Esma Mistefa/Qamişlo
Serdemên desthilatên zordar û serdest yên ku mafê gelan çawsandine, gelek in. Li hember wan serdeman gelek serîrakirin, serhildan û şoreş rabûn. Ev şoreş herî zêde ji aliyê faktora cotkar û bindestan ve pêk hatine da ku hemû çînên dewletê kêmek be jî; bi wekhevî û edalet jiyan bikin.
Di cîhanê de di sedemên cuda cuda bi hezaran şoreş, serhildan û raperîn hatin pêkanîn. Hin ji wan şoreşan li hember desthilatdariya dewletê, birçîbûn û xizantî, zordestiya iqtîdarê, înkarkirina gelan û pêkhateyan û hwd.. Ev şoreş hinek ji wan serketin û hinek jî bi sedemên cuda bi bin ketin. Helbet hemû şoreşên ku hatine rakirin, civak ber bi azadî, demokrasî û tunekirina desthilatdariyê ve neherikîn. Di vê raporê de me xwest girîngtirîn şoreşên ku di cîhanê de hatine pêk anîn, bînin ziman.
Şoreşa Îngilîz 1642-1651
Şoreşa Îngilîz (1642–1651) yek ji girîngtirîn şoreşên dîroka Ewropayê bû ji ber ku wê sîstema hikumetê li Îngilîstanê guherand û rê li ber demokrasiya nûjen vekir.
Kirîz dema ku Qiral Charles yek hewl da ku bêyî erêkirina parlamentoyê serweriya mutleq û bacê ferz bike, dest pê kir. Ev yek hem parlamenter û hem jî gel hêrs kir. Her ku nakokiyên li ser desthilatdarî û olê zêde dibûn. Ev bû sedem ku di sala 1642’an de di navbera alîgirên qiral, ku wekî “Padîşah” dihatin nasîn, û parlamenterên bi serokatiya Oliver Cromwell de şerê navxweyî dest pê kir.
Şer bi salan berdewam kirin û bi serkeftina hêzên Parlamenter bi dawî bûn. Qiral Charles yek di sala 1649’an de bi sûcê xiyanetê hate îdamkirin. Ev bûyerek şok bû ku rêça dîroka Ewropayê guherand. Piştre Komara Îngilîzî di bin serokatiya Cromwell de hate ragihandin. Bi vê yekî re Îngilîstan bû welatê yekem yê bê padîşah.
Lê belê, desthilatdariya komarî zêde dewam nekir. Piştî mirina Cromwell. Di sala 1660’an de monarşî bi sînorkirina desthilatên padîşah hate sererastkirin. Vê yekê rê li ber monarşiyeke destûrî vekir ku desthilatdariya padîşah û parlamentoyê hevseng kir.
Bi vî awayî, Şoreşa Îngilîzî xalek werçerxê ya girîng ber bi demokrasiyê û azadiya gel ve temsîl kir ku di çarenûsa hikumeta xwe de xwedî biryarbûn.
Şoreşa Firansayê 1789-1799
Şoreşa Fransî ya 1789’an yek ji bûyerên herî girîng ên dîroka Ewropa û cîhanê ye ku xalek werçerxê ya mezin temsîl dike ku dawî li monarşiya mutleq li Fransayê anî û prensîbên azadî, wekhevî û biratiyê ava kir.
Civaka Fransî berî şoreşê di sê çînan de hatibûn dabeşkirin.
- Tebeqeya Yekem Rûhanî: Yên ku dewlemendiyeke mezin hebûn û ji bacan azad bûn.
- Tebeqeya Duyem Esilzade (nubalae): Yên ku li qesran dijiyan û ji îmtiyazên taybet sûd werdigirtin, ew jî bêyî ku bacê bidin.
- Tebeqeya Sêyem Gelê asayî: Ku gundî, karker, bazirgan û rewşenbîr di nav de bûn, hemû bacan didan û tevî xizaniya xwe jî hemû barê dewletê hildigirtin.
Sedema Şoreşê
Piraniya dîrokzanan hema bêje bi yekdengî avahiya monarşiya Fransî bi xwe wekî yek ji sedemên herî girîng ên şoreşê dibînin. Sedemên din bi giranî aborî ne ku birçîbûn û tunebûna xwarinê di nav feqîran de li Fransayê belav bû û buhayên kelûpelên bingehîn ên wekî nan û berheman zêde dibûn. Pirsgirêkek din a aborî îflasa dewletê bû ji ber lêçûna bilind a şerên berê, nemaze piştî beşdarbûna wê di şerê Serxwebûna Amerîkî de, bû sedema zêdebûna deynê giştî ku di navbera hezar û 2 hezar milyonî de bû. Herwiha gelek sedemên din yên aborî û serweriya dewletan li ser Firanseyê ji ber bê hêzbûn û rûxandina aborî. Lawaziya monarşiyê û têkçûna Qral Louis şazdemîn di reformê de.
Encamên şoreşê
Dema ku şoreşa firansayê bidawî bûye bi xwe re gelek guhartinên bingehîn di civak û pergalê de ava kir ji wan guhartinan ev in:
-Hilweşandina monarşî û pergalên feodal û dawî li îmtiyazên esilzadeyan anîn.
-Erêkirina mafên mirovan û sivîlan û xurtkirina prensîbên azadî û wekheviyê.
-Îslahkirina pergala siyasî û damezrandina destûrek ku desthilatan ji hev vediqetîne.
-Başkirina şert û mercên cotkaran, dayîna azadiya ked û xwedîtiyê ji wan re.
-Belavbûna ramanên şoreşgerî li seranserê cîhanê ku bû sedema îlhama gelên din da ku li dijî neheqî û zordariyê rabin.
Şoreşa Fransî ne tenê serhildanek navxweyî bû; ew jidayikbûna serdemeke nû ya azadî, edalet û hemwelatîbûnê bû. Bi dirûşmeya xwe ya sembolîk (Azadî, Wekhevî, Biratî) dengê xwe li cîhanê bilind kir.
Şoreşa Haîtî 1791-1804
Di dawiya sedsala 18’an de, yek ji mezintirîn şoreşên dîroka mirovahiyê li girava Saint-Domingue ya Karayîbê ku niha wekî Haîtî tê zanîn, teqiya. Di wê demê de, girav mêtîngera herî dewlemend a Fransayê bû, lê ew li ser xwêdan û xwîna bi sed hezaran koleyên Afrîkî yên ku li zeviyên şekir û qehweyê zilm û xapandin kişandin, hatibû avakirin.
Bi bandora ji ramanên nû yên ji Şoreşa Fransî derketine holê, wek “azadî û wekhevî”, koleyan di sala 1791’an de, bi pêşengiya Toussaint Louverture yê efsanewî, serhildan kirin û daxwaza azadî û bidawîanîna koletiyê kirin. Şerên xwînî bi salan li dijî hêzên Fransî, Spanyayî û Brîtanî berdewam kirin, girav di wê demê de veguherandin qada têkoşînê ji bo rûmet û azadiyê.
Tevî girtina fermandar Louverture û sirgûnkirina wî bo Fransayê, hevalên wî di bin serokatiya Jean-Jacques Dessalines de têkoşîn berdewam kirin. Di sala 1804’an de serxwebûna welêt wekî Komara Haîtîyê îlan kir, û ew kir yekem neteweya reşik a azad li cîhanê û yekem welatê ku tê de bi temamî koledarî tê rakirin.
Şoreşa Haîtîyê di dîroka cîhanê de xaleke girîng nîşan da, bingehên mêtîngeriya Ewropî hejand û gelên bindest ên li Afrîqiya û Amerîkaya Latîn îlham kir ku ji bo rizgarî û edaletê têbikoşin. Bi vê şoreşê re, Meksîka ji nû ve ji dayik bû, di têkoşîna azadî û wekheviyê de bû mînak û di rêya guhertinê de îlham da gelên din ên li Amerîkaya Latîn.
Şoreşa Maksîk 1910-1920
Di sala 1910’an de, piştî zêdetirî sê dehsalan desthilatdariya dîktatorî ya Serok Porfirio Díaz, serokê ku bi destê hesinî welat bi rê ve dibir, hêrsa gel li Meksîkayê derket holê. Ev dîktator gel birçî û di nava xizaniyê de hişt. Di heman demê de dewlemendî di destên çend dewlemend û biyaniyan de hiştibû.
Francisco Madero rêberiya serhildanê kir û bang li gel kir ku li dijî neheqiyê serî hilde. Di demek kurt de rêberên populer li başûr û bakur tevlî wî bûn û daxwaza reforma çandiniyê û mafên cotkaran kirin.
Di deh salên şer de, Meksîka şahidiya şerên xwînî û giran kir, lê ew bi hilweşandina rejîma kevin û pejirandina Destûra Bingehîn a 1917’an bi dawî bû ku mafên karker û cotkaran da û prensîbên edaleta civakî saz kir.
Şoreşa Bolşevîk an Şoreşa Cotmehê- 25’ê Cotmehê 1917
Şoreşa Cotmehê (Octobr) Şoreşa Bolşevîk e ku di 25’ê Cotmeha 1917’an de li Rûsyayê pêk hat û beşek ji Şoreşa Mezin a Rûsyayê bû. Ew ji aliyê Partiya Bolşevîk ve di bin serokatiya Vladimir Lenîn de hate birêvebirin û bû sedema hilweşandina Hikûmeta Demkî ya Rûsyayê ku piştî hilweşîna Qeyseriyê di Sibata 1917’an de hatibû ser serweriyê.
Sedemên ku hêştiye ev şoreş pêk were:
1- Sedemên Siyasî: Lawaziya Hikûmeta Demkî: Piştî hilweşîna Qeyser di Sibata 1917’an de, Hikûmeta Demkî nekarî daxwazên gel bicîh bîne an jî ji Şerê Cîhanê yê Yekem vekişe.
Windakirina baweriyê bi sîstema kevin: nerazîbûneke berfireh li dijî desthilatdariya Qeser
Bilindbûna Partiya Bolşevîk: Ramanên Lenîn ên “aştî, erd û nan” belav bûn û karker û cotkar kişandin ber xwe.
2- Sedemên Aborî :Hilweşîna aboriya Rûsyayê: Şerê Cîhanê yê Yekem çavkanî kêm kirin û bû sedema enflasyon û kêmbûna xwarinê.
Birçîbûn û kêmbûna kelûpelên bingehîn: Qutbûna dabînkirinê û bilindbûna bihayan jiyana rojane pir dijwar kiriye.
Xizaniya zêde: Piraniya gel ji cotkarên feqîr bûn ku mafê wan a bidestxistina erd nebû.
3- Sedemên Civakî: Zehmetiyên cotkaran: Berdewamiya sîstemeke nîv-feodal ku erd di destên kesên jor de kom bibû.
Nerazîbûna karkeran: Şert û mercên xebatê yên nebaş, demjimêrên xebatê yên dirêj, û nebûna mafan.
Zêdebûna bandora sovyetan: Meclisên gel ên ku nûnertiya karker, leşker û cotkaran dikirin ji hikumetê bihêztir bûn.
4-Sedemên Leşkerî: Windahiyên giran ên Şerê Cîhanê yê Yekem: Bi mîlyonan kuştî, birîndar û hilweşîna moralê artêşê.
Serhildana leşkeran: Gelek leşkeran red kirin ku şer bikin û tevlî şoreşê bûn.
Armaca şoreşê jî ev bû: Bidestxistina wekheviyê di navbera hemû çînên mirovan de di hemû aliyan de, jiholêrakirina kapîtalîzma feodal, û bidestxandina sosyalîzm û çalakiya sosyalîst a yekgirtî li ser bingeha bernameya Bolşevîk a ku Lenîn di sê xalan de formule kiriye: avakirina aştiyê, dayîna erd ji cotkaran re ku bersiva hêviyên tevahiya gel dide. Di dawiyê de sîstema Qeyserî hilweşiya û li şûna wê desthilatdariya komunîst bi rêveberiya Bolşeviyan dest pê kir.
Şoreşa Kûba Tişê Gîvara 1956 (Che Guevara)
Di nîvê sedsala bîstan de, li Kubayê çirûskek şoreşgerî pêket. Ev şoreş ji aliyê komek ciwanên ku baweriya wan bi azadî û edaleta civakî hebû, pêk hat. Di nav wan de yê herî navdar bijîşk û şervanê azadiyê yê Arjantînî Ernesto “Che” Guevara bû.
oreşa Kubayê di sala 1956’an de li dijî dîktator Fulgencio Batista dest pê kir. Ev dîktator sîstemeke otorîter a hişk li ser gel ferz kiribû ku hêşt gel rewşeke ji xizantiyê û bê adeletê jiyan bike, her wiha dewlemendî tenê di destê hindikan de hêştibû.
Fidel Castro û hevalê wî Che Guevara ji çiyayên Sierra Maestrayê pêşengiya tevgera rizgariyê kirin û şoreşgeran li dijî artêşa hikumetê şerên wêrek kirin.
Di 1959’an de bi ser ket û hikumeta sosyalîst pêk hat
Di 1’ê Çileya 1959’an de, şoreşgeran serkeftin bi dest xistin û ketin paytext Havana, bi vê yekê hilweşîna rejîma kevin û destpêkirina serdemeke nû ragihandin.
Şoreşê hikûmeteke sosyalîst ava kir ku armanc ew bû ku wekheviyê di navbera welatiyan de bi dest bixe û Kubayê ji kontrola biyanî, bi taybetî jî ji kontrola Amerîkayê, rizgar bike.
Tşê Gêvara kî ye (Ernesto Guevara)
Ernesto Guevara di sala 1928’an de li Arjantînê ji malbateke çîna navîn ji dayik bû. Wî li Zanîngeha Buenos Airesê tib xwend û ji temenê xwe yê biçûk ve bi alîkariya xizan û nexweşan re eleqedar bû. Di rêwîtiyên xwe yên dirêj ên li seranserê welatên Amerîkaya Latîn bi motorsîkleta xwe, Guevara xizanî û neheqiya civakî ya ku gel rû bi rû pê re ye dît. Li ser wê esasê pêwîstiya guhertin û şoreşê li dijî rêjîmên dîktator û derwkar pêk bîne, dît.
Che Guevara sembola şoreşê bû. Wî ne tenê Kuba rizgar kir, lê di heman demê de li Afrîka û Bolîvyayê jî têkoşîna xwe ji bo gelên bindest domand, heta ku di sala 1967’an de li wir şehîd bû. Wêneya wî bû sembolek cîhanî ya berxwedan û azadiyê. Her wiha Şoreşa Kubayê di têkoşîna li dijî neheqiyê de bû mînak.
Ev şoreşên ku me anîne ser ziman hin ji girîngtirîn şoreşên ku ji bo adelat, wekhevî û azadiyê bi taybet a faktura bindest û cotkaran bû. ji bilî van gelek şoreşên din yên navdar jî hatin lidarxistin weke Şoreşa Çînê 1927, Şoreşa Îranê a Komara Îslamî 1979, Şoreşên Bihara Ereban 2011’an a ku ji Tunisê dest pê kiriye heyanî Misir, Lîbiye, Yemen û Sûriye dom kiriye, pêk hatin. Lê ev Şoreş ji guhartina sîstema desthilatdar û misogeriya mafê bindestan re bi encam nebûn.





