Ayşa Silêman/ Dêrik
Rojavayê Kurdistanê xaka welatparêz û berxwedêran e, yek ji welatparêzên vê xakê ku wealtparêzî ji bavê xwe girtiyê û tevî hemû zehmetiyan bi xak, çand û nasnameya xwe ve girêdayî maye, Rêzan Meirûf e.
Kurtejiyana welatparêz Rêzan Meirûf

Welat parêzê Kurd Rêzan Meirûf di sala 1967’an de li gundê Zixatê ji dayîk bûye, zarokatiya xwe li gund qedandiya û heya roja îro jî dev ji cih û warê xwe bernedaye, ew hîn jî jiyana xwe di gundê xwe de berdewam dike. Zarokatiya xwe bi feqîrî derbas kiriye, hîn temenê wî 5 salî bû ew çû dibistanê û pêşdibistan bû, ji ber ku feqîrî hebû û ew derfetên baş ji bo gundan nebû, dibistana wan odeyeke piçûk bû ji ber kursî têra xwendekaran nedikir wî tenekeyek bi xwe re dibir da ku li ser rûnê, wiha xwendina xwe ya seretayî qedand. Dema temenê wê 12 salî bû girêdana wî bi netewa wî re çêbû, bandora karê bavê wî lê dikir. Di wê demê de êdî dixwest şoreş û dozên kurdan nas bike, her şev dema berê xwe dida odeya xwe da ku raze radiyo bi xwe re dibir û li radiyoya Dengê Kurdistanê û Yêrîvanê guhdarî dikir. Di sala 1979’an de berê xwe da bajarê Qamişlo da ku li dibistana Telai dest bi xwendina navîn bike. Lê mixabin ji ber ku bingeha wî di zimanê erebî de nebû û ew bi kurdîtiya xwe ve girêdayî bû di refa 7‘an de bibin ket.
Piştî wê hat bajarê Rimêlan û gelek astengî dîtin heya ku du sal ji xwendina navîn qedand û êdî berê xwe da bajarê Dêrikê, da ku refa 9’an bixwîne ji ber asta wî ya xwendinê kêm bû hevalê wî yê bi navê Mêvan Omer, ku ew jî ji gundê Zixatê bû pêre bû alîkar da ku vê refê biserkeftî derbas bike. Hêviya wî ew bû ku bibe pîlot lê ji ber ku ew kurd bû û navê wî jî yê kurdan bû nehat qebûlkirin. Lewma berê xwe da Rêveberî û reforma çandiniyê xwe li wir di dibistana amadehî ya teknîkî ya alavên Çandiniyê li Qamişlo tomar kir. Ew dibistan sîstema wê girtî bû ku him dibistan bû û him jî cihê xwarin û mayîna xwendekaran bû. Di heman demê de di sîstema wan de alîkariya zarokên cotkaran dikirin, ji ber ku bavê wî cotkar bû ew ji vê yekê mehrûm nema. Dema dibû havîn wî berê xwe dida gund da ku alîkariya malbata xwe bike di milê xwedîkirina sewalan û çandiniyê de. Di sala 1987’an de piştî ku bawernameya xwe bidest xist û amadekariyên xwe dikir da ku berê xwe bide peymangehê, lê bavê wî nexweş ket û ji ber rewşa bavê xwe nekarî tevlî peymangehê bibê.
Ji zarokatiyê ve Tevgera Azadiyê bandor lê kir
Di wan salan de êdî hezkirina wî ji Partiya Karkerên Kurdistanê re çêbû ji ber ku bavê wî jî welatparêz bû hertim partiyê serlêdana wan û malên gundiyan dikirin, êvaran rewşa siyasî dinirxandin ji wan re û behsa wêrekî û têkoşîna PKK’ê dikirin. Di sala 1989’an de navê wî hat da ku here leşkeriya Rêjîma Baas, du sal û nîvan leşkerî kir berî ku leşkeriya wî bidawî bibe bavê wî koça dawî kir. Ji ber ku ew kurê mezin bû barê malbatê ket ser milê wî, di wê demê de raste debara jiyanê li ser sewaldariyê û çandinyê bû. Lê buhayê genim gelekî daketî bû lewma rewşa wan a madî nebaş bû.
Di sala 1991’an de ew û keça apê xwe bi hev re zewicîn, di sala 2000’î de Rêzan du salan bi çandinî û avdaniya pembû ve mijûl bû. Ji ber ku bawernameya çandiniyê pêre hebû wî xwe tomar kir di kar û barên civakî de li Hesekê û paşê navê wî hat ku bibe alîkarê çandiniyê li statoya pirojeyên çandiniyê li bajarê Dêrikê di sala 2003’an de. Lê ji ber ku girêdana wî bi partiyê re hebû ev yek bandor li kesayeta wî kir û li ser fikir û ramanên Rêber Apo zarokên xwe fêr kirin û keça wî tevlî refên gêrîla bû. Heya roja îro pirtûkan dixwîne û xwe ji parêznameyên Rêber Apo dûr nexistiye. Di heman demê de piştî şoreşa Rojava wî jî dest bi kar û xebatê kir ji bo civakê û niha jî wek Cîgirê meclisa Beravê cihê xwe digre. Her wiha niha dest bi kar kiriye ku komînekî di gundê Zixatê de ava bike ji ber ku di dema berê de çiqasî hewildanên xwe dikirin gundiyan ev yek qebûl nedikir.






