Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi ta û derziyê, hêviyên veger û berxwedanê dihune

22/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Bi ta û derziyê, hêviyên veger û berxwedanê dihune
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Hesekê

Di nava zor û zehmetiyan de, li kampa Serêkaniyê gelek çîrokên balkêş tên jiyankirin. Bi taybet jin rastî gelek astengî û zehmetiyan di hundirê kampê de tê, yek ji wan jinan Necwa Xalid e ku bi rêya karê dirûtina cil û bergan debara jiyana malbata xwe dike.

Di sala 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker êrişî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encama êrişan de her du bajar hatin dagirkirin. Herwiha gelên wan bajaran ji ber êrişên hovene yên çeteyan koçberî herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser bûn. Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina van koçberan kampa Waşokanî û Serêkaniyê avakirin.

Koçber hemû astengî û zehemtiyan bi têkoşîneke mezin derbas dikin

Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî hemû astengî û zehemtiyan bi têkoşîneke mezin derbas dikin û bi hêviya vegera cih û warên xwe jiyan dikin. Koçber êş, zor û zehmetiyên ku îro li kampê dikşînin hevkarên dagirkeriyê berpirsyar in. Koçberên li kampê ruxmî ku kamp ji xwe re kirine cih û war, lê belê hêviya wan ya vegera bajarê wan mezin e.

Li kampa Serêkaniyê gelek çîrokên balkêş tên jiyankirin

Di nava, zor û zehmetiyan de, li kampa Serêkaniyê gelek çîrokên balkêş tên jiyankirin. Bi taybet jin rastî gelek astengî û zehmetiyan di hundirê kampê de tên. Li gorî vê jî jin dikare jiyaneke xort bide afrandin, yek ji wan jinan jî Necwa Xelîl e. Herwiha Necwa Xelîl yek ji koçbera kampa Serêkaniyê ye û bi xwe ji bajarê Serêkaniyê ye, Necwa bi rêya karê dirûtina cil û bergan debara jiyana malbata xwe dike. Necwa 42 salî ye û ji 6 saliya xwe ve dema ku li Serêkaniyê bû dest bi karê dirûtina cil û bergan kiriye. Lewra karê dirûtina cil û bergan jêhatbûna wê bû. Herwiha Necwa dayîka du zarokan e.

Karê dirûtinê yek ji kevintirîn pêşeyên ku mirovan afirandiye û bi demê re pêş ketiye. Di demên berê de dirûtin bi derziya destan dihat kirin, piştî wê makîneyên bi dest û lingan hate derketin, lê her ku çû bi pêşketina teknîkê re dirûtin pêş ket. Di dema niha de karê dirûtinê bi giştî bûye bi rêya makîneyên dirûtinê yên nûjen. Yek ji jinên ku karî tevî êşa koçberiya li ser lingên xwe bisekine û debara jiyana xwe bike Necwa Xalid e ku li kampa Serêkaniyê bi cih dibe.

Tayên hêviyê di konekî biçûk de

Neciwa Xalid di sala 2019’an di encama dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de mala xwe li Serêkaniyê winda kir. Wê dest bi dirûtina cilên sade ji bo cîranên xwe û zarokên kampê bi xercek hindik kir, da ku debara xwe ya rojane peyda bike.

Karê dirûtina cil û bergan jêhatbûna Necwa Xalid bû dema ku ew biçûk bû hezkirineke wê a mezin ji karê dirûtina cil û bergan re hebû. Li ser vî bingehî wê di 6 saliya xwe de dest bi karê dirûtina cil û bergan kir.

Necwa Xalid li ser karê xwe yê dirûtina cilan di nava kampê de wiha dibêje: “Dema ku ez li bajarê Serêkaniyê bûm, min di malê de karê dirûtina cil û bergan dikir. Lê dema ku em koçberî kampa Serêkaniyê bûn, min dîsa karê dirûtina cil û bergan berdewam kir, ji bo debara jiyana xwe.”

Di her dirûna ku ew didirû de, çîrokeke êş û hêviyê heye, êşa koçberiyê û hêviya vegerê. Konê wê yê biçûk bûye atolyeya wê, cihek ku jinên kampê lê dicivin da ku di nav zehmetiyên jiyanê de sohbet bikin û bikenin.

Necwa Xalid îsbat dike ku îrade ji şer xurttire

Di destpêkê de dema ku ew derbasî kampê bûn elektirîk li kampê tune bû, ev yek dibû astengî li pêşiya karê wê, lê rewşa niha hate guhertin, ji ber ku elektirîk li kampê peyda dibe. Di aliyê nirxê dirûtina cil û bergan de ew dibêje: “Ez bi kesên ku derfetên wan kêm bin, ji aliyê pereyan ve dibim alîkar.”

Jina koçber a ji bajarê Serêkaniyê Necwa Xalid hêvî dike ku ew rojek ji rojan vegere cih û warê xwe û karê xwe yê dirûtina cilan bi hêsanî li wir berdewam bike. Tevî westandina xwe, Necwa Xalid xeyal dike ku rojekê li bajarê xwe xwediyê dikaneke terziyê ya biçûk be. Dema ku ew li qiraxên zingar ên makîneya xwe ya dirûnê dinêre, ew dibêje: “Heta ku derzî û ta li cem min hebin, jiyan hîn jî mimkun e.”

Bi vî awayî Necwa Xalid dirûtina qumaşan û her wiha dirûtina hêviyan jî dewam dike, konê xwe yê sade û bêdeng vediguherîne cihekî berxwedanê ku li dijî bêhêvîtiyê û îspat dike ku îrade ji şer xurttir e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.