Dîlan Mulhim/ Hesekê
Ji destpêka avabûna kampa Waşokanî ve, Mala Jin di warê parastina mafê jin û avakrina malbateke demokratîk dixebite. Herwiha rêvebera Mala Jin Nûr Nebîl diyar kir ku armanca wan avakrina malbateke wekhev û demokratîk e.
Dewleta Tirk û çeteyên wî 9’ê Cotmeha 2019’an Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin û hemû çekên qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anîn, bi sedan jin û zarok qetil kirin, bi hezaran kesan bi darê zorê koçber kirin, mal û milkên welatiyan jî talan kirin. Di heman demê de, Rêveberiya Xweser ji bo bi cihkirina van koçberan kampa Waşûkanî û Serêkaniyê di sala 2019’an de li bajarokê Tiwêna ku 12 km li Rojavayê bajarê Hesekê dikeve, avakirin. Di nava kampa Waşokanî de 1 hezar û 400 malbat û 17 hezar û 70 kes hene. Di heman demê de, kampa Waşokanî heta sala 2023’an jî, ji aliyê UN’ê ve ne naskirî bû û ne jî weke kampeke fermî hatibû erêkirin, ji ber vê yekê xizmetên wê, tenê bi dabînkirina hin konan sînordar bû, lê piştî çend mehan hin rêxistinan mudaxele kirin û destek dan ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji koçberan re.
Ji destpêka avabûna kampa Waşokanî ve, Mala Jin di warê parastina mafê jin, avakirina malbateke wekehev û demokratîk de dixebite. Armanca sereke ji avakirina Mala Jin li kampa Waşokanî avakirina malbateke demokratîk û wekhev e.
Di derbarê kar û xebatên Mala Jin a li kampa Waşokanî de Rêvebera Mala Jin Nûr Nebîl ji Rojnameya me re axivî.

‘Jinan Mala Jin ji xwe re kirine riya çareseriyê’
Nûr Nebîl anî ziman ku armanca avakirina Mala Jin di nava kampa Waşokanî de parastina mafê jinê û avakirina malbateke demokratîk e û wiha got: “Mala Jin ji destpêka avabûna kampa Waşokanî ve hatiye avakirin, herwiha deriyê mala jin li pêşiya her jinekê vekirî ye. Di heman demê de, mebesta me weke Mala Jin li kampa Waşokanî civak, malbateke wekhevî û dîmokratîke, dema ku em lihevkirin di navbera jin û mêr de çêdikin. Lewra jinan Mala Jin ji xwe re kirine riya çareseriyê.
Piraniya pirsgirêkên ku di nava kampa Waşokanî de tên li cem e ew jî zewacê ku bi temenê biçûk e, ji her du aliyan çi jin û çi mêr be pirsgirêk û alozî dedikevin. Çareskirina van pirsgirêkan mala jinê ji her alî ve dibe bersiv û pirsgirêkan çareser dike, kesên ku pirsgirkên wan di mala jin de çareser nebin em wan rêdikin dadgehan.”
‘Em li gorî derfetên xwe pirsgirêkan çareser dikin’
Nûr da zanîn ku ew li gorî derfetên di nava destê xwe de pirsgirkên jin û malbatê yên di nava kampa Waşokanî de çareser dikin û wiha pê de çû: “Em weke Mala Jin li kampa Waşokanî hemahengî bi tevahiya rêxistinên jinan re kirî, di nava kampê de em tevdigerin û semîneran di derbarê arestekirina hişmendiyê didin malbatan. Ev semîner bi taybet ji bo malbat û jinên ku pirsgirêkên wan hene, tên dayînin. Bi riya van semîneran pirsgirkên jin û mêran, herwiha zewaca bi temen biçûk li nava kampê kêm bûn e. Lewma semînerên me yên bi vî rengî berdewam in.
Em weke Mala Jin a li kampa Waşokanî di destpêka de me gelek astengî û zehmetî kişandin, lê niha ew astengî û zehmetî kêm bûn e. Ji ber ku di destpêkê de kampa Waşokanî ne birêxistin kirî bû û hem jî koçberên kampê zagonên Mala Jin ne dipejirandin.”
Rêvebera Mala Jin a li Kampa Waşokanî Nûr Nebîl da xuyakirin ku hejimara endamên Mala Jin a li Kampa Waşokanî 5 in û û wiha bi dawî kir: “Ez bi hêvî me ku bi riya semînerên arestekirina hişmendiyê malbateke demokratîk û wekhev were avakirin.”






