Ronahî Sadûn/Qamişlo
Dayika Aştiyê Hawa Kiran diyar kir ku armanca konferansa Dayikên Aştiyê ew e ku aştiyeke mayînde pêk bê, herwiha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya girtiyên di zindanan de were misogerkirin, balafirên dagirkeriyê li ser gerîlayên azadiyê bên rawestandin û Rojava statuya xwe bistîne.
Di 18 û 19’ê Cotmehê de Meclisa Dayikên Aştiyê piştî 12 salan 3’emîn konferansa xwe li Navenda Kongre û Çandê ya Çand Amed a li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê di bin dirûşmeya “Dayik Pêşengên Civaka Demokratîk û Aştiyek Mayînde Ne” bi beşdariya 250 delegeyan lidar xist. Beriya lidarxistina konferansê ji aliyê meclisê ve li 13 bajaran civînên herêmî hatibûn lidarxistin. Ev konferans weke ji nû ve destpêkirina avakirina dîrokî ya aştiya civakî ye, hate ragihandin. Di heman demê de Rêber Apo name ji konferansa Dayikên Aştiyê re şand û hemû dayikên aştiyê silav kir û serkeftin ji bo xebatên wan xwest.
Derbarê naveroka Konferansa Dayikên Aştiyê û girîngiya nameya Rêber Apo ji bo konferansê, Dayika Aştiyê Hawa Kiran ji Rojnameya me re axivî.

Hawa Kiran di destpêka axaftina xwe de 12’emîn Konferansê Dayikên Aştiyê li Rêber Apo pîroz kir û wiha got: “Ez 12’emîn konferansa me li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, girtiyên zindanan, dayikê dil êşandî pîroz dikin. Konferansa me bi wesîleya aştî û aramiya gelê Kurd û cîhanê tevahî ve, ji bo xwîn seknandinê ye. Ev 8 meh in pêvajoya ku hatiye destpêkirin ji bo aştiyeke mayînde bi Rêberê gelê Kurd re Rêber Apo, dewleta Tirkiyê bangewaziya ku kir ji bo aştî pêk bê, lê mixabin gavên aştiyê yên şênber ên dewletê nehatine avêtin. Lê em bi Rêber, gel û gerîlayên xwe û girtiyên zindanan bawerin ku wê vê şoreşê biserxînin û aştiyê bînin Rojhilata Navîn.”
‘Dayik bûne xelekeke aştiyê li dora Rêber Apo’
Hawa Kiran eşkere kir ku daxwazên dayikan jî bû ku Rêber Apo nameyekê ji bo wan re rêke û wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: “Daxwazên me bû ku me digot; bela nameyeke Rêber Apo ji bo me bê û di konferanê de bê xwendin. Em pir bi nameyê kêfxweşbûn, eger ji bo serketina dayikan ango ji bona îro dayik bûne xelekek ji bo aştiyê li dora Rêber Apo. Dayikên Aştiyê di dema xwendina nameyê de tev de rabûn ser piyan, bi çepik û tilîliyan name pêşwazî kirin. Ev dayik, dayikên dilşewat in ku zarokên xwe fedayî vê şoreşê kirine, dîsa jî aştiyê dixwazin.”
‘Em ê li pey aştiyê bibezin’
Hawa Kiran da zanîn ku heta ew hebin ew ê li pey aştiyê bin û wiha domand: “Wek dayikên Aştiyê heta ku em hebin em ê li pey aştiyê bibezin, heta ku aştî û aramî bê vî welatî. Em ji bo gelê cîhanê tevahî aştiyê dixwazin, ne tenê ji bo gelê Kurd. Îro li Rojhilata Navîn qazanê xwînê dikele, me ev konferans ji bo li pêşiya tiştên nexweş bigere, lidar xist.”
‘Em geh keniyan û geh jî giriyan’
Hawa Kiran daxwazên dayikan ên di konferanê de wiha bilêv kir: “Daxwazên ku me di konferansê de kirin ew e ku di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya girtiyên di zindanan de were misogerkirin. Balafirên dagirkeriyê li ser gerîlayên azadiyê bên rawestandin. Rojava statuya xwe bistîne. Û em jî weke gelê cîhanê bi hev şad bibin, ma rojeke me yê bê girî tuneye, her dayikekê çîrokeke xwe digot; ku em bûne mîna sibatoka dînok, em geh keniyan û geh jî giriyan di hundirê konferansê de.”
‘Ji bo pêşiya xetmandina dewleta Tirk vebe, divê bi Kurdan re bê ser masê’
Hawa Kiran axaftina xwe wiha qedand: “Eger îro ew konferans lidar ketiye armanca wê ji bo azadiya gelekî û azadiya Rêberê gelê Kurd e ku bi xwe re jî cîhanê azad bike. Îro li pêşiya Tirkiyê madî û meanewî hatiye xetimandin, ji bo pêşî vebe mecbûre bi Kurdan re were ser masê, Rêberê gelê Kurd qebûl bike û pê re jî barişê jî çêke. Eger rêya aştiyê di Amedê re derbas dibe, bela Rêberê Kurdan berdin û bînin li Amedê deyînin û aştiyê bînin, Amedê paytexta Kurdistanê ye. Daxwazên me ji bo xwîn seknandinê ye ku aştiyeke mayînde pêk bê. Ev 27 sal in dayik li kolanan daxwaza aştiyê dikin.”
Konferansa Dayikên Aştiyê ku du rojan dewam kiribû bi encamnameyekê bidawî bibû, naveroka encamnameyê jî wiha bû:
Piştî 12 salan li Amedê konferansa me bi beşdariya 250 delegeyan hat lidarxistin. Ev konferans ne tenê biranîn an ji yadkirin e, di heman demê de ragihandina ji nû ve destpêkirina avakirina dîrokî ya aştiya civakî ye. Em vê deklerasyonê diyarî her kesê ku di têkoşîna bi rûmet a hebûna me de hat qetilkirin, windakirin û berdêl dan û ji Rêberê me Rêber Apo re ku rêya me ronî kir, dikin.
Jin hedefa yekemîn a şer e
Di şerê qirêj ê ku li Rojhilata Navin tê meșandin de, ne tenê berjewendiyên netewdewletî li ber çavan tên girtin; Di heman dem de armanceke din ji tasfiyekirina bîr, nasname û mafê jiyana gel e. Beden, ziman, ked û hebûna jinê hedefa yekem a vî șerî ye. Ji ber vê sedemê berxwedana jinan ne tene li dijî vî şerî ye; Li dijî pergala serdestiya mêr û şîdeta netewe-dewletê ye ku ev şer afirandiye. Li ser vê bingehê têkoșîna me deng, wijdan û bîranîna civakî ya aștiyê ye. Gelê me bi polîtîkaya înkar, wêrankirin û asîmîlasyonê ya ku ev sed sal in dewam dike, bi awayekî sîstematik ji çareseriyê hatiye dûrxistin. Banga Aștî û Civaka Demokratik a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hat kirin ku bi israr li çareseriyan li muxatab digere û hewl dide her derfetê bike diyalog û muzakereyên ji bo aștiyê, banga veguhertineke civakî ya berfireh e ku li ser bingeha mafê gelan, Ji bo pêkanîna vê bangê gava yekem azadbûna fizikî ya Rêber Apo ye. Divê mîmarê vê pêvajoyê di bin șert û mercên azad de be, da ku pêvajoyê bidomîne. Ev yek nîşana nêzikbûneke rasteqîn a aștiya siyasî ye, ne tenê erkeke qanûnî ye. Nêzîkatiya me wek Dayikên Aștiyê ya ji bo vê pêvajoyê bi qasî laçêka li ser serê me spî û zelal e.
Nayê qebûlkirin ku muxatabê sereke yê aștiyê girtî be
Wek Dayikên Aștiyê em xwediyê wê ferasetêne ku divê banga Rêber Apo a ji aştiyeke mayînde û civakeke demokratik, divê bi awyekî rêxistinkirî pêș bikeve. Bi vê armancê em ê her tim rola xwe ya rêxistinkirina komunan bê navber bimeșînin. Vegerandina têkiliya rasterast a di navbera Rêber Apo û gel de îro şertê yekem e ji bo civakbûna aștiyê. Temînkirina șert û mercên axaftin û muzakereyên fîzîkî jî, wê baweriya bi hevdîtinên aștiyê xurt bike. Li gel Banga Aștiyê û Civaka Demokratik, li Kurdistan û gelek deverên din ên cîhanê piştgiriya erênî ji vê bangê re diyar dibe. Pêngavên berbiçav ên ku yekser ji aliyê PKK’ê ve hatin avêtin, bi zelalî nîșan da ku Rêber Apo serkêșê muxatabê vê pêvajoyê ye. Nayê qebûlkirin ku muxatabê sereke yê aștiyê girtî be. Em azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Mafê hêviyê ne litûfek e, mafekî ku bi qanûnê hatiye erkdarkirin e û divê demildest bi cih bê. Divê hemû girtiyên siyasî yên di zindanan de yekser serbest bên berdan; divê kiryarên nemirovane yên li dijî girtiyên nexweș bên rawestandin û pêkanînên keyfî yên rêveberî û lijneyên çavdêriyê yên zîndanan û ATK’ê ji hole bên rakirin.
Di pêvajoya aștiyê de gaveke din a giring jî tevlibûna gerilayan a di nava siyaseta demokratîk de ye. PKK’ê bi çalakiya xwe ya șewitandina çekan di pêvajoya aştiyê de helwesta xwe pir zelal eşkere kir. Tevlîbûna siyaseta demokratîk temsîlkirina vê berxwedana rewa ya bi siyasetê ye. Heya ku dengê gerila li ser maseya aștiyê dernekeve, çareseriyeke rast ne mimkûn e. Ji ber vê yekê rêziknameyên qanûnÎ û destûrî yên li ser vê mijarê hem nîşana nêzikbûyina aştiyê ye û hem jî pêngavek e ku dewlet bi dîroka xwe ya tarî re rû bi rû bimîne Îro. Dûbarekirina gotina “terorizmê” ji aliyê dewletê ve, ne tenê pirsgirêka axaftinê ye, lê krimînalizekirina gelê Kurd bi tevahiya dîroka xwe ye. Bikaranîna vê gotinê pirsgirêka zihniyetê ye û ev pirsgirêk wê rê li ber aștiyê bigire.
Gotina terorê refleksa înkarkirina dewletê ya li ser gelan e. Kesên ku bi terorê tên sûcdarkirin zarok, xuşk, bira û malbatên me ne. Divê zimanê aştiyê bi baldarî bê avakirin.
Zimanê dayikê dîroka jiyana gelan e
Zimanê dayikê dîroka jiyana gelan e; ziman, bîranîna devkî ye ku ji nifşekî heta nifșên îro derbas dibe. Qedexekirina axaftina me ya bi Kurdi di Komîsyona Meclisê de ku ji bo pêvajoya aştiyê hatiye avakirin, ne tenê binpêkirina mafên mirovekê ye; herwiha rê li ber dîtina hafizaya gelê Kurd di qada giștî de digire. Di konferansa me de derket holê ku di vê sedsala 21’mîn de êdî tu hêz nikare bibe asteng ku em nirxandinên xwe bi zimanê xwe yê dayikê bimeşînin. Em dayik beriya her tiştî dixwazin rêz li zimanê me yê dayikê bê girtin û em bi biryar in ku têkoşîna xwe berfireh bikin, da ku zimanê me were naskirin û statuya xwe bidest bixe. Ji bo civakbûn û mayîndebûna aștiyê, pêwîst e mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê were naskirin, statûya giștî ya zimanê Kurdî were qebûlkirin û garantiya destûrî ya zimanê me yê dayikê were misogerkirin.
Aștî ne litûfa dewletê ye. Aștî îradeyek nû ya jiyanê ye ku ji hêla gel ve bi hev re hatiye damezrandin. Ev îrade hêza xwe ji biryardariya gelê Kurd a avakirina yekîtiya neteweyî digire. Gelê Kurd îro di serdemeke destkeftiyên dîrokî yên girîng re derbas dibe. Em nêzî destkeftiyên mezintir in. Ji ber vê sedemê șertê herî bingehin ê parastin, mezinbûn û domandina destkeftiyên heyî yekîtiya neteweyî ye. Ev yekit ji wê îmkana civakkirina aștiyê û avakirina civakeke demokratîk biafirine. Gotinên dayikan ne tenê êșa zarokan e; her wiha lêgerina jinan a ji bo azadiyê wijdanê gel û daxwaza wan a edaletê jî tîne ziman. Cenazeyên zarokên me di sindoqên kargoyê de hatin şandin, gorên malbatên me hatin rûxandin, erkên olî yên li ser cenazeyan hatin astengkirin, em li pişt panzerekê bi erdê re hatin kaşkirin, cenazeyên tazî yên bê can hatin eşkerekirin, mafê me yê șinê hat desteserkirin; lê belê em dev ji israra aștiyê berneda. Gelek rastî li bendê ne ku werin axaftin û gelek êş li bendê ne ku derkevin holê û bên hevrûkirin. Dewlet ji tiştên ku qewimin berpirsyar e û divê ji dayikan lêborînê bixwaze.
Êdi ji şûna bedenên zarokên me çek bikevin bin axê
Em dizanin ku êş nasnameyê nizane; șîn navnişan naxwaze. Û em dizanin ku teyrê aștiyê bi yek baskê nafire. Her zarokek ku li van welatan jiyana xwe ji dest da, di dilê me de birînek e. Bi helwesteke dîrokî û bi sekneke biryardarî em bang li her kesî dikin ku helwesta ji bo aști û civaka demokratîk rast bê şîrovakirin, da ku êdi ji şûna bedenên zarokên me çek bikevin bin axê. Em bang li hemû dayikên leşker û polisên ku zarokên xwe winda kirine dikin: Werin, em li derdora aștiyê bên ba hev. Werin em pêșeroja zarokên xwe bi hev re biparêzin. Dema ku dengê kesên ku heman êș kişandine bibin yek, aștiyek mayînde wê were avakirin. Em di qonaxeke dîrokî de ne. Aștî ew qas nêzik e ku ger em xwe bigihinin em dikarin dest bidin wê. Ji ber vê sedemê hevdîtinên bi mîmarê aştiyê Rêber Apo re giring in. Yek ji nirxandinên konferansa me ji ew e ku; erka sereke ya komisyona aștî û biratiyê ya li Meclisê hatiye avakirin, hevdîtina bi Rêber Apo re ye. Hêviya me jî ew e ku em li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin û li ser aştiyê biaxivin û civakeke demokratîk ava bikin.
Em Rêber Apo ku rê li ber aștiyê vekir, hevalên wî yên li Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi rêzdarî silav dikin. Em di wê baweriyê de ne: Îradeya aștiyê di nav gel û jinan de heye. Ger ev rê bê șopandin wê hemû mirovahî bi ser bikeve.






