Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Kurd ‘Bi qasî kar û berpirsyartiyên malbatê, perwerde jî girîng e’

23/10/2025
in JIN
A A
Jinên Kurd ‘Bi qasî kar û berpirsyartiyên malbatê, perwerde jî girîng e’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Jinên Bajarê Qamişlo di komînên taxên xwe de perwerdeya li ser parêznameya Rêber Abdullah Ocalan a “Civaka Demokratîk” dibînin. Bi vê wesîleyê jin di mal û taxên xwe de dixwazin xwe perwerde bikin û li gorî perspektîvên demê xwe amede bikin.

Piştî banga Rêbert Apo a “Aştî û Civaka Demokratîk” û bi derketina parêznameya 6’emîn a “Civaka Demokratîk” tevahî gelê Kurd yên ku li ser felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin kiriye û jiyan dike, ev parêzname xwendin. Ev parêzname di şîrovekirina çareserkirina pirsgirêka Kurd de, ji dîrokê heyanî roja îro radixe ber çavan. Her wiha gavên ku bêne avêtin wê çi bin û çawa bin, şîrove dike. Rêber Apo di vê parêznameyê de ne tenê gelê Kurd muxateb digre, hemû gelên cîhanê muxateb digre û çawaniya avakirina pargala demokratîk dinirxîne. Bi taybet ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev weke perspektîvên demê ye û li ser wê bingehê hemû sazî, dezgeh, tevger, partî û beşên civakê li ser vê parêznameyê perwerde dîtin.

Di berdewamiya xwendin û xweperwerdekirina li ser felsefeya Rêber Apo jinên Kurd yên bajarê Qamişlo di mal û taxên xwe de dest bi xwendina Rêber Apo kirine, têkildrî girîngiya xweperwerdekirina li ser parêznameyên Rêber Apo Hevseroka PYD’ê Samiye Xelîl û Endama PYD’ê Dilşa Çawîş yên bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.

‘Divê jin di giraniya pêvajiya dîrokî de bin’

Samiye wiha dest bi axaftina xwe kir: “Piştî banga Rêber Apo a “Aştî û Civaka Demokratîk” di dîroka doza gelê Kurd de û çareserkirina pirsgirêka Kurd de, em ketin pêvajoyekî nû. Di vê pêvajoyê de divê em xwe li gorî tişta ku ji me tê xwestin perwerde bikin û bi pêvajoyê re biherikin. Divê em jin bi taybet di giraniya vê pêvajoya dîrokî de bin û xwe birêxistin bikin. ji ber wê jî piştî derketina parêznameya 6’emîn me di taxa xwe de giropeke perwerdê ya xweste vakir. Di komînê de em her roj li hev diciviyan û me li ser felsefeya Rêbertî perwerde didît.

Di vê perwerdê de hemû jin û dayîkên ku xwedî kedin di vê xetê de hebûn. Perwerde nêzî 10 rojan dom kir û tê de şîrove, nirxandin û nîqaş pêş diketin. Dibe ku di asta ku tê xwestin de em nikaribin ji pêvajoyê û tişta ku rêber Apo ji me re dibêje re bibin bersiv, lê em di girêdana xwe bi Rêbertî û hewildana têgihiştina pêvajoyê re bi îsrar in”.

‘Bi qasî nan û avê, perwerde jî girîng e’

Samiye da zanîn ku bi qasî berpirsyartiyên malê xweperwerdekirin jî girînge wiha pê de çû: “em dayik in, helbet kar û berpirsyartiyên li ser mile me hene. Lê di aliyê xweperwerdekirinê de divê em xwe di nava kar û barê malbatê de xwe ji bîr nekin. Ger em di Rojavayê Kurdistanê de jiyan dikin, wê demê bi qasî nan û avê ji me re perwerde jî girîng e. Ger em xwe wiha birêxistin nekin wê mal, zarok û jiyana me jî ji dest me here. Ji ber wê em ê her tim di tax û komînên xwe de perwerdeyan pêş bixin”.

‘Em ê layiqî keda Rêbertî derkevin’

Her wiha Dilşa Çawîş jî diyar kir ku pirtûkên Rêber Apo ji bo wan perspektîv in û wiha got: “Ev têkoşîn û serkeftinên ku me qezenc kirine, hemû bi saya felsefeya Rêber Apo ne. Ji ber wê jî em ê bi xwendin û xweperwerdekirina di kurahiya vê felsefê de, layiqî keda Rêbertî derkevin. Bi taybet jin, di parêznameyê de gelekî behsa rola jin di dîrokê û heyanî roja îro dike, divê her jinek xwe li ser vê esasê perwerde bike. Ger em wiha nekin em ê nikaribin ji vê serdemê re bibin bersiv. Divê hemû bizanibin ku pirtûkên Rêber Apo ji bo me perspektîv in û em ê xwe li ser wan perspektîvan mezin bikin.

Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo naskirina xwe, pêvajoya ku hatiye destpêkirin û şerkirina li hember zihniyeta ku dixwaze jinê tune bike, bila jin bixwînin û xwe pêş bixînin. Ger nikarin bixwînin, perwerdeyên devkî ku tê de her tiştî şîrove dikin û dinirxînin hene. Bila jin ji mal, tax û komîna xwe de dest pê bike da ku bibin hêzek pêşeng di rêvebirina civakê de”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.