Ronahî Sadûn/Qamişlo
Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxuyaniyeke nivîskî redkirina xwe li hemberî hilbijartinên ku li bajêr tên lidarxistin ragihandin û diyar kir ku ev hilbijartin neqanûnî ne û tu rewabûna wê tuneye.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê derbarê hilbijartinên qaşo yên ku anha li bajarê Serêkaniyê tê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî bi zimanê Kurdî û Erebî weşand ku tê de ev hilbijartinên bê qanûnî red kir, herwiha eşkere kir ku ev hilbijartinê ne xwedî rewabûnê ye.
‘Hilbijartin bê rewabûna qanûnî ne’
Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Li ser bingeha berpirsiyariya me ya neteweyî, mirovî û li ser navê bi hezaran kesên ku ji bajarê Serêkaniyê ku ji dagirkirina sala 2019’an de û vir ve bi zorê koçberbûne, em weke Komîteya Koçberên Serêkaniyê redkirina xwe ya kategorîk a hilbijartinên qaşo yên ku li bajêr di bin desthilatdariya fiîlî de têne lidarxistin radigihînin. Em piştrast dikin ku ev hilbijartin bê rewatiya qanûnî ne, ji hêla exlaqî û qanûnî ve bêqîmet in ku bi tu awayî îradeya nifûsa gelê bajêr nîşan nadin.”
‘Mafê koçberan ê vegerê hatiye înkarkirin’
Di daxuyaniyê de wiha hat eşkerekirin: “Ev hilbijartin di nav guhertina demografîk a sîstematîk û înkarkirina bi zorê ya bi deh hezaran niştecihên Serêkaniyê de ji bo vegera mal, erdên xwe û ji bo pêkanîna jiyana xwe ya sivîl û siyasî bi awayekî azad û ewledar, têne lidarxistin. Li gorî daneyên belgekirî, herî kêm ji sedî 85’ê nifûsa resen a bajêr niha li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî kesên koçber dijîn. Mafê wan ê vegerê hatiye înkarkirin. Ev yek van hilbijartinan neheq û newekhev dike, ji ber ku ew piraniya welatiyên rastîn ên bajêr ji beşdarbûna di diyarkirina çarenûsa xwe ya siyasî û îdarî de dûr dixin.
Li gorî vê, her pêvajoyek hilbijartinê ya ku di bin dagirkerî û koçberiya bi darê zorê de tê lidarxistin, binpêkirinek eşkere ya prensîbên qanûna mirovî ya navneteweyî û binpêkirinek eşkere ya peyman û peymanên navneteweyî ye, ya herî berbiçav ev e:
Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî (Benda 25) ku mafê welatiyan ji bo beşdarbûna bi azadî di rêvebirina karûbarên giştî de garantî dike.
Peymana Çaremîn a Cinêvê ya 1949’an ku rê li ber hêzek dagirker digire ku guhertinên demografîk an siyasî li herêmên dagirkirî bike.
Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan (Benda 21), destnîşan dike ku îradeya gel çavkaniya desthilatdariya rewa ye.
Tekane çareseriya dadperwer û mayînde ji bo pirsgirêka Serêkaniyê bi pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya li ser vegera koçberan, misogerkirina ewlehiya wan û vegerandina milkê wan dest pê dike. Ev yek dê rê li ber afirandina hawîrdorek ewle û bêalî veke ku destûrê dide hilbijartinên azad û dadperwer ku hemû niştecihên bajêr bêyî îstîsnai an cudakarî beşdar dibin.”
‘Hilbijartin îradeya gelê resen temsîl nake’
Daxuyaniyê de komîteyê ev yek piştrast kir: “Em weke Komîteya Koçberên Serêkaniyê piştrast dikin ku her tedbîr an encamek ji van hilbijartinan derkeve, dê îradeya rastîn a gelê Serêkaniyê temsîl neke û dê ji hêla qanûnî û exlaqî ve bêbandor bimîne heya ku koçber bikaribin bi tevahî vegerin malên xwe û mafên xwe yên siyasî li ser axa xwe, ne li sirgûn an kampên penaberan, bikar bînin.”
‘Pêwîst e aliyên peywendîdar berpirsyariyên xwe pêk bînin’
Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Di dawiyê de, em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û aliyên peywendîdar ên mafên mirovan dikin ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û mirovî di rawestandina van kiryarên neqanûnî û şopandina pêkanîna peymanên navneteweyî yên têkildarî vegera koçberan de bigirin ser xwe. Ji ber ku ev şertê bingehîn ê her çareseriyek siyasî ya dadperwer û domdar li herêmê ye.”





