Dîlan Mulhim\Qamişlo
Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Yekîtiya Bijîşkên Rojavayê Kurdistanê Diyar Reşo diyar kir ku bi armanca xurtkirina têkiliyên Yekîtiya bijîşkên Rojavayê Kurdistanê yên navneteweyî ew beşdarî konferansa Lûtkeya Tenduristiyê ya Cîhanê li payîtexta Almaniya Berlînê, bûn.
Di 14’ê Cotmehê de, Yekîtiya Bijîşkên Rojavayê Kuridistanê beşdarî konferansa Lûtkeya Tenduristiyê ya Cîhanê li payîtexta Almaniya Berlînê bûn, herwiha li gel komeke bijîşk, rêveberên tenduristî yên cîhanî, wezaretên tenduristî û saziyên bijîşkî yên her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî konferansê bûn. Di vê çarçoveyê de, berpirsê Têkiliyên Giştî yê Yekîtiya Bijîşkên Rojavayê Kurdistanê Diyar Reşo ji Rojnameya me re axivî.

‘Nêzî 108 welatên cîhanî tevlî konferansê bûn’
Diyar Reşo anî ziman ku bi armanca xurtkirina têkiliyên Yekîtiya Bijîşkên Rojava yên navnetewyên ew beşdarî konferansa Lûtkeya Tenduristiyê ya Cîhanê li payîtexta Almaniya Berlînê bûn û wiha got: “Me daxwaz kir ku tevlî konferansa Lûtkeya Tenduristiyê ya Cîhanê bibin, ji bo xurtkirina têkiliyên Yekîtiya Bijîşkên Rojavayê Kurdistanê yên di asta navnetewyî de. Li ser vî bingehê em tevlî konferansê bûn, di heman demê de me dixwest ku rê û rêbazên van konferansan nas bikin, herwiha da ku em kar û xebatên tenduristî yên navneteweyî zêdetir xurt bikin. Di heman demê de me xwest ku kêmasiyên xwe nasbikin û em çawa asta xwe pêş bixin. Nêzî 108 welatên cîhanê tevlî konferansa Lûtkeya Tenduristiyê ya Cîhanê li Berlînê bûn. Herwiha gelek bijîşik û rêxistinên navdewletî jî beşdarî konferansê bûn. Bi riya vê konferansê me nas kir ku kar û xebatên tenduristî li ser asta cîhanê çawa tê meşandin.”
Nîqaşên konferansê
Reşo di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Nîqaşên ku di konferansê de hatin kirin, ne ew nîqaşên berferh bûn, lewma di konferansê de ji bo hazirtiyên konferansên dema pêş niqaş hatin kirin. Di heman demê de, semîner, pirotokolên cîhanî û pirsgirên şeran li ser tenduristiya mirovan hatin nîqaşkirin. Ji aliyê rêveber û berpirsên rêxistên navedewletî yên tenduristî nîqaş hatin kirin û bersiv jî hatin dayînin. Bi riya van semîneran me dixwest ku wêneyê Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî cîhanê bikin. Lidarxistina vê konferansê ji bo me pir baş bû, ji ber ku bi riya vî konferansê me nas kir ku ka kîjan bijîşkên Kurd alîkariya me dike.”
Berpirsê Têkilyên Giştî yê Yekîtiya Bijîşkên Rojavayê Kurdistanê Diyar Reşo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hewldanên xwe dikin ku beşdarî konferans û açalakiyên bi vî rengî bibin. Pêwîst e em niha xwe aktîv bikin, ji ber ku gelek sûda têkilyên derve yên tenduristiyê li me heye. Di heman demê de, em dixwazin ku cihê xwe di asta cîhanî de bigirin.”






