Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

#mucahityilmazinCenazesiniVerin Cenazeyê Micahîd Yilmaz Bidin

05/09/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Ezê îroj behsa hevşaredar Ahmet Turk, Selçûk Mizrakli û Bedîa Ozgokçe Ertan nekim. Ezê behsa Micahîd Yilmaz bikim.

Di gengeşiya Qeyûm û faşîzmê de cenazeyek me li erdê ma. Ezê îroj behsa şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê nekim. Ezê behsa cenazê Micahîd Yilmaz bikim.

Di 21ê Tîrmehê de polîsên dewleta Tirk li Amedê, li taxa Baglar, di malek de Micahîd Yilmaz qetil kirin. Cenazê wî revandin û birin morga nexweşxaneya Amedê. Malbat ji çapameniyê bihist kesê hatî qetil kirin Micahîd e çûn cenaze teşîrkirin. Lê cenaze nedan malbatê. Ji malbatê re gotin; dive ku em testa DNA bikin. Piştre betliya adlî hincet nîşandan û dest danîn ser cenaze. Êdî tu sedem negotin. Lê em sedem dizanin; ew ji cenazeyê me ditirsin.

Xûşka wê Mîhrîban Yilmaz hawar qêrîn kir tu kesî nebihîst. Leyla Bîrlîk bihîst. Lê ezê behsa wê Leyla ya ku di dema rêveberiyê xweser de, di dema dagirkirin û ruxandina bajarên Kurdistan de, ji morga girtina 300 cenazeyî nekim. Ezê behsa cenazeyê Hacî Bîrlîk (Sîyabend) çawa girtî nekim. Ezê behsa hêrsa wê bikim. Hêrsa wê ya ku digot; “ez şaredariya Mêrdînê naxwazim, ez cenazê Micahît Yilmaz dixwazim” bikim.

Wê jî nikaribû tu tişt bike û bi hêrs bû. Wê jî lawa kir. Wê jî got; “di sala 2015an de cenazeyên ku dijmin ji me direvand, dibir Xebûrê. Li Xebûrê, ji bo cenazeyên cîwanên kurd, navendek taybet amadekiribûn. Morgek taybet hatibû çêkirin. Cenaze dibirin wêderê û me jî hewldida ku cenazeyên xwe ji wêderê bigirin. Nêzikî 300 cenazeyên ku di dema rêveberiyên xweser de rakiribûn morga Xabûrê, me wê demê bi têkoşînek mezin, ji nav lepên dijmin girt û radestî malbata kir. Û îroj em çima nikarin? Ez fahmnakim. Ev çi xemsariye?”

Lê tu kesî ev rojên dijwar jî neanî berçavên xwe. Herkes kerr û lal bû. Cenazeyê Micahît Yilmaz di nav lepên dijmin de mabû.

Her roj di Twîtteran de gelek kes bi taga, “#mucahityilmazinCenazesiniVerin”  cenazê Micahîd Yilmaz dixwestin, lê tu kesî tu tişnek nedikir.

Lê wêderê cenazê Mucahît rizî nedibû, wîjdan û nîrxên mirovahiyê diriziyan. Ji cesedê Micahîd Yilmaz ditirsiyan. Çawa di destpêka hemû dagirkeriyên xwe de erişî goristana kirin, îrojî berî ku dîsa erişî Kurdistan bikin, erişî cesedê Micahîd kirin. Heroj malbat serî li meqamên fermî didan, rayederan bersiv nedidan daxwazên wan. Lê wan tu caran hêviyên xwe winda nekirin. Dora rojê dîsa bi israr li ber deriyê morgê û cesedê zarokê xwe xwestin.

Heger ev cesed neyê girtin, wê hejmara cesedê morgan roj bi roj zêde bibe. Roj were wê cesedê min û yê te jî wê li wêderê bimîne. Heger îroj dayik û malbata Micahît bi tenê were hiştin, wê sibê dayika min û ya tejî li ber deriyê morga nexweşxanê bi tenê bimîne.

Xwedî derketina cesedê Micahît, xwedî derketina doz, bîr û baweriyên wînin. Pîroz bûna cesedê wî, di helwesta dijmin de veşartî bû. Dijmin, ji bo ku ew kurdek azad bû ew qetilkirin. Dive kurdên azad berî her tiştî, berî têkoşîna li dijî qeyûm, dibe li cesedê Micahîd Yilmaz xwedî derkebin.

Twittera Leyla Birlîk ya dawî: @BirlikLeyla “Ev jîyana kû em dijîn jiyana şehîdan a nîvco mayî ye. Ên kû li şehîdê xwe xwedî dernekeve ew jîyan li wan heram e”…  Dive ku em vê jiyanê li xwe heram nekin. taga #mucahityilmazinCenazesiniVerin” qîmnake. Tiştek dina bikin. Ez jî nizanim çi bikin. Lê ez tiştek dizanim; dive ku em cenazê xwe ji nav lepê dijmin bigirin û li erdê nehêlin.

 

 

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.