Îsyan Karadeniz
Gelek caran di çirok û mitolojiyan de em rastê berxwedaniyên gelan a li hemberê serdestan tên û her carê jî yan bi şekleki eşkere yan jî weşartî navê jinekî, komên jinên berxwedêr dibîhîsîn. Di çema dirokê ya civakên berxwedêr de her tim şopa jinan hene… gelo ev nîşanê ya çi ye? Girêdanbuyinekê jin û civakê yê çawa heye? Ev mijar mijarekê lêgerîn û lêkolinê ye.
Di hişê civakê de peyva jin her tim bi peyvên jiyan û azadiyê ve ji heman kokê tên û xwedî hevsengî ne. Ji ber vî yên ku bi daxwaza azadiyê radibin jî her wiha yên ku dixwazin civakekî, dirokekî ji holê rabikin bi hilweşandina cihên dirokî û baweriyê, bi talan kirina berhemên civakê, êriş birina ser jinê ve destpê dikin. Jinê wekê xanimet bi xwe re dibin, difiroşin, dikin cariye an jî dikujin. Heger em diroka êrişên ku li ser xaka me çêbuyê binêrin dikarin vê rastiyê bîbînîn.
Asta azadiya jinê asta azadiya civakê dide diyar kirin. Civakekî ku tê da mafê jinê, etik û estetika jinê ninbe em nikarin behsa mafê jiyanê bikin, nikarin keliyek behnekî azad bîstînîn.
Rêber Apo di nameya xwe de bal dikşine ser vê mijarê û dibejê; ‘‘Budha gotiye; “Heta ku tu xençera di pişta civakê de dernexînî, tu nikarî qet tiştekî bikî”. Belê, gelek pirsgirêkên civakê hene, lê xencera di piştê de koletiya jinê ye û heta ku tu vê xencerê dernexînî, tu nikarî ti pirsgirêkan çareser bikî.’’
Em nasnameya jinê, jinbuyinê çawa digrin dest û çawa bi nav dikin?
Êş û zahmetiyên her jinekî çiqasî parve dikin an jî ev xençera li pişta xwe çiqasî hîs dikin?
Di derbarê hiskirin û femkirina jinê de Rêber Apo dibejê; ‘’Ez dizanim jinbûn çiqas zehmet e û bi vê zanebûnê viya dibêjim. Dema di bin çanda tecawîzê ya zilam de jiyan dike, bi awayekî azad xwe avakirin, ji bo jinê zehmet e. Lê jin vê rastiya şewitîner qasî min bi êşkişandinê, bi hêrsbûnê hîs dikin yan na, ez nizanim. Ez bi vê hêrsbûnê her roj bi awayekî fikrî xwe nû dikim, çareseriyê hildiberînim û ji bo ku jin bi awayekî azad bijî, dijîm. Wateya jiyanê li cem min bi vî rengî rasteqîniyê qezenç dike. ’’
Her wiha dema ku mijar dibe pirsgirêka azadiya jinê ji aliyê mêran ve wekê ku ev pirsgirêk aîdê jinê ye û ev bi xwe pirsgirêke tê meyzandin. Di vê warê de jî Rêber Apo rêgeza sosyalizmê tîne bîra me û dibejê; ‘‘Pîvana mêrekî ya sosyalîstbûnê jî ew e ku zanibe li gel jinê bi awayekî rast bijî. Ev rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê ye. Di tecrubeyên sosyalîst ên di tevahiya dîrokê hatine jiyankirin de ev rêgez her tim kêm maye. Ji Marks heta Stalîn, ji Mao heta Lenîn, eger pêwendiya tevahiya rêberên pêşeng a bi jinan re were lêkolînkirin, wê ev heqîqet hîn baştir were fêmkirin.’’
Jin xwedî nasnameyekî civakiye ku ne pirsgirêka azadiya jinê ne jî êrişên li ser jinê şexsî were nirxandin. Lê belê derveyê Rêber Apo tu rêber an jî tu kes vêya wekê pirsgirêkekî sereke an jî wekê pirsgirêkekî tevahî negirtiye dest û nenirxandiye. Di her taciz, tecavuz, kuştin û her wiha nirxandinên zayendperest ku zilamtiyê bilind dike de hewcedarî heye ku em xençera li pişta xwe hisbikin û êdi ji bo rakirina vê xençerê xwe berpirsiyar bibinin.






