Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dorpêça Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wê kirîzên aborî û mirovî bi xwe re bîne’

22/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Dorpêça Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wê kirîzên aborî û mirovî bi xwe re bîne’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Cîgera Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsud û Eşrefiyê Dunya Bekir diyar kir ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heya roja îro di nava dorpêçeke giran de ne û got: “Ji aliyê çekdarên hikumeta veguhêz gel rastî gelek kiryarên çewt tên û bi awayekî rehet nikarin tevbigerin, ev yek jî wê bibe sedem kirîzên aborî û mirovî.”

1’ê Nîsana îsal di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û nûnerên hikumeta veguhêz ên Helebê de peymanek têkildarî her du taxan hatibû îmzekirin. Di çarçoveya pêkanîna peymanê de, 7 bendên kontrolê yên hevbeş ên di navbera hêzên ewlehiya giştî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan de li ser rêyên sereke hatin danîn. 7 rêyên sereke (Çerxerêya Leyremûn, Çerxerêya Cendul, Rêya Parkê, Çerxerêya Şîhan, Telet Eşrefiyê, Ewarid, Cizîrê) taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û taxên din ên Helebê bi hev ve girê didin. Lê hêzên hikumeta veguhêz peyman binpê kiriye; dron li ser her du taxan gerandin, sivîl li ser rêyan hatin revandin û cihên giştî wekî Nexweşxaneya veguherandin xalên leşkerî.

Di çarçoveya rewşa dawî ya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, Cîgera Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsud û Eşrefiyê Dunya Bekir ji Rojnameya me re axivî.

‘Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rihê şerê gelê şoreşgerî daketin qadan’

Duniya Bekir di dstpêka axaftina xwe de bal kişand ser peymana 1`ê Nîsanê û wiha anî ziman: “Di peyama 1`ê Nîsanê ya ku di navbera Meclisa taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û parêzgeha Helebê ya girêdayî hikumeta veguhêz de hat çêkirin, herwiha li ser hin xalan hat îmzekirin, yek ji wan xalên ku li ser hat israr kirin nîqaşkirin ku ew satirên axî li derdora taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê werin rakirin, da ku gel bi rehet û azad tevbigere, bêguman ev yek hat qebûlkirin û îmzekirin. Lê piştre me dît ku di navbera her çed rojan de bin pêkirinek di hat çêkirin, di heman demê de ku careke din ew satirên axî li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin danîn, êdî her dû tax ketin di nava dorpêçekî hişk de, ji bilî vê yekê jî çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk û çekdarên wezareta parastinê yê hikumeta veguhêz, derdora satrên axî çekên giran danîn. Lê xwepêşandanekî pir bi wate û bi rihê şerê gelê şoreşgerî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê herikîn qadan, di heman demê de ku nerazêbûne û helwestên xwe li dijî van kiryaran nîşan dan.”

‘Dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wê qirîzekî mezin bide avakirin’

Duniya di berdewamiya axaftina xwe de  wiha got: “Daxwaza gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ew bû ku ew satirên axî werin rakirin,  ji ber ku ev dibe dorpêçek li hemberî jiyana gel, lê ev yek bû sedem ku şerekî leşkerî were destpêkirin, ev şer jî rojek dirêj nekir, li vir hem şehîd û birîndar jî hatin dayin. Bêguman ji bo çareserkirina vê piesgirêkê, di heman demê de ku şer di navbera Ewlekariya Hundirîn û çekdarên hikumeta Şamê were rawistandin, bi çûyine şandeyeke ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê lihevkirinek çêbû û agirbest hat îlan kirin. lê heya roja îro ev dorpêç dewam dike, ji 7 rêyan tenê 3 rê vekirine û ew rê jî ne bi awayekî ewle ye, her kes nikare bi rehetî biçe û were. Ev yek jiyana gel dikeve di nava xeteriyekî cidî de. Di heman demê de ku kirîzeke aborî bi xwe derxe.”

‘Gel rastî gelek nêzîkatî û kiryarên çewt tên’

Cîgera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê Dunya Bekir di dawiya axaftina xwe de behsa kiryarên ku niha çekdarên hikumeta veguhêz li hemberî gel didin meşandin û wiha pê de çû: “Ji bilî ku niha her du tax di nav dorpêçeke hişik de ne, gel rastî gelek nêzîkatî û kiryarên çewt tên. Gel bi awayekî rehet nikare tevbigere, lê dîsa jî çekdarên girêdayê hikumeta veguhêz ne, kiryarên li dijî gel dijî gel didin meşandin, mîna kontrolkirina telefonên jinan û xoratan, kontrolkirina çenteyên jinan û zarokan, di heman em ê de destdirêjî ango girtin. Mirov dikare bêje ne aramiyek û ne jî rehetiyek gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heye, di heman wextî de heta tu kes nikare biçe nexweşxaneyan, rastî gelek zehmetî û astengiyan tên. Rastî em dixwazin ev peymana ku hatiye îmze kirin bi awayekî saxlem bikeve piratîkê. Em bi hêvî ne ku xalên di peymana 1`ê Nîsanê de hatin îmzakirin bi awayekî lez bikeve piratîkê. Ji ber ku eger ewşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wiha bimîne, wê qirîzekî aborî û mirovî çêbibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.