Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Azadî pêşî di fikir de dest pê dike

22/10/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Civaka zayendperest gelo destûr dide jinê ku fêr bibe girîngiyê bide fikrandina azad? Ji civakê bi hejmareke gelekî kêm û li dibistanê jî weke dirûşme dihat bikar anîn. Wateya wê û ji bo jinê çi nirxê xwe heye nedihat gotin. Bi milyonan jin dibe ku hîna azadî weke gotin jî nebihîstine. Jin di saziya malbatê de mezin dibe, li saziyên dewletê dixwîne û dawiyê dizewicê. Hejmarek ji jinan nezewicîne lê ew jî ji xwe şerm dikin û gunehê xwe bi xwe tîn in. Jinên ku ne zewicîne ji wan re dibêjin di malê de mane. Dibe ku gelek sedemên ne zewcandina wan hebin lê belê civaka zayendperest difikire ku aybek di wan de heye û kesekî qîma xwe bi wan ne aniye. Jin li ser fikra mêr û zewac pîroz in mezin dibe. Di vê zîhniyetê de cih ji azadiyê re nîne.

Zihniyeta jin mulkê bav, bira û hevjînê xwe ye destûr nade ku jin azad bifikire. Mulkiyetkirina jinê tê wateya ew di fikir, ruh û fîzîk de girêdayî ye. Malbat, civak û hevjînê wê şûna wê difikirin, ji wê nayê xwestin ku bifikire. Ew xizmetkare; ya girîng baş xizmeta malbata xwe bike û zarokan bîne. Jina her tim bifikire çi xwarinê çêbike, çi li xwe bike û ji mala xwe re çi bikre ew nikare li ser azadiyê bifikire.

Jina hatiye perçiqandin û aşiqê koletiyê ye daxwaza azadiyê nake û wê her tim li pey mêr be. Jin gihandine asta di mejiyê wê de, ji derveyî mêr û zewacê tiştekî dîtir nebe. Ew ji mêr dixwaze ku mulkê wî be û berpirsyartiya wê rabike. Pişta xwe dide mêr û xwe teslîmî wî dike, jin bi xwe dibe sedema bikeve xefka mêr û zayendperestiyê de.

Azad fikrandin çi ye? Dibe ku gelek pênaseyên wê hebin; mînak çawa ji xwe re xeyalan çêbike, ne mîna efendî û ne jî weke koleyan bifikire, wê di pêşerojê de bibe çi, ne tenê li ser gotinên jêre hatine kirin bifikire, bîranîn û mirovên di jiyana wê re derbas bûne bibîr bîne, bi civak û kevneşopiyan re bikeve nava nakokiyan de, dest bi lêgerînê bike. Azad fikrandin dibe ku tenê bi lêgerîna heqîqetê ve girêdayî be û were wateya pey heqîqetê bikeve. Dev ji malbat û hemû xeyalên xwe berde û li heqîqetê bigere.

Bi hezaran jin azad difikirîn û lêgervanên heqîqetê bûn. Hîs dikirin û difikirîn ku mêr û zayendperestî zulmê li wan dikin û ti maf ji wan re nehiştine. Jina dûrî iqtîdara malbat, dewletê û kevneşopiyan bikeve, ew dikare dest pê bike azad bifikire. Jina 24 saetan mêr di mejiyê wê de be, ew nikare azad bifikire. Ji xwe wê çarenûsa wê di destê mêr de be. Bav, bira û hevjîn wê bi rêve dibin. Kengî bixwazin îhanetê lê dikin û hebûna wê ne diyar e.

Jina bê rûmet be û hebûna wê ne diyar be ew nikare azad bifikire. Di ruh de tê kuştin û tenê fîzîkî ma ye, tu nirxê wê nîne û kesek rêz nade wê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.