnên xwe bi hevalan re parve dike û dibêje, “Weke jin em ê  hişmendiya ku xirabiyê çêdike pûç bikin, bi fikra Rêber Apo serwext bibin.” Fermandar Bêrîtan gelekî çalak,  aktîf û bi tevger bû. Jina şoreşger û di wêrek Bêrîtan bi dergistiyê xwê hevalê Huseyîn re beşdarî nava refên şoreşê dibin.

Qehreman û xwedawend Bêrîtan bi bîr û bawerî têkoşîn dike, ji dil û can beşdarî şer û jiyanê dibe. Hevrê Bêrîtan di xeta jina azad de roj bi roj pêş dikeve. Weke jineke milîtan û hevala Rêber Apo dibe xwedî tecrûbeyên mezin û mîna gulekê geş dibe.  Li wan çiyayên azad weke çemekî bi coş diherike û wê bandora xwe dide tevahî derdora xwe jî. Qehreman Bêrîtan serkêş û fermandara artêşa jinê ye. Bêrîtan fermandar û pêşenga Apoyî ye ya temsîla xeta berxwedanê dike. Li dijî dagirkerî û xiyanetê bû dengê berxwedana jinên Apoyî.

Xwedawend Bêrîtan fikir û ramanên Rêber Apo bi hûrgilî dixwîne, fêm dike û wan werdigerîne zanebûn û hunera jiyanê. Bertek û berxwedana fermandar û pêşeng Bêrîtan ne tenê li hemberî, mêrê desthilatdar e, di bingeh de têkoşîna qehreman Bêrîtan li dijî paşverûtiya jina koledar û hêzên xiyanetkar e. Ev sekn û têkoşîna heval Bêrîtan sekna jina azad û serhildêr e.

Fermandar Bêrîtan a jina berxwedêr ya Dêrsimê, ji bo nekeve destê xayînên gemar xwe ji zinarên Xakurkê avêt xwarê û gihişt karwanê pakrewanên azadiyê. Careke din ez fermandar û xwedawend Bêrîtan bi bîr tînim, bejna xwe li hemberî bîranîna wê ditewînim û soza xwe jêre nû dikim. Bêrîtan xwedawend û serkêşa me ye û wê her di fikir û ruhê me de zindî be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.