Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bêrîtan artêşbûna jina Kurd a berxwedêr e 

24/10/2025
in JIN
A A
Bêrîtan artêşbûna jina Kurd a berxwedêr e 
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Weşûkanî

Dema mirov qala kesayeta fermandar û dilêr Bêrîtan Hêvî dike, mirov di xeyalê xwe de diçe salên 1937’an. Di wê pêvajoyê de jinên herêma Dêrsimê yên weke Besê tevî keç, bûk û jinên xizmên xwe yên berxwedêr ji bo nekevin, destê dagirkeran  guliyên xwe yên sor û reş bi hevdu ve girê didan, bi hev re ji serê zinar û latan xwe diavêtin xwarê û dawî li jiyana xwe dianîn. Teqez divê were zanîn ku jinên Dêrsimê yên resen pir baş dizanîn ku eger xwe tine nekin wê çi were serê wan. Lewma bi vî awayî ji bo xwe  rêbaza berxwedanê hilbijartin bê ku çavên xwe biniqînin.

Hevrê û fermandara me Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) jî weke neviya Besê û Zerîfeyan, heval û hogira Saraya delal û serhildêr, bi wêrekî û dilêrî di kêliyê de li şûna teslîmiyet û xiyanetê, berxwedan hilbijart. Bêrîtan bi vî awayî bû Bêrîtan û navê wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê hat nivîsandin. Fermandar Bêrîtan weke her keçeke Dêrsimê di nav bîranînên dayik, bav û kalan de mezin bibû. Çîrokên Zerîfeya şerker, Besêya serhildêr pir guhdar kiribû. Ji kûrve ji wan  bandor bibû. Çeleng Bêrîtan di zarokatiya xwe de wiha hatibû mezinkirin. Kesayet, ruh û fikra wê wer bi gewde bibû, di nav xeyalên xwe de wêneyê jineke şerker û fedayî xêz kiribû.

Fermandar Bêrîtan bi wî xeyalê bedew hatibû, mezinkirin û piştî ku xwendina xwe ya zanîngehî bi dawî dike; tevî hevalê xwe Huseyîn ê ku hevalê jiyana wê ya kesayetî bû, biryar didin û beşdarî nava gerîlayên Kurdistanê dibin. Qehreman Bêrîtan roj bi roj dinava xeyalê xwe yê bûna jineke, berxwedêr de zana û kûr dibe. Fermandar Bêrîtan ji jinên çalakvan ezmûna şer û jiyanê, digire û beşdarî şer jî dibe û carekê, jî di çalakiya qereqola (Mexfera) Robarokê de jî birîndar dibe û hîna; milê wê baş nebûye jî dikeve şerê Başûr de. Fermandar Bêrîtan di ferqa xwe û derûdora xwe deye û rastiya, Osman Ocalan jî pir baş dibîne û jê hêrs dibe û hewildide; ku baldar nêz bibe. Û fermandar Bêrîtan tişta ku didît û dizanî ji xwe re dihişt û hêrs, dibû lê her hewildida ku hevalên li derûdora xwe perwerde bike; ji bo ku ew jî rastiyên heyî ên Osman bibînin.

Berxwedêr Bêrîtan Hêvî pir bi kelecan û coş bû û di hevaltiya, xwe de jî durust û fedekar bû. Fermandar Bêrîtan her dema ku tengav dibû dahurandin û pirtukên, Rêber Apo dixwend û fikrên xwe bi wan ronahî dikir û weke ku me ji Rêber Apo jî; bihîstîye ku dilêr Bêrîtan dahurandin kiriye ku çîroka jiyana, Rêber Apo binivisîne û beriya ku şehîd bikeve bi demekê ji Rêbertî re raporek dinivisîne. Û di wê rapora xwe de ji Rêber Apo re wiha dibêje: Rêberê min ez lêhurbûn dikim ku ez çîroka jiyana te, binivisînim û her çiqasî min te nedîtibe jî lê min ji; dahurandin û pirtukên te sûd wergirt û ez dixwazim, çîroka jiyana te xêzbikim. Hevrê Bêrîtan divê hevoka xwe de dide nîşandan ku, qet şert nîne ku îlehî mirov Rêber Apo weke şexsî bibîne; ji bo ku li ser kesayet, bîrdozî û felsefa wî nasbike yan jî çîrokê binivisîne.

Û her cîyê ku dahurandin, pirtuk û  parêznameyên Rêber Apo li ku hebin Rêber Apo li wire û bi her; zimanî û li her hene û her kes dikare rastiya Rêbertî, pir baş îfade bike û bîne ser ziman. Fermandar Bêrîtan xwedî hest û dahurandinên pir, xweşik û bedew bûye di derbarê kesayet, bîrdûzî û felsefa Rêber Apo de. Û diyar dibe bêka çiqasî fermandar û xwedawend Bêrîtan, xwe di rastiya Rêbertî de kûr kiriye û bi têkoşîna xwe; hewildaye ku hevaleke mûkemel be ji Rêberê xwe re. Û tevî ku fermandar Bêrîtan kiryarên Osman birayê, Rêber Apo pir zelal dîtiye jî lê qet Rêber Apo bi kesayeta Osman re; muqayese nekiriye û di zanebûna rastiya Rênbertî de bûye û her cudahiya, kesayeta Rêber Apo dîtiye û jê bawer kiriye.

Fermandar Bêrîtan bi hevoka xwe ya ku dibêje: Rêberê min ez hewildidim ku çîroka jiyana te binivisînim’ ev jî nîşaneya, naskirin û girêdana bi têkoşîna Rêber Apo re ye û di heman demê de; jî nîşaneya jina ku li azadiyê digere û di her kêliyekê de hazire ku canê xwe jî feda bike. Çalakiya pekrewan Bêrîtan da îbsbat kirin ku çiqasî li çanda jinên, berxwedêr ên Dêrsimê xwedî derketiye û  ew şopandine. Fermandar Bêrîtan Hêvî ji hemû jinan re bû pêkera, jina ku li hemberî xiyaneta malbata Berzanî a dîrokî berxwedan kiriye û canê; xwe feda kir ji bo ku dawiyê li xiyaneta Kurdî a dîrokî bîne. Piştî ku Rêber Apo rapora fermandar Bêrîtan xwend û pirsa, kesayet û çalakiya wê kir û li ser kesayet û berxwedana wê nirxandin dike.

Bêrîtan di rapora xwe de wiha dibêje’ Rêberê min ez dahurandinên, we dixwînim û ji wan sûd werdigirim ji bo ku ez çîroka jiyana; we binivisînim. Kesayet û lêhurbûna Bêrîtan gelekî bala min kişand ji ber, ku heyanî niha ti kesî wiha ne gotiye. Û ger ku min wê dîtibaya û pêre niqaş kiribaya wê, gelekî başbaya. Lê mixabin Rêber Apo rapora qehreman Bêrîtan pişî şehadeta wê xwend û qehremaniya wê bihîst. Cardin Rêber Apo ji bo fermandar Bêrîtan wiha nirxandin kir û got: Bêrîtan keçeke pir jîr û qehreman bûye û tevî ku, salên xwe yên dirêj dinava gerîla û cengê de ne bûye; jî lê kesayeteke pijyayî bûye û gelek ezmûnên şer û jiyanê qezenc kiribûye.

Fermandar Bêrîtan beriya şerê dawiyê jî weke, fermandara yekîneyê beşdarî çalakiya Robarokê bûye û dinava çalakiyê de ji destê; xwe de birîndar bûye û tevî birîna wê hîna çêne bûye, jî gelekî îsrar dike ku beşdarî şerê Başûr bibe. Rêber Apo qala şerê Başûr jî dike û dibêje: Qehreman Bêrîtan di refên herî pêşiyê de ciyê xwe di şer de, digire û piştî ku hevalên li derûdora wê hemû şehîd dikevin. Ew jî bi wêrekî bi tena serê xwe şer dike û dema ku, fîşengên wê xelas dibe çeka xwe dişkîne û di wê kêliyê de biryar dide; ku xwe ji serê zinarê çiyayê Lêlkanî de bavêje xwarê, ji bo nekeve destê qirêj û xayînan de. Û tevî ku pêşmerge banî wê dikin û dibêjin: Em tena kujin jî lê Bêrîtan qet guh li wan nake û ji wan re, dibêje hun xayînin û ji dijmin jî xerab tirin û xwe davêje xwarê.

Rêber Apo dibêje, Bêrîtan keçeke pir zana û kûr bûye lê divê, were zanîn ku berxwedan û çalakiya wê ya navdar tenê li ser wê; zanebûnê pêk nehatiye,  çavkaniya wê çalakiyê, berxwedana netewî û rastiya wê ya herêma Dêrsimê ye. Pêwîst e hemû jin qîmetê wê û çalakiya wê ya mezin, zanibin û di salvegera wê de wê bidin nîşandan.  Divê were zanîn ku ti kes nikare wiha seranser nêzî çalakiya wê ya qehremaniyê bibe.  Heval dibêjin me navê tabûreke xwe ya jin kiriye, Ş. Bêrîtan ez jî dibêjim: Mijar ne tenê navê wê rakirine û gerek li ser, zanebûn, helwest û rêbazê wê yê jiyana were lêhurbûn kirin; ji bo ku têkoşîna wê wiha were berdewamkirin.  Weke jin û tevahî gerîla divê Bêrîtan bidin jiyandin. Divê  her yek ji we yên ku xwe di azadiyê de kilît kirine, Bêrîtan ji xwe re bike nimûne.

Ez jî careke din fermandar û qehreman Bêrîtan bi hurmet û minetdarî, bibîrtînim û bejna xwe li hemberî meznahî û xwedawendiya wê; ditewînim û soza xwe jêre nû dikim. Wê fermandar Bêrîtan her ji bo me jinên têkoşer, ew find û fenera ku em xwe lê hîdayet bikin û ber bi serkeftinê ve bimeşin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.