Esma Mistefa/ Qamişlo
Kuştin û mirinên bi guman yên jinan di seranserî cîhanê de zêdetir dibin, yek ji wan jî jina Kurd a Bakurê Kurdistanê Rojîn Kabaîşê ye. Ji ber bêdarizandin û lêkolînkirina dewletê, di salvegera yekemîn de doza kuştina wê careke din di Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de deng veda.
Mirin û qetilkirinên bi guman ên jin her ku diçin zêdetir dibin. Bi taybet di Rojhilata Navîn de ev yek bê hesabxwestin, dadgehkirin û lêkolîn ji aliyê peywendîdar ve tê domandin. ji Îranê bigre a ku ji aliyê darvekirin û kuştina jinan de di lûtkeyê de ye, heyanî tevahî cîhanê. Ev polîtîka di çar perçeyên Kurdistanê de jî li ser jinên Kurd tê kirin. Di rûdana van bûyeran de ji aliyê dadgeha dewletê ve ev doz bê lêkolînkirin û hesabxwestin tên tepisandin. Di Bakurê Kurdistanê di van demên dawiyê de jinên Kurd di bin sûcên ne û bûyerên ne zelal de tên qetilkirin. Yek ji van dozan jî Jina Ciwan Rojîn Kabaîş ku li ser kuştina wê re salek derbas dibe û dadgeha Tirkiyê tu lêpirsîn nekiriye. Ev ne bûyera yekemîne ku di sala derbasbûyî de zaroka 8 salî Narîn Guran ku di 21’ê tebaxa 2024’an de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin, her çendî ev bûyer dengvedanek di nava dewletê de çêkir, lê belê tu cezayên ku pêşî li van bûyeran bigre, li sûcdaran nehat birîn. Ji lewra Rojîn û bi dehan yên weke Rojînê hene ku di bin sedem û bi rêbazên ne zelal de tên qetilkirin.
Bi van bûyeran zext û tundiya li dijî jinê tê diyarkirin. Her wiha bêdengî û bêedalatiya dewleyê derdikeve holê. Di sedsala 21’emîn de berdewamkirin van zextan û destdirêjiyan li ser jin. Hişmendiya berdewam a pergala zayendperest û cinsî diyar dike.
Bi derbasbûna salekê li ser kuştina keça Kurd û xerndekara zanîngehê Rojîn Karabaş, bi sedan jin beşdarî çalakiyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine lidarxistin bûn û bi yekdengî daxwaza edaletê ji bo Rojîn Kabaîşê kirin. Ji be di vê dozê de peçinandin hat dîtin û doz bi fayilî mechul derbas bûye. salek derbas bû û sûcdar nehatin dîtin û derizanin. Ji ber vê jî careke din vê doze di Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de hêrsek ava kir. Gel, malbat, perlamentoyên DEM partiyê her wiha xwendekarên zanîngehan rabûn xwepêşandanan û banga adaletê kirin.
Li ser laşê wê DNA’ya 2 mêran hatibû dîtin
Cenazeyê xwendekara Zanîngeha Wanê Rojîn Kabaîşê 15’ê Cotmehê ya sala borî, 18 roj piştî windabûna wê, 24 kîlometre dûrî şevîmana ku lê dima, li perava Gola Wanê hatibû dîtin. Li gorî rapora Saziya Bijîşkî ya Dadî, li ser laşê Rojîn Kabaîşê DNA’yên 2 mêran hatine tespîtkirin ku ev yek gumana kuştinê bihêztir dike. Di laşê Rojîn Kabaîş de DNAM’ya du mêran hat dîtin. Ev DNA yên kê ne nehat tespîtkirin û ev mijar hat veşartin.
Pêşniyara lêkolînê hat redkirin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Saziya Bijîşkiya Dadî bi veşartina delîlan tawanbar kir û got: “Dixwazim behsa Rojînê bikim. Saziya Bijîşkiya Dadî 10 mehan delîl veşartine û ev yek derket holê. Bifikirin delîlan reş dike. Wezareta Dadê dê di vê mijarê de çi bike em gelek mereq dikin. Ev ne yekem tawana vê saziyê ye û her tim tawanan dike.”
DEM Partiyê her wiha ji bo zelalkirina mirina Rojîn Kabaîşê pêşniyareke lêkolînê da parlamentoyê lê pêşniyar bi dengên MHP û AK Partiyê hat redkirin.
Daxwazên ku ji perlamantoyê re hatine rêkirin.
Li Wanê ÎHD’ê (Komeleya Mafên Mirovan) daxwazên xwe yên ji Wezareta Dadê, Saziya Tipa Edlî (ATK), Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, baroyan, navendên mafên jinan û hemû rêxistinên civaka sivîl wiha rêz kir:
* Divê hemû dozên mirina jinan, bi taybetî doza Rojîn Kabaîş, tavilê û bi bandor werin lêkolînkirin.
* Divê Saziya Tiba Edlî ji wezîfeya xwe ya weke yekane rayedariya belgekirina tundiyê, kuştinên jinan û îşkenceyê were dûrxistin û divê rêziknameyên qanûnî werin danîn da ku raporên bijîşk û nexweşxaneyên serbixwe li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weke delîl werin qebûlkirin.
* Divê Peymana Stenbolê ji nû ve were îmzekirin û mafê jinan ê parastin û jiyanê were garantîkirin.
* Divê polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî bibin û kuştina jinan di çarçoveya berpirsiyariya sûcdar û dewletê de were xuyakirin.
* ÎHD dê têkoşîna jinan ji bo mafê jiyanê bidomîne û daxwaza edaleteke mafdar, şefaf û bibandor li dijî pêkanînên dijminane yên li hember jinan ên dewlet, ATK û mekanîzmayên dadwerî bilind bike.
Her wiha dayika Rojîn, Aygul Kabaîş jî xwest ku kujerên bên eşkerekirin û got, “Keça min xwe nekuştiye.”
Aygul Kabaîş destnîşan kir ku heya kujer tên dîtin, ew ê têbikoşin.






