Esma Mistefa/Qamişlo
Ji siyaseta girtin û darvekirinê ber bi binpêkirinên ku dibin sedema mirina girtiyên jin di zîndanan de. Îran; jîngeha herî xeternak a ku dibe sedema kuştin û jidestdayîna jiyana mirovan e.
Sîstema girtîgehên Îranê ji sîstema hişmendî û pergala dewletê ne dure. Di girtîgehên Îranê de kesên ku ji ber dadweriya darvekirinê jiyana xwe ji dest nadin ji ber sedemên cur be cud jiyana xwe ji dest didin. Bi taybet li ser jin sîstemeke xirabtir a ku dişibe xetertirîn girtîgehên cîhanê tê meşandin. Tu zagonên parastina mafê girtiyan li ser wan nayên sepandin. Jin bi sedemên cuda tên girtin, him ji ber sîstema milî a ku jinê dipeçine û nefes jê re nehêştiye, hem jî ji ber redkirina zilam ango derbaskirina zagonên dewletê. Her wiha bi tewanên cuda jin tên girtin. Ji wan gelek kesayetên siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û hwd hene. Li ser wan jî tu rêgezên dadweriyê a ku ji mafê wane nayên pêk anîn.
Di meha Îlonê tenê de 4 jinan ji ber şert û mercên girtîgehê yên xirab jiyana xwe ji dest dan. Bi mirina van jinan re careke din balê dikişîne ser siyaseta sîstematîk a rejîmê ya redkirina dermankirina bijîşkî ji girtiyên siyasî re; şêwazek ku dibe sedema girtî tenê piştî ku digihîjin rewşa wan kirîtîk û giran de herin nexweşxaneyê û di gelek rewşan de dibe sedema mirina wan.
Di nav kêmtirî du hefteyan de çar girtiyên jin ji ber nexweşyê, nebaldariya bijîşkan û rewşa zîndanê ya xirab di zîndanên Îranê de jiyana xwe ji dest didin. Ji wan ev çar jinên ku me di rapora xwe de bal kişandiye ser in.
Meryem Şehrakî
Meryem Şehrakî di 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Qerçekê piştî êşên giran ên singê û teşhîseke xelet ji aliyê bijîşkên girtîgehê ve mir. Her wiha berî ku bibirin nexweşxaneyê mir.
Sudabah Asadî
Roja Sêşemê, 16’ê Îlona 2025’an, Sudabeh Asadî ku li Girtîgeha Qerçekê ya li Varaminê ji ber sûcên darayî hatibû girtin, ji ber îhmalkirin û nebûna xizmetên bijîşkî mir. Sudabeh Asadî, piştî ku bi rojan di êş û nexweşiyê de êş kişand, bêyî ku ji bo navendên dermankirinê yên li derveyî girtîgehê were veguhastin, mir.
Heta niha, rayedarên dadwerî û berpirsên girtîgehê ti ravekirinek li ser sedema mirina Sudabeh Asadî nedane. Mirina wê rasterast bi nebûna lênêrîna bijîşkî û derengketina bi zanebûn a veguhestina wê bo nexweşxaneyê ve girêdayî ye.
Cemîle Ezîzî
Di roja Înê 19’ê Îlonê de Cemîla Ezîzî, girtiya li girtîgehên Qerçekê ji ber îhmalkariya bijîşkî û nebûna dermankirinê mir.
Girtî ji ber krîza dil birin klînîka girtîgehê, lê bijîşkan bêyî ku dermankirinek cidî lê bikin ew vegerandin beşê. Çend demjimêr şûnda, ew li Beşa Şêwirmendiyê ya 2’an jiyana xwe ji dest da.
Samiya Raşîdî
Samiya Reşîdî ya 42 salî li Mehrabadî ji dayik bû, jinek karker li kargeheke dirûnê bû, bi salan ji nexweşiya day (nexweşiyek di serî de ye) dikişand. Li gorî îfadeyên hevalên wê yên hucreyê, ew gelek caran ji krîzên nexweşiya xwe û êşên serî ya giran dikişand ku her tim serî li hemşîreya girtîgehê dida. Lê bijîşkên girtîgehê pirsgirêkên wê wekî “lîstikvanî” hesibandin û ew vegerandin hucreyê, an jî dermanên demarî yên ku têkiliya wî bi nexweşiya wê ve nîne dan wê.
Her çend kefalet ji bo serbestberdana wê hatibû dayîn jî, malbata wê nekarîn hejmara pereyan ya pêwîst peyda bikin.
Zîndana Qerçek
Di salên dawî de, Zindana Qerçekê li Tahranê bi qerebalixiyeke giran û kêmasiyên xizmetguzariyên bingehîn, her wiha nebûna xizmetên bijîşkî, bûye sembola binpêkirinên eşkere yên mafên girtiyên jin. Tenê di nav 10 rojan de du girtiyên din, Samiya Raşîdî û Cemîla Ezîzî, ji ber nedana dermankirina bijîşkî li heman girtîgehê mirin.
Niha, hejmarek ji girtiyên siyasî yên jin, di nav de Pervîn Mîrasan, Meryem Ekberî Monfered, Merziye Farsî, û Şîva Îsmaîlî, di Girtîgeha Qerçekê de ji nexweşiyên cûrbecûr dikişînin, û xetera qedexekirina dermankirina bijîşkî hîn jî jiyana wan dixe xeteriyê.
Qerçek (Dujeha jin û zarokan)
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê raporek weşand û tê de girtîgehên Qerçax a li Îranê wekî “dojeha jin û zarokan” bi nav kir û daxwaza girtina demildest kir.
Raport roja Sêşemê 10’ê Kanûna 2024’an de bi Roja Navneteweyî ya Mafên Mirovan re hat weşandin, wekî “raporek şoqê” hat binavkirin. Ev rapor binpêkirinên ku di vê girtîgehê de çêdibin ronî dike, wekî “yek ji sembolên herî xirab ên binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirovan li Îranê” tê binavkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku avahiya ku niha wekî girtîgehek jinan tê bikar anîn, di destpêkê de wekî ambarek mirîşkan (Cihê mirîşk lê tên xwedîkirin) hatibû sêwirandin, ji ber vê yekê ew bûye “cihek nemirovane ji bo girtina jinan”.
Tê zanîn ku girtiyên jin di “cihên pir teng de, bê hewakirin an ronahîkirinek têrker” de têne girtin, bi ava vexwarinê ya qirêj, xwarina bi kalîteya nebaş, xizmetên tenduristî û bijîşkî yên nebaş, di gel muameleya cudakar û rezî ku hemî beşek ji êşa wan a rojane pêk tînin.
Girtiyekî ragihand ku “di girtîgehê de kêzikên zirardar, di nav de kêzikên jehrîn jî heye”, di heman demê de di girtîgehê de mişk, marmêj, kêvroşkên avî û heta dûpişkên jehrîn jî hene.
Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku dayikên girtî neçar in ku zarokên xwe heta du saliya xwe di jîngehên qirêj û xeternak de mezin bikin, berî ku zarok ji dayikên xwe werin veqetandin û ji navendên lênêrîna civakî re werin şandin.
Hêjayî gotinê ye ku dayik pir caran nikarin çarenûsa zarokên xwe bişopînin ango nikarin bişopînin. Her wiha zarokên ku li girtîgehê tên zayin ji nasnameya qanûnî bê par dimînin.
Binpêkirina “Rêgezên Mandêla”
Di vê çarçoveyê de, raporên ku ji hêla HRANA ve, ajansa nûçeyan a çalakvanên mafên mirovan li Îranê hatine weşandin, bal kişandin ser binpêkirinên eşkere yên “Rêgezên Mandela” di girtîgehên Îranê de, û îdia kirin ku girtî di şert û mercên nemirovane de dijîn û bi “îstismara desthilatdariyê” ya sîstematîk re rû bi rû dimînin. Rêgezên Mandela pabendbûnekê ferz dike ku li hemû girtiyên rêz li rûmet û nirxa wan a xwezayî wekî mirovan bê girtin her wiha îşkence û awayên din ên muameleya xerab, qedexe dike.






