Cûdî Cizîr
Destanên her gel û welatan hene. Evîn, hêvî, wateya welat û gel di wan destanan de tê vegotin. Lehengên wan destanan ên ti caran nayên jibîrkirin jî hene. Destan bi navê wan lehengan têne ser ziman. Şehîd û şehadet di dîroka têkoşîna gelên azadîxwaz de pîroziya herî hêja, nirxên herî giranbiha ne. Lewra di nav her gelî de kesên azadîxwaz, fedaî, şerker, têkoşer û pêşeng derdikevin.
Doza azadiya gelê xwe dikin û ji bo vê heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer dikin. Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de jî ji roja destpêkê heya îro dara azadiyê ya geş bûye bi xwîna bi hezaran şehîd hatiye avdan, bi saya ked û têkoşîna wan hatiye vê astê.
Weke ferdên civaka gelê Kurd û mîlîtanên wê bixwazin layiqî Rêber Apo, şehîdan û neteweya xwe bibin, ji bilî şopdariya şehîdan rêyeke cudatir nîne. Şehîd rastiya jiyanê ne, heqîqeta azadiyê ne. Hewce ye em jî weke gaziyên azadiya gelên Kurdistanê bi xebata xwe hewl bidin erk û berpirsiyariya xwe bi cih bînin, li gorî rastiya Rêbertî û şehîdan têbikoşin.
Yek jî fermandar û pêşenga mohra xwe dîroka mirovatiyê xistiye heval Bêrîtan e. Di dîroka me de Bêrîtan bûye destaneke wê ti carî neyê jibirkirin.
Ew evîndara welat û gelê xwe bû. Hest û ramanên xwe, bi doza azadiya welatê xwe re kiribû yek. Hevrê Bêrîtan li hember desthilatdariya serdest a jinê dike kole, bi kîn û hêrs bû. Li hember tevahî zordariyê bi lehengiyê şer kir. Dilsoziya heval Bêrîtan a ji Rêbertî, xak, hevrê û gelê xwe re li ber çavan e. Heqîqeta Fermandar Bêrîtan, heqîqeta cewherê jina azad e. Her mirovek şoreşger bi lêgerînekê dikeve rê. Bi taybet jî yên berê xwe didin çiyayan, lêgerînekê di asta pirtûkên pîroz de di kesayeta xwe de didin destpêkirin.
Berxwedana heval Bêrîtan a li hemberê xiyanetê bû dengvedaneke li tevahî gerdûnê belav bû. Bi berxwedana heval Bêrîtan re artêşa jin a li seresasê prensîbên Apoyî ava bû û pêş ket. Eşqa wê ya azadiyê bê sînor bû. Bi paqijî û safbûna dilê xwe melekek bû. Bi taybetmendiyên xwe bû xeta serketinê û dilê hemû şoreşgeran de bû sembola xeta jina azad.
Heval Bêrîtan koletî, nokertî û xiyaneta sedê salan bi çalakiya xwe pûç kir. Berxwedana Fermandar Bêrîtan plan û lîstikên xêrnexwazan pûç kir, hêviyên têkoşîna azadiyê derxist ronahiyê. Di meşa xwe ya rêxistinî de bi biryar û bêtirs bû. Di şerê xwe yê li hemberî dijmin de gelek wêrek û ji pêşketinê re vekirîbû. Ji ber vê çendê li gorî taybetmendiyên pêvajoyê kesayeta xwe rêxistin dikir. Li hesasiyetên pêvajoyê tevgeriya û bi berxwedana xwe rastiya milîtaniya fedayî ya Apoyî nîşanî her kesî da.

Em jî weke gaziyên şer pêwîst e di xeta berxwedanê ya Fermandar Bêrîtan de têbikoşin. Li hember sekin û berxwedana Fermandar Bêrîtan em soza xwe dubare didin. Ji bo pêkanîna xeyalên tevahî şehîdan heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê em ê tekoşînê bidin û xwedî li doza wan derkevin.






