Mihemed ŞAHÎN
Piştî desthilatdariya 17 salan Erdogan di serdema xwe ya herî qels û herî tengavbûyî de dijî. Di hundir de û di derve de tengav bûyinên ku her roj ji Erdogan re têkçûyinê vedibêjin hene.
Ji ber siyaseta Erdogan a gef xwarin û şantajê hemû derûdor bêzar bûne. Di nava dewletên Ewropayê de dijberiya Erdogan gihiştiye asta herî jor. Ji bo astengkirina faşîzma Erdogan û Bahçelî pêşniyarên girtina tedbîran tênkirin. Di parlamentoya Ewropayê de biryarên li dijî Tirkiyê tên girtin.
Di dîroka Emerîkayê de cara yekemîne ku di kongreyê de koma demokratan û koma komarparêzan di dijberiya Erdogan de lihev dikin. Bi biryara her du koman biryarên ambargoyê Tên girtin. Tirkiye ji projeya F-35’an tê derxistin. Her wiha di nava kes û saziyên demokrat, lîberal û muhafazakarên Emerîkayê de roj bi roj dijberiya Erdogan bilind dibe.
Faşîzma Erdogan û Bahçelî di raya giştiya cîhanê de teşhîr bûye. Xeynî çend dewletên dîktatorî hemû dewletan deriyên xwe li Erdogan girtine. Di civînên NATO’yê de hebûn û tunebûna Tirkiyê tê nîqaşkirin.
Di Rojihalata Behra Spî de Emerîka û Ewropayê li dijî Tirkiyê eniyeke hevpar ava kirine û roj bi roj dorpêçê li Tirkiyê deng dikin.
Li Lîbyayê baregeha wê tê bombekirin û balafira wê ya leşkerî tê rûxandin. Hêzên bi Tirkiyê ve girêdayî li paytext Trablîsê hatine dorpêçkirin û Erdogan nikare tiştek bike.
Li Idlibê derbe li ser derbeyê dixwe. Konvoya wî ya leşkerî tê bombekirin, leşkerên wê tên dorpêçkirin, baregehên wê yên leşkerî ji hêla balafiran ve tên bombekirin. Çeteyên ku bi salana xwedî kirine û soza parastinê dane wan li dijî Tirkiyê çalakiyan li dardixin, wêneya Erdogan û ala Tirkiyê dişewitînin. Dewleta Erdogan li Idlibê ketiye tatêla parastina leşkerên xwe.
Bi reva rev berê xwe da Moskofê û hewara xwe bir ji destbirakê xwe Pûtîn re. Lê ji wir jî dest vala vegeriya. Destbirakê wî Pûtîn jêre got bestenîyeke cemidî bi ser têkçûna xwe ya Idlibê re bixwe û vegere.
Helwest û daxwazên dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê jî vê gavê di qirika wan de maye. Li Rojava di biryardariya hêzên QSD’ê û çeperên Emerîkayê de, li Başûr di berxwedana şêrgeleyên kurd de asê mane.
Hebûna Erdogan êdî ne pirsgirêka Tirkiyê tenê ye, ne ya Rojhilata Navîn tenê ye, bi siyaseta xwe ya faşîzane ya xeternag wekî Hîtler bûye pirgirêkeke cîhanî.
Li derve çewa bi têkçûniyên mezin re rûbirû dimîne li hundir jî bi heman têkçûyinan re rû bir û ye. Aborî têk çûye, dadmendî jî dinavde pergala dewletê têk çûye, hişmedî û baweriya ku ya ku 17 sale Erdogan pê gel dixapand têk çûye, partiya AKP’ê têkçûye û li ber parçebûnê ye.
Ev geşedan hemû ji bo têkçûna hikûmeta AKP’ê zengilê lêdidin. Lê AKP nikare siyaseteke çêker û afirîner derxe holê û rewşê biguherîne. Nikare tişteke nû bibêje û bawerî bide derûdorê xwe. Ji ber ku nikare tişteke nû bike û tişteke nû bibêje siyaseta xwe ya kirêt a faşîzane dubare dike.
Karektera desthilatdariyên faşîst ewe ku, carekê qurfa têkçûnê kete dilê wan êdî bi ser hêşe xwe nayên. Qurfa têkçûnê nahilê aqilane tevbigerin. Lewre, her ku têk diçin zilma xwe zêde dikin, her ku zilma xwe zêde dikin têkçûna xwe û çûna xwe zûtirîn dikin.
Xeleka zilma wan a dawîn xespkirina sê şaredariyên mezinên kurdan bû. Piştî xespkirina van şaredariyan êdî kes nikare qala meşrûbûna hikûmeta AKP’ê bike, qala hebûna hiqûqê, qanûnê û makeqanûnê bike. Kes nikare qala hebûna nirx, rûmet, pîvan û exlaqê bike. Yên ku qala hebûna van tiştan bikin wê tenê xwe bixapînin.
Di tinebûna van tiştan de mirov tenê dikare qala yek tiştî bike. Ew jî berxwedane. Civaka kurd bi berxwedana xwe ya 17 roje bênavber berdewam dike nîşan da ku civaka kurd ne xeleka herî qelse ku her carî pergala faşîst bi hêsanî êrîşê wan bike. Civaka kurd bi vê berxwedana xwe diyar kir ku wê ji vir şûn de li Kurdistanê rê nedin bêpîvaniyên faşîzma deshilatdariya AKP-MHP’ê.
Belê civaka kurd biryara xwe daye û li qadan li berxwe dide. Bi berxwedana xwe qurfa têkçûnê ya ketiye dilê wan roj bi roj mezin dike. Niha hewceye milê Tirkiyê jî biryara xwe bide. An dê mil bidin berxwedana kurd û hemû deverên Tirkiyê bikin qada serhildanê û faşîzmê têk bibin, an jî dê wekî ku Almanan li faşîzma Hîtler temaşe kirin ew jî li faşîzma AKP-MHP’ê temaşe bikin da ku wan yek bi yek daqultîne.
Bi kurt û kumrancî, hatina demokrasiyê bi berxwedana qadan pêkane, ne bi axaftinên eywanan.






