Hemza Sêvo/ Qamişlo
Rêveberiya Însyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir da zanîn ku pêngava nameyan û radestkirina nameyên Rêber Apo ji bo eşîreyên Ereban ancamên gelek baş anîn, herwiha nameyên ji bo azadiya Rêber Apo yên ku ji rêxistinên navdewletî re hatin şandin, hîna bêbersiv in.
Însiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 20’ê Tebaxê de tevlî kampanya “Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim, bû. Encamên vê kampanyê di 21’ê Îlûnê de hatin eşkerekirin. Herwiha di 14’ê Êlûnê nameya ku Rêber Apo ji bo eşrîeyên Ereban nivîsandibû, hat dayîn û paşê bi riya Însiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li zêdeyî 31 eşîreyan hat belavkirin. Derbarê heman mijara derbasbûyî û xebata dema pêş a insyatîfê rêveberiya wê Ferzende Munzir ji rojnameya me re axivî.

Kampanya nameyan
Ferzende Munzir têkildarî kampaniya nameyan a ku ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re hatibû destpêkirin û bidawîkirin wiha got: “Kampanya ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re di 20’ê Tebaxê de hat destpêkirin. Me nameyên akademîsyen, parêzer, çalakvan, siyasetmedar, bijîşk, rewşenbîr û hwd… li ser asta herêmê û tevahiya Sûriyê kom kirin. Bi giştî vê pêngavê hemû rengên gel û pêkhateyên Sûriyê hembêz kir, bi rengekî rasterast nav hatin tomarkirin, encamên vê kampanyayê di roja Aştiya Cîhanî de hatin eşkerekirin. hejmara kesên ku tevlî kampanyayê bûn 2 hezar û 541 kes bûn. Ev kampanî bi awayekî serkeftî derbas bû û xwedî encameke baş bû. Piştre me ev name ji Neteweyên Yekbûyî, Meclisa Ewropî, CPT û Meclisa Hiqûqî ya Neteweyên Yekbûyî re şandin, lê heta roja îro ev sazî bersiva nameyan nedane.”
Nameya Rêber Apo ji bo eşîreyên Ereban
Munzir derbarê radestkirina nameya Rêber Apo ji eşîreyên Ereban re wiha anî ser ziman: “Di nava kampanya komkirina nameyan de jî, Rêber Apo nameyek ji şêx û rûspiyên eşîreyên Ereban re şand. Me bi hevkariya Kongra Star, Meclisa Ol û Baweriyan û saziyên Rêveberiya Xweser komîteyek ava kir, ji bo radestîkirina vê nameyê. Herwiha name ji eşîreyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hatin xwendin. Di gera me ya radestkirina nameyan de me nêzî 500 kesayet, rûspî û şêxên eşîreyan dît û name radestî wan dikir. Di her hevdîtinekê de mîr, şêx, rûspî û hwd… ên eşîreyan didîtin, hin caran hejmara kesên ku hazir dibûn nêzî 50 kesî bûn, carcarn jî me name radestî şêxê eşîreyê tenê dikir. Di hevdîtinan de jî dema ku me nameya Rêber Apo radestî wan dikir, wan kêfxweşiya xwe tanîn ser ziman û nîqaşên berfireh ji bo nameyê dihatin kirin. Herwiha tevlî naveroka nameyên bûn û name spas kirin. Wan name esas dîtin ji ber ku Rêber Apo di vê nameyê de doza wekhevî, azadî, yekîtiya gelan û piştgirtiya gel ji bo QSD’ê kiriye. Di encamê de şêx û rûspiyên eşîreyan daxwaz kirin ku di demê pêş de civînan derbarê ramanên Rêber Apo ji bo wan li dar bixin û pêşinyara wan ew bû li her bajarî eşîreyên Ereban spasiya nameya Rêber Apo bikin.”
Xebata dema pêş
Rêveberiya Însyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir derbarê xebata insyatîfê ya dema pêş, wiha bi lêv kir: “Sê navendên me yên insiyatîfê hene û bi dehan endamên me li ser asta Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, me civîna xwe li dar xist û li gorî wê me diriyê pêşinyaran li pêşiya plansaziya dema pêş vekir. Pêngava “Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî û pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ketiye sala xwe ya sêyem de û weke em dizanin ku niha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê domandin, wê plansaziya me jî li gorî pêngav û pêvajoyê be. Li ser bingehê pilansaziya ku xalên wê hatin pêşinyarkirin jî, wê di serî de rewşa Rêber Apo were şopandin û li gorî vê mijarê wê daxuyanî jî werin dayîn. Di heman demê de em ê li gorî perensîp û nirxê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kar û xebatê bidin meşandin. Herwiha em ê di salvegera Komploya Navnetewî de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşan li dar bixin. Li aliyekî din em ê kampanyeke haştagê li ser malperên medya dijîtalê ji bo azadiya Rêber Apo bidin destpêkirin. Hem jî em ê komcivînan derbarê mafê hêviyê ji bo Rêber Apo li tevahiya herêmê li dar bixin. Di roja rojbûna Rêbertî de jî wê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li 77 cihên cuda dar werin çandin. Li hêleke din wê hemû insyatîf û parêzer reşnivîseke siyasî û hiqûqî derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd saz bikin, hem jî wê nameyan ji saziyên hiqûqî yên cîhanî re bişînin. Em ê têkiliyê bi sazî û rêxsitinên navdewletî re bidin avakirin û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi wan bidin naskirin.”






