Solîn Mihemed/ Qamişlo
Koçberên Efrênê yên li bajarê Qamişlo dimînin diyar kirin ku ji dema derketina wan ji Efrînê ew êş û zehmetiyan jiyan dikin û gotin; “Em bi hêvî ne ku di nêzîktirîn dem de vegerin cih û warên xwe.”
Piştî dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çekdarên wê ve, gelê Efrînê neçarî koçberiyê bû û berê xwe da herêma Şehbayê. Koçberên Efrînê li Şehbayê nêzî 6 salan man, lê piştî dagirkirina Şehbayê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve, gelê Efrînê neçar ma ku çareke din koçber bibe û berê xwe da herêma Rêveberiya Xweser.
Koçberên Efrînê Gulîstan Ewnî û Kifyat Mehmûd ku li bajarê Qamişlo dimînin, di derbarê astengiyê ku tê re derbas dibin ji rojnameya me re axivîn.
‘Em pir zor û zehmetiyan dibînin’

Gulîstan Ewnî da zanîn ku ji ber koçberiyê ew pir di zor û zehmetiyan de derbas dibin û wiha got: “Piştî koçberkirina me ji Efrînê û heya niha em pir astengiyan dibînin, hêviya me ew e ku em careke din vegerin welatê xwe, ji ber ku niha di hatina zivistanê de em pir difikirin ku em ê çawa di van dibistanan de jiyan bikin. Ji ber ku tu amûrên pêwîst yên ji bo zivistanê li gel me nîn in, wekî sobe, mazot, cil, elektirîk, av û gelek tiştên din. Ji xwe em di van dibistanan de pir sermayê dikşînin ji ber ku tenê odeyek e û bê pencere ne, lê ji ber koçberiyê em xwe tê de diqedînin.”
‘Daxwaza me ku em vegerin Efrînê’
Kifyat Mehmûd jî anî ziman ku ew dixwazin vegerin welatê xwe û wiha anî ziman: “Em dixwazin vegerin welantê
xwe ji ber ku em pir zehmetiyan dibînin û tiştekî me tune ye, zarokên me jî bê dibistan û perwerde mane. Niha li warê me li Efrînê jî çeteyan mal û milkên me talan kirin e. Li vir em bê kar in û debara jiyanê pir zehmete, ji ber ku tiştekî me tune ye. Niha daxwaza me ya sereke ew e ku em vegerin welatê xwe û bi rûmet jiyan bikin.”






