Lîloz Hisên/Qamişlo
Bi drûşma “Pirtûk Kilîta Şaristaniyê ye”, li parka Azadî pêşengeha Şehîd Herekol ya Navnetewî îro dest bi çalakiyên xwe kir.
Pêşengeha Şehîd Herekol ya Navnetewî ji hêla Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûryê ve bi hevkariya Kompaniya Şemal, Four Seaons, Kampaniya Newroz, Venus Star, Şaredariya Gel a Qamişlo, Kompanya Rcell, Ara Star, PÎk Fashion, Kampaniya Newroz, SHMO GROU Phate birêxistin kirin.
Îro roja yekemîne ku pêşengeh deriyê xwe li ber mêvanan vedike. Çalakiya vekirinê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan.
Hevseroka Desteya Çandê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serfiraz Şerîf bi navê Rêveberiya Xwser gotina vekirinê kir.

Hevseroka Desteya Çandê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serfiraz Şerîf di destpêka axaftina xwe de bi xêrhatina mêvanan kir û wiha anî ziman: “Ev bûyer bûye kevneşopiyek ku her sal tê li dar xistin. Mîraseya Şehîd Herekol ne tenê bîranîneke lê bûye nameyeke ronîkirî di meclisên çandê û delîleke ku îradeya jiyanê nayê şikandina tevî mezinbûna astengiyan. Pêşengeha Şehîd Herekol ne tenê pêşandaneke ji bo kirînê û firotinê ye lê sozeke ku çanda me mayinde ye bi hemû rengîniyên civakê.”
Piştre bi navê Komîteya Amadekar Hevserokê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Ilyas Sîdo axaftin kir.
Hevserokê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Ilyas Sîdo destnîşan kir ku Pêşengeha Şehîd Herekol ya Navnetewî
bûye sembola çandê û wiha berdewam kir: “Di vê pêşengehê de em bi hev re nîşan dikin ku çanda me hîn zindî ye ku cewhera azadiyê dijî tarîtiyê ye. Em şehîd Herekol bi bîr tînin ku ew hûnkarê ronahiyê bû êdî îro ew di nav her ziman, çand û her gelê ku li ser vê xakê dijîn. Em bawerin ku pirtûk û xwendin wê çavkaniyên azadiyê bin. Çand bingeha avakirina civakeke demokratîk e.”
Hêjayî gotinê ku hejmara weşanxaneyên ku beşdarî pêşengehê bûn 60’e, lê ji ber şert û mercên herêmê 9 ji wan lêborîna xwe xwestine. 51 weşanxane û sazî beşdar bûne.
Weşanxaneyê ku beşdarbûna ji her çar parçeyên Kurdistanê; Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava. Tirkiyê, Îraq, Siwêd, Sûriyê, Lubanan û Belçîka ne.
Pêşengeh ji saet 10’ê sibehê heya 9’ê êvarê vekirî ye.
Di pêşengehê de wê çalakiyên cur bi cûr bên li dar xistin mîna semîner û çalakiyên hunerî.
Beranemeya pêşengehê:
Roja yekemîn: Vekirina pêşengehê, axaftina Rêveberiya Xweser û Komîteya Amadekar.
Roja duyemîn: Semîner saet 17’ê Êvarê ji hêla Nivîskar Mehmûd Wehbê(Nivîsandina Rojnvîskên Şer) bê dayîn.
Roja sêyemîn: Bîranîna helbestvan Cegerxwîn saet 11’ê sibehê. Semîner sate 17’ê êvarê ji hêla Akademiya Jineolojiyê(Xwendina Nameya Rêber Apo). Çalakiya hunerî saet 19’ê êvarê.
Roja çaremîn: Saet 17’ê êvarê wê semîner bê dayîn ji hêla Nivîskar Ronak Murad li ser (Hûnandina Wêjeya Şoreşê). Çalkiya hunerî saet 19’ê êvarê.
Roja pêncemîn: Wê panêl bê li dar xistin li ser zimanê Kurdî ji hêla Ferîdon Saman, Semîra Hac Elî û Berzo Mehmûd.
Roja heftemîn: Merasîma bidawîkirinê saet 5’ê êvarê, axaftina malbata şehîd Herekol, axaftina Kampaniya El-Şemal, çalakiyeke bunerî û xelatkirina beşdarên pêşeneghê be.






