Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurdan dest ji prensîpên xwe bernedan!

19/10/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
” Rojava xeta min a Sor e”
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Kurd ne Kurdê berê ne û êdî wê nebin leşkerê tu aliyan. Kurd ne bê dostin û xwedî siyaseteke xurtin ku dikarin bi hemû aliyan re di nava peywendiyan de bin. Kurd, ne tenê bi dostan re, dikarin ji bo xwe biparêzin, bi dijminê xwe re danûstandinê bikin û li ser Maseyekê rûnin. Kurd dest ji ya xwe bernadin û xedefa wan jî di vê serdemê de zelal e. Ev gotin, li ser zimanê her Kurdekî ye, dema ku yek jê dipirse: gelo ew ê Kurd bibin xwedî destkeftî?

Min xwest bi van çend hevokan dest bi vê nivîsê bikim ku gelek caran tê ser ziman. Kurd çi li Rojava û çi jî li Bakur û çi li Başûr û çi jî li Rojhilat, ne ew in ku di sedsala derbasbûyî de dibûn leşker ji yên din re. Ev zêdetirî 10 salaye, hemû aliyên di nava aloziya Sûriyê de destê wan heye, xwestin Kurdan ji xwe re bikin leşker. Di sêrî de dewleta Tirk ku xwest Kurdan wekî Lîwayên Hemîdî di dema avakirina komara Tirk de çawa bi kar anîn, niha jî bi kar bîne. Xwest wan bike beşek ji komên çekdar ên qaşo li dijî rêjîmê şer dikin lê dema Kurdan qebûl nekir, vê carê xwest bi DAIŞ’ê wan tune bike. Ew jî nebû, vê carê di bin navê ku Kurd dixwazin Sûriyê parçe bikin, kom li dijî wan xistin tevgerê. Ji ber negihîşt bighêje encamê, vê carê dewleta Tirk xwest bi rêjîma Baas re li hev bike da li dijî Kurdan şerekî bidin destpêkirin.

Di dawiya sala 2024’an de Ku hêzên HTŞ berê xwe didan herêmên Rêjîmê, dewleta Tirk xwest bike firsend û di vê navberê de berê komên xwe da bendava Tişrînê da ku hinek herêmên QSD’ê diparêz dagirbike. Lê di vê de jî negihişt encamê û Kurd û hêza QSD’ê dest ji Perensîpên xwe berneda û ji daxwazên xwe nehat xwarê.

Tevî ku dewletên destwerdan di karûbarên Sûriyê de dikirin, alî guhertin û berjiwendiyên wan hatin dijberî hev, lê Kurd bi yek mesafe ji hemû aliyan sekinîn. Çi erebistana Siudiyê û çi jî Amerîka çi Rûsiya û çi jî Îran. bi van hemû welatan re tu dijminatî nekir û heta dema ku dewlata Tirk rasterast êrişî Kurdan nekir, bi wê re jî tu dijminatî nekir. Lewma îro jî dikare ji hemû aliyan re bibêje, ger hûn çareseriyê dixwazin, em jî dikarin bibin beşek jê û destek bikin. Lema îro dema kîjan alî li ser Sûriyê û pêşeroja wê diaxive, nikare Kurdan, QSD’ê û  Rêveberiya Xweser neyîne ser ziman.

Li aliyê din, dewleta Tirk ji vê siyaseta Kurdan gelekî acize û nema zanê çawa wan qels bike. Piştî hemû planên wê têk çûn, vê carê mijara çekdanînê zêde xist rojevê û xwest bi riya desthilata HTŞ’ê ya li Şamê zextê bike. Lê wer xuyaye, Ehmed El-Şerie serokê desthilata veguhêz ya Şamê, qasî ku xwe dide aliyê Erebistana Sûidiyê, baweriya xwe bi Turkiyê nayîne. Ji ber dewleta Tirk jî ev yek ferq kiriye, Wezîrê Ehmed El-Şerie, Esed El-Şîbanî kiriye zilamê xwe û ne dûre bi riya wî derbekê lê bixe. Lewma piştî civîna destpêka Cotmehê li Şamê di navbera Şandeya QSD û desthilata veguhêz de, Şîbanî yekser berê xwe da Turkiyê da agahî bide serokên xwe yên li Enqerê ka çi hatiye axaftin. Her wiha niha jî dixwazine Idlibê ji destê wî derbixin û çekdarên biyanî li dijî Şerie bixin tevgerê.  Ji ber Ehmed El-Şerie ketiye ferqa vê rewşê, li gorî hin çavkaniyan, wî xwestiye ew û Mezlûm Ebdî bi tenê bicivin û hin hurgiliyan bê amadebûna kesên din nîqaş bikin.

Ji ber Ehmed El-Şerie jî dizane ku Kurd xwedî aqilmendiyê ne, dixwaze pişta xwe bispêre wan û hevalbendyê çêbike. Ji ber Kurd ne ji perensipên xwe dadikevin û ne jî mafê tu kesî bin pê dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.