Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Banga Bahçelî ya 22’yê Cotmehê

22/10/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

22’yê cotmeha 2024’an de li meclisa Tirkiyê tiştek qewimî ku tu kes li bendê nebû. Devlet Bahçelî di civîna  koma partiya xwe, ya heftane de bangî Rêber Apo dikir, digot; “Tecrîda ser Ocalan rakin bila were meclisê û di civîna koma  DEM Partî de bangî rêxistina xwe bike, bila rêxistin xwe fesix bike û ji mafê heviyê sûd wergire.”

Bi van gotinan her kes şoq bû. Bulent Arinc digot; “Min bawerî nanî, ez çûm, min serçavê xwe şûşt.”

Di ser vê bangê re salek derbas bû. Rêber Apo tiştê ku jê dihat xwestin, di bêjinga berjewendiyên Kurdan de derbas dikir û bersiv dida. Pêşdîtinên wî bi demê re dihatin fahmkirin, an jî îdraqkirin. Fesixkirina PKK’ê û merasima çek şewitandinê di destpêkê de di nav civakê de bi hestyarî hat pêşwazîkirin. Lê bi demê re hat dîtin ku efektên van biryaran di têkoşîna Kurdan de pêşî li çiqas astengiyan vekiriye.

Em vegerin gotinên Bahçelî yê 22’yê Cotmehê. Bahçelî baş dizanibû fizîkî Rêber Apo wê nikaribe were wê parlementoya ku bîhna nijadperestiyê jê tê. Lê banga ku wê bike, wê li parlementoyê deng bide. Dizanibû Rêber Apo bi mafê hêviyê wê derbasî Amedê nebe.

Lê ji bo Kurdan ji Rêberê xwe re dema azadî dixwazin, mafê hêviyê dixwazin, dibêjin bila şertên jiyana wî azad bin. Komareke demokratîk ku hûn bi sala ne li pêşiyê asteng in, ew dikare pêk bîne. Ji bo vê yekê jî bi awayekî azad xwe bigihîne hemû rêbaz û amûran da ku Komareke Demokratîk re xebat bimeşîne.

Bahçelî bi Rêbertiya wî bawerî aniye û di her axaftinê xwe de wek “lîderek” xîtap dike. Lê li pêşiya Bahçelî astengiyek-dîwarek heye. Tiştê ku tîne ziman çima di pratîkê de bi kar nayne? Dibe gelo rola wî tiştên maqûl û mantiqî di nav civakê de ji bo bide bawerkirin, dide nîqaşkirin?  Ha, hin kes dibêjin lihevkirinek wan heye. Wisa texmîn dikin. Em ne di wê baweriyê de ne. Bahçelî bixwaze dikare bê axaftin di pratîkê de gav bavêje.  Dikare Erdogan û ekîba wî îkna bike. Ew jî şirîkê vê hikumetê ye. Tişta herî giring Bahçelî, li ser navê dewletê, di vê pêvajoyê de hatî erkdarkirin. Em pirs nakin dewlet mezin e an jî Erdogan?

Ev dewleta kûr, veşartî bi çi awayî pênase dikin bikin, ew in ku AKP heta îro li desthilatê hiştine. Dewleta kûr û Bahçelî kê demê bixwaze dikarê kevirên-tuxlayên xwe ji dîwarê koalisyonê bikişînin.

Bîhnek-agahiyên nebaş van rojan belav dibin. Nijadperestên wek Partiya ÎYÎ li her deverî êrişî pêvajoya nû dikin û kes jî wan nade seknandin. Ev dewlet çima pêşî li wan vekir. Ji bo di navber MHP û ÎYÎ de şerek heye. Ji aliyê Erdogan ve ev partî tê bikaranîn. Bala we kişandibe bi tenê êrişî DEM Partî dikin. Erdogan dixwaze her tim li desthilatê be, dema ku ji MHP’ê îşaretên talûke dît li alternatîfek-yedek digere. Ew jî partiya ÎYÎ ye.  Ji bo vê yekê ji niha de alternatîfa MHP’ê tevdigerin. Ev partî, li gor daxwazên alîgirên MHP û nijadperestan siyaset dimeşînin.

Dema ku partiya ÎYÎ li meclisê siyasetek wiha dimeşîne, Hakan Fîdan QSD hincet nîşan dide û pêvajoya çareseriyê sabote dike. Lihevkirina Şam û Kurdan jî wî aciz dike. Dibêje, bila QSD ji heremê ereban vekişe. Lê tu çima ji herêmê Kurdan venakişî? QSD ew gelên herêmê, ji DAIŞ’ê rizgar kir. Îro jî bi zarokên ereban ên di nav QSD’ê de ne, herêmê ji zîhniyeta te û ya DAIŞ’ê diparêzin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.