Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji bo avakirina pêşeroke azad pêwêst e ciwan xwe li ser fikrê Rêber Apo perwerde bikin’

22/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Ji bo avakirina pêşeroke azad pêwêst e ciwan xwe li ser fikrê Rêber Apo perwerde bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Endama Ciwanên Partiya Yakîtiya Demokrat (PYD) li Lubnanê Sîlva Hemo diyar kir ku di vê pêvajoya hestyar de lidarxistina Konferansa Ciwanên PYD’ê li Lubnanê xwdî girîngiyeke mezin e û wiha got: “Heya ku em pêşerojek azad û demokratîk ava bikin divê em xwe li ser fikrê Rêber Apo perwerde bikin.”

Bi dirûşmeya “Bi têkoşîna ciwanan, em siberojeke azad û demokratîk biafirînin” di 19’ê Cotmehê de li Beyrûtê Konferansa Yekemîn a Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Lubnanê hat lidarxistin û 200 delege tê de beşdar bûn. Di dawiya konferansê de encamname hat eşkerekirin û wiha bû:

-Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên bi bandor werin lidarxistin.

-Xebat were kirin ku ciwan vegerin Rojava da ku li gorî fikra Rêber Abdulla Ocalan û Neteweya Demokratîk tevlî xebatên avakirinê bibin.Zêdekirina perwerdeya ramyarî û siyasî ji bo ciwanan li ser bingeha raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.

-Lidarxistina komxebatên salane der barê raman, siyaset û medyayê de, bi hevkariya saziyên çandî yên Lubnanî.

-Avakirina komîteyên ciwanan li hemû herêmên Lubnanê.

-Avakirina komîteyek têkiliyan ji bo xurtkirina têkiliyên bi rêxistinên ciwanan ên Lubnanî û Ereb re.

Di derbarê mijarê de endama Ciwanên Partiya Yakîtiya DemoKratîk  li Lubnanê Sîlva Hemo ji Rojnameya me re axivî.

Sîlva Hemo di destpêka axaftina xwe de balkişand ser xebatên ciwanan li Lubnanê û wiha got: “Bi giştî xebatên ciwanan li Lubnanê berfireh e, ji ber ku ciwan li Lubnanê tevlî xebatên giştî dibin weke şahî, perwerde û simîner, herwiha ciwan cihê xwe di hemû qadan de digirin û tevlî dibin. Ji xwe em wek ciwanên Rojava têkiliyên me gelekî berfireh in, her dem em hewil didin ku  xwe bighînin hemû ciwanên me yên li Lubnanê û heta asteke baş ev yek pêk hat. Lê piştî şerê Hizbullah û Israyîl ji ber rewşa ewlehiyê têkiliyên me bi cwanan re hinekî kêm ma. Lê li gorî bernameya me tişta herî girîng ew ku em di du salên li pêş de têkiliyên xwe bi ciwanan re xurtir bikin û xwe bigîhînin tevahî ciwanên me li Lubnanê.”

Ji bo avakirina pêşerojek azad divê em xwe li ser fikrê Rêber Apo perwerde bikin’

Sîlva Hemo di derbarê lidarxistina Konferansa yekemîn a ciwanên PYD’ê li Lubnanê  wiha anî ziman: “Konferansa Ciwanên PYD’ê di bin durşmeya “Bi Têkoşîna Ciwanan Em Pêşerojek Azad Demoqratîk Biafirînin” hat lidarxistin. Bi vê konferansê me gavek pir girîng avêt. Bi taybet ji bo xebatên ku li Lubnanê werin meşandin di du salên pêş de, nîqaş hatin kirin. Bi taybet em li ser Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk rawestiyan û nirxandin hatin kirin. Rêber Apo name ji bo ciwanan şand,  em ê jî li ser wî esasî tevbiger in. Ji bo ciwan û malbatan jî em piştigirya wan dikin da ku vegerin welatê xwe ji ber ku gelek ciwanên me li Lubnanê hene, hem zane û hem jî pêşketî ne,  em dixwazin bi giştî vegerin welat. Ev yek jî di bernameyê me yên dema pêş de heye. Tişta sereke ku destpêkê em ê li ser kar bikin perwerdekirina ciwanan e. Ji ber ku heya ku em pêşerojek azad û demokratîk ava bikin divê em xwe baş li ser fikrê Rêber Apo perwerde bikin.”

‘Pêwêst e ciwanên Kurd yên derveyî welat, vegerin ser axa xwe’

Endama Ciwanên Partiya Yakîtiya DemoKratîk  li Lubnanê Sîlva Hemo axaftina xwe wiha qedand: “Peyama me ji bo ciwanên derveyî welat ew e ku vegerin welatê xwe, ne tenê di erdê Lubnanê de li her derê din jî çi ciwan hebin bila vegerin welat ji ber ku welat welatê me ye, em dixwazin di demên pêş de ciwan li ser vî esasî bimeşin û em jî piştgirtiya wan dikin ku vegerin, herwiha ciwan bi erkê xwe radibin, ew tevî zehmetiyan jî li erk, kar û rêxistinên xwe xwedî derdikevin. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.